Pirsgirêkên civakî li ser bingeha zayendî nîqaş dike û naverokan hildiberîne
Sosyolog Ezgî Sila Demîr, bi rêya bikaranîna hêza medyayê naverokên cuda dihilberîne. Ezgî pirsgirêkên civakî ji bo nîqaşên li ser bingeha zayendî vedike û naverokan dihilberîne, wiha dibêje: "Armanca min eşkerekirina pişt perdêya pirsgirêkan e."

ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Rûxmê zêdebûna têkoşîna jinan a li hemû cîhanê jî, newekheviya zayendî ya civakî hê jî bandor li jinan dike. Serdestiya mêr, jinan bi rolên diyarker sînordar dike û jina ku van rolan qebûl nake, di civakê de tê vederkirin an jî rastî lîncê tê.
Jinên ku li dijî tundiyê serî netawînin, hewil didin bi rêya bikaranîna her platformê dengê bidin bihîstin. Yek ji qadên ku jin hewil didin dengê xwe bidin bihîstin jî medyaya dîjîtal e.
Sosyolog û aktîvîsta mafên jinan Ezgî Sîla Demîr a li Amedê dijî, bi diyarkirina "sosyolojiya jiyana rojane", li ser medyaya dîjîtal naverokan cûrbecûr dihilberîne.
Ezgî Sila Demîr a ku li ser hesabê xwe ya Instagramê ya bi navê "Ezgiceseyler" bi gotina "Ez ji bo tiştên ku dikevin aqlê min, bi sosyolojiyê dinêrin”, naverokan dihilberîne, gelek parvekirinên wê yên mîna “Di civakê de tegihîştina exlaqê”, “Di trafîkê de bûyîna ajokara jin”, “Çanda Lînçê” û “Têkiliya jin û mekanê” hene.
‘Min hewcedariya vegotina hinek tiştan didît’
Ezgî Sila Demîr a ji sala 2017’an vir ve li Amed dijî û li gelek rêxistinên civaka sivîl ên mîna Komeleya Mafên Mirovan (İHD) dixebite, bi van gotinan rêwîtiya xwe ya afirandina naverokan vedibêje: "Ji xwe hesabek min a Instagramê hebû, lê min tiştên ku bi destên xwe çêdikir, parve dikir. Ev pêvajoya pandemiyê bû. Dûvre, piştî pêvajoya xwe ya ducanî û dogumê, min nekarî medyay dîjîtal bi awayekî çalak bikarbînim. Lêbelê, di medyaya dîjîtal de girseyek jî hebû û min hewcedarî didît ku hinek tişt biaxivîm û bibêjim. Min medyaya dîjîtal dişopand û temaşeyê naverokên dihat hilberandin dikir. Belê, naverok hebûn û lê hinek tişt kêmbûn. Bi gelemperî derûnî û bi qismî jî felsefe bû û ev jî ji bo kesên ku eleqedar dibîn bûn. Ji bo jinan pir xweşik hebûn, lê ev jî li ser kedên ku nava malê nayê dîtin, têkiliya dayik-pitikê an jî nasnameya dayikê bûn."
‘Sosyolojiya jiyana rojane’
Ezgî Sila Demîr a ku di heman demê de sosyolog e, pirsgirêkên civakî bo nîqaşên li ser bingeha zayendî vedike û pêdiviya xwe ya hilberandina navarokan pêktîne û got: "Min ji xwe re der barê ez dikarin li ser sosyolojiyê çi bikim de, planek derxist. Ji ber ku sosyolojî qadekî ku bala hemû kesan dikşîne ye. Min xwest tişta ku herî baş dizanim bikim û lewma min xwest dest bi axaftina li ser jinan û sosyolojiyê kir. Min hinek mijaran diyar kir, lê bi awayekî ku mirovan acîz neke, min dest bi parvekirinên kurt ên ji teknîk û akademîk dûr kir û tiştekî binavê “Sosyolojiya Jiyana Rojane” diyar kir.
Li ser newekheviya zayendî ya civakî naverok hilberand
Ezgî Sila Demîr, di heman demê de dayikek e. Ezgî ya ku zarokek wê ya di temena sal û nîvek heye, di civakê de çavderî dike ku jin tenê bi rola dayiktiyê tên sînordar kirin, lêbelê dema dibe dayik, rasterast rastî vê yekê tê û vê newekheviyê bi xwe dijî.
Ezgî Sîla Demîr vê rewşê wiha tîne ziman: "Dema mirov rû bi rû dimîne, him ji aliyê teknîk ve û him jî li ser tecrûbe û ezmûnan temaşeyê mijarê dikî. Hûn bi awayekî sosyolojîk pêdivî vê yekê dibînin. An jî di trafîkê de ji ber nasnameya xwe ya jin tiştek neyînî dijîn. Vê mijarê ji xwe re dikin dert û pêdivî bi axaftinê dibînin. Der barê wê de naverokan diafirînî, lê dixwazî bi awayekî sosyolojîk li pişt perdeya wê binêrî. Tişta ku ez dixwazin eşkere bikim, bi awayekî sosyolojik pişt perdeya van pirsgirêkan bimînim û nîşan bidim.”
‘Bandorekî dualî ya medyaya dîjîtal heye’
Ezgî Sila Demîr, da zanîn êdî bi bandora teknolojiyê jî "serdemeka dîjîtal" tê dijîn û diyar kir ku medyaya dîjîtal hêzek bibandore, lêbelê di nava xwe de hinek handîkapan jî dihewîne.
Li gorî Ezgî Sila Demîr, bandorê dualî ya medyaya dîjîtal heye û van bandoran wiha pênase dike: "Belê, di medyaya dîjîtal de qadekî îfadeyê hate vekirin. Gelek tiştên nehatine axaftin, li wir tê axaftin û digihîje girseyên diyarkirî. Êdî veguherî aliyek girîng ê jiyanê. Lewma, ez bawer dikim ku divê em bêyî dev jê berdin, vê qadê hinekî din tijî bikin. Ji aliyekî ve qadek azad pêşkêş dike, lê ji aliyê din ve jî me şêwe dike. Ez bawer dikim ku paradoksek wiha ye. Rêvebirinek têgihîştinê ya pir cidî heye. Em di jiyana xwe de bi domdarî li ser medyaya civakî tiştên ku rastî tên difikirin. Piştî demekî, em bi awayekî nexwest difikirin ku divê wisa be. Beşek mezin a ji civakê ji aliyê vê rêveberiya têgihîştinê ya medyaya civakî ve bandor dibin û jiyana xwe li gorî wê şêwe dikin. Lewma, ez bawer dikim ku medyaya dîjîtal jî me sînordar dike. Ez bawer dikim ku pergal, çanda xerîdar a ku em jê re dibêjin modernîteya kapîtalîst xwe mîna 'azadî' nîşan dike û me bi awayekî jî şêwe dike. Lewma, pêdivî nêrinekî cuda heye. Dibe ku hinek kesên ku dibêjin tu di nav de cih digrî û çima rexne dikî. Di navde cihgirtin nayê vê wateyê ku ez tiştên çavderî dikin neynîn ziman û rexne nekim. Em di cîhanekî modern de dijîn, lê nayê vê wateyê ku em vê cîhanê rexne nekin û ji bo guhertînê hewildanan nedin.”
‘Divê hinek tişt bi dengekî bilind bê gotin’
Ezgî Sila Demîr, bawer dike hemû pirsgirêkên ku tên jiyîn, xwedî paşerojek dîrokî ye. Ezgî Sila Demîr, destnîşan dike ku ji bo bidawîkirina newekheviya zayendî ya civakî pêdivî ketina nava tevgerê heye û wiha dibêje: "Êdî hinek tişt kevnar bûn. Ji têgihîştinan bigre heya etîketan. Divê êdî di sedsala 21’an de ev newekhevî raweste. Min xwest pişt perdeta pirsgirêkê bi rêya têgînên cûrbecûr rave û eşkere bikim ku ka çima û çawa çêbûye, di jiyana rojane de jî têkildarî van nakokiyan pirs pirsbikim û mirovan teşwîqê fikirine bikim. Her çend pir bilind nebe jî, girseyek min diyarkirî heye. Carna kesên ku min li kafeyekê an jî li kolanek dibînin, têkildarî naverokan bersivên erênî didin. Ez bersivên teşwîqker, piştgirî û motîvasyonê digrim. Dema ev çêdibin, ez motîve dibim.”
‘Pêwîste em bigihîjin feraseta bingehîn a mêr’
Ezgî, diyar dike ku di qada civakî de jinan gelek pirsgirêkan bi tecrûbekirine dijîn û lewma ji sedemên pirsgirêkên tên jiyîn û çareseriyên, ne xerîb in. Ezgî Sîla Demîr a got "Pêwîste em bigihîjin pergala bingehîn a mêran û axaftina xwe wiha domand: "Divê em hinek naverokên mêran jî rexne dike, bihilberînin. Ji ber ku jin jixwe pirsgirêkek ferqbûnê dijî. Divê em bikaribin vê yekê ji kesê an jî feraseta ku em mîna sûcdar nîşan didin rave bikin. Têgihîştinek ku divê jin tiştên ku têkildarî jinê tên vegotin guhdar bike û tenê hewce dike ku ew bizane bibe û fêmbike. Divê mêrên xwedî heysiyet û rûmet, li dijî vê cudakariya li ser jinan bisekinin û têbikoşîn.”
‘Mîna jinek avakirina demê ne hêsan e’
Ezgî Sila Demîr, da zanîn zehmetiyên hilberandina naverokan jî heye û bi van gotinan diyar kir ku ewê bikaranîna medyaya dîjîtal bidomîne: "Zarokek min a kur heye û dema ew hişyar ve pêkanîna vê yekê ne pêkan e. Divê dema ev xew dike, ez ji xwe dem avabikim an jî dema li malê yek hebe vê kêliyê veguherînim derfetê û naverokan dihilberînim. Wek jin avakirina dem ne hêsan e. Divê ev xwendinan veguherînim nivîs, algoritmayên medyaya civakî bizanim û li gorî vê tevbigerim. Pirsgirêka algorîtmaya medyaya dîjîtal heye û divê algorîtma tê bibîne. Divê hewildanên ku bala mirovan dikşînê bên kirin, di rojavê de çi heye, divê ez çi biaxîvim û ez dikarim vê yekê çawa di deqeyek de bicîhbikim? Lêkolîna van hemûyan dikî. Telefon û trîpotutek min a maseyê heye û ez dîmenan di odaya xwe ya xebatê de dikim. Planek min a kişandina vîdeyoyên YouTube jî heye.”
‘Herî zêde jin tên lînçkirin’
Yek ji mijarên ku Ezgî Sila Demîr derbarê vê de naverokan dihilberîne jî çanda lînçkirinê ye. Ezgî Sila Demîr, diyar dike ku di medyaya dîjîtal de herî zêde û herî hêsan jin tên lînçkirin û axaftina xwe wiha didomîne: “Min parvekirinek binavê ‘Di trafîkê de bûyina ajokara jin’ kir û hinek bikarhênerên medyaya civakî yên mêr şîroveyên mîna ‘hûn mîna dayik û xwişk taca serê me ne lê derkevin trafîkê’ kiribûn. Hêj vê yekê bi awayekî zelal dibînî: tê mîna kirdeyek namîne. Li aliyekî din jî vê yekê dibî û derdixî pêş, lêbelê di vê qadê de herî zêde jin tên lînçkirin. Handîkapek bivî awayî ya medyay dîjîtal heye. Tişta ku divê li dijî vê yekê bê kirin jî bi awayekî israr cihgirtina vê qadê ye. Belê, handîkap jî hebîn, medyaya dîjîtal heye. Tişta ku em hewil didin jî vê qadê bi awayekî rast û berhemdar bikarbînin.”