Pirekî di navbera Rojhilat û Rojava de: Kobanê

Berxwedana Kobanê di navbera Rojhilat û Rojava de têkiliyek kûr da avakirin û tevgerên şoreşger ên Rojhilat bandor kir. Jina ji Rojhilat a wê demê xebat meşandiye got: “Berxwedana Kobanê ji bo serî rakirina li hemberî fikrên baviksalar bû çirûsk.”

MEHTAB ŞERÎFÎ

Urmiye – Di salên dawiyê de berxwedana Kobanê ji bo Kurdan û civaka navnetewî bû yek ji bûyerên herî diyarker. DAIŞ bi piştevaniya dewletên mîna Tirkiye û Qetarê dest bi dagirkirina her derê kiribû û tirsekê mezin derketibû holê. Êrişî gelek bajaran kir û bi hezaran kesan qetil kir. Berxwedana ku bi pêşengiya YPJ, YPG li dijî hovîtiya DAIŞ’ê li Kobanê destpê kir li hemû cîhanê deng veda. Gelên bindest, jin û ciwanên şoreşger berê xwe dan Kobanê û li wê derê bûn xwedî têkoşînek mezin. 

Li ser çalakvanên Kurd bandora şerê Kobanê

Di nav jinên pêşeng de ku ji Rojhilatê Kurdistanê hatiye Rojava û ji wir jî beşdarî dilê berxwedana Kobanê bûye Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî jî heye. Werîşe di dema ku dewleta Tirk bi awayekê aşkere piştgirî dida DAIŞ’ê, tevî gerîlayên Kurdistanê mil bi mil vê bajarê parast. Di dema vî şerî de birîndar bû. Komara Îslamî ya Îranê ku xwedî polîtîkayên mîna yê dewleta Tirk û DAIŞ’ê ye Werîşe revand. Di encamê de Werîşe ev salek e li girtîgehê tê girtin. Pexşan Ezîzî jî weke jinekê çalakvan ku di dema berxwedana Kobanê û Rojava de xizmeta civakî dida kesên ji şer bandor bûne, niha ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ye. Werîşe bi peyama xwe ya ji girtîgeha Evînê nivîsandiye vê rewşê wiha tîne ziman: “DAIŞ serê me jê dike, Komara Îslamî ya Îranê jî darve dike.”

Di qada berxwedanê de hebûna jin û ciwanên Kurd

Di vê şerê dîrokî de jin û ciwanên ji hemu Kurdistanê, bi motîvasyona welatparêzî û wêrekî xwe gihandin Kobanê û beşdarî şerekî ku gef li jiyana wan dixwar bûn. Bi pêşengiya gerîlayan, şervanan û gelê ku di lêgerîna azadiyê de ye, berxwedana ku çar mehan berdewam kir bi serkeftinê tacîdar bû. Ev serkeftin bi pêşxistina şoreşa Rojava re sînordar nema, di heman demê de di navbera beşên cûda yên Kurdistanê û bi taybetî di navbera Rojava û Rojhilat de têkiliyan bihêz kir. 

Pirekî di navbera Rojhilat û Rojava de

Piştî serkeftina dîrokî ya Kobanê, di sala 2015’an de li kolanên Rojhilatê Kurdistanê pîrozbahî çêbûn û dirûşmên piştevaniya di navbera gelên Rojava û Rojhilat de hatin berzkirin. Beriya vê bûyerê ji ber hebûna dewletên dagirker û sînorên hatine danîn di navbera Rojava û Rojhilatê Kurdistanê de ewqas têkiliyekê kûr nebû. Lê berxwedana Kobanê gerlê Kurd carekê din herikand kolanan û vê carê ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê gelek kes berê xwe dan Rojava. Her wiha li zanîngehan çalakiyên ji  bo piştevaniya Kobanê û li dijî DAIŞ’ê hatin lidar xistin. Li rojhilat li gelek bajaran protestoyên berfiireh ên piştgirî dide Rojava hatin lidarxistin. 

Ji Kobanê ber bi Rojhilat: Jin Jiyan Azadî

Di berxwedana Kobanê de felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi wateya xwe li dijî DAIŞ’ê disekinî. Mîna ku Werîşe Muradî di peyama xwe de jî diyar dike: “Tekbîrên wan serê jêkirî yên jinan û zarokan bibîr dixist, qêrînên me jî Jin Jiyan Azadî temsîl dikir.”

Sekan li hemberî jinan a komên paşverû noqteyê wan ê zeîf e; zanist û azadiya jinan tam jî bûye tirsa dilê wan. DAIŞ ji têkoşîna jinan a bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ didin ditirsiya. Ji aliyê dewletê ve bi hiceta ‘li gor qûralê xwe girtinê tevnegeriyaye’ qetilkirina Jîna Emînî, bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ hişyarbûnê anî û serhildana herî mezin a bi vê felsefeyê şêwe girt belavî cîhanê kir. Êdî li çar aliyê cîhanê li dijî pergalên dijberî jin û metînger ev dirûşim olan dide.

‘Hemû gotinên me li ser berxwedana Kobanê bûn’

Em bi xwendekarên ku piştgirî didan berxwedana Kobanê û aktivîstan re li ser wan rojan axivîn. Wan aktivîstan diyar kirin ku dema piştgirî dane Kobanê rastî zext û gefên dewletê hatine.

Leyla (navê lixwekirî), şagirda berê ya Zanîngeha bir Payam Nûr e, wiha behsa pêvajoya berxwedana Kobanê dike: “Wê demê, em bi aktivîstên xwendekar re bi riyên cuda tevli berxwedana Kobanê bûn. Hemû nîqaş, ji civînên komê yên zanîngehê heta sohbetên me yên ji dil, her dem em li ser Kobanê diaxivîn. Zanîngeh û civak, pir ji vê rewşê bi bandor bûbûn. Em ji bo berxwedana Kobanê tevli gelek mitîngên ji bo piştgiriyê bûn lê ji ber zextên zêde yên ewlekariyê, gelek ji me ji aliyê yekîneyên îstîxbarata Maku û Bokanê ve hatin gazîkirin. Wê demê rektorê zanîngehê kesekî girîdayî hikumetê bû; ji ber vê li dijî xwendekaran dosya amade kir û giliyê wan kir. Gelek xwendekarên ku ez jî di navbera wan de bûm, ji neçarî dest ji zanîngehê berdan û ji dûr ve xwendina xwe domandin lewre ji ber zextan em nikaribûn biçin zanîngehê.”

‘Pirtûkên Rêber Apo dihatin xwendin’

Yek ji xwendekara berê ya Zanîngeha Urmiyê Rojîn (navê nerast e) çalakiyên wêrek û xeternak ên ku ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê pêk anîne wiha anî ser ziman: “Di wê demê de me hemû bala xwe da berxwedana Kobanê û pêvajoya wê ya dîrokî. Me li zaningehê gelek mîtîng li dardixist. Me dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Kobanê’ û ‘Şehîd namirin’ berz dikir û em dihatin cem hev. Dirûşmeya ku herî girîng dihat berzkirin ‘Jîn, Jiyan, Azadî’ bû. Me her tim behsa berxwedana jinan a li Kobanê, felsefeya Rêber Apo û rola jinê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de dikir. Di nava xwendekaran de pirtûk û broşurên li ser ramanên Rêber Apo ji destekî belavî destek din dibû. Ev serpêhatî di hişê gelek xwendekaran de çirûskek mezin çêkir. Em hîn zêdetir di têgihiştinina berxwedan û lêgerîna azadiyê de kûr bûn.” 

'Kobanê ji bo me bû sembola yekîtî û hevgirtinê'

Esrîn (navê nerast e) bîranînên xwe yên weke aktîvîsteke ku di çalakiyên gel ên ji bo piştgiriya Rojava û Kobanê de roleke bibandor lîstiye wiha got: “Em bi komek çalakvanên sivîl re li gelek bajaran hewl didan ku bi rêya dîjîtal meşên mezin organîze bikin. Me li hin bajaran çalakî li dar xist; Lê belê hin hevalên me rastî gazîkirin, binçavkirin û lêpirsînên tund hatin. Komara Îslamî ya Îranê li dijî wan dosya vekirin. Di vê pêvajoyê de bi taybet jin û ciwan gelek çalakvan ji bo tevlî berxwedana Kobanê û Rojava bibin çûn Qendîlê. Kobanê ji bo me bû sembola yekîtî û hevgirtinê.”

Esrîn di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di civaka kevneşop û baviksalarî de berxwedana Kobanê bû çirûska herî mezin a şikandina ramanên baviksalarî” û diyar kir ku dema şervanên azadiyê li dijî tarîtiya DAIŞ’ê li ber xwe didan, ew bûne şahidê rûxandina baweriyên kevneşopî yên li tevahiya Kurdistanê û wiha berdevam kir: ““Bandora vê pêvajoyê ewqas kûr bû ku mirov dikare bêje yek ji bûyerên ku di sala 2022’an de hîmên şoreşa ‘Jîn, Jiyan, Azadî’ danî. Dema ku ev serhildan dest pê kir me hevalên xwe yên berê yên ku piştgirî dan Kobanê, Rojava û Şengalê li gel xwe dît û bîranînên me zindî bûn.”

Esrîn di dawiya axaftina xwe de çalakiyên xwe yên cuda wiha rêz kir: “Me çalakiyên sembolîk ên weke çandina daran jî li dar xist. Mînak di dawetên xwe de hevjînên ciwan ji bo piştgiriyê bidin berxwedanê zêrên xwe diyarî berxwedanê kirin Me jî dît ku komek ciwan tevlî gerîla bûne. Ev tevger bûn sembola piştgirî û hevgirtina kûr a gel a ji bo Kobanê û têkoşîna azadiyê ya wê demê.”