Dayika 4 şoreşgeran Zerge Cinêd jiyana xwe ji dest da

Vê sibê dayika 4 şoreşgeran Zerge Cinêd jiyana xwe ji dest da. Beriya vê 2 rojan kurê wê yê mezin jî jiyana xwe ji dest dabû.

Navenda Nûçeyan-Zerga Cinêd (75) a ku dayika 4 şoreşgeran  bû, li gundê Berxbetan ê Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Beriya wê 2 rojan, kurê wê yê mezin Ebdulqadir Behaûdîn jî jiyana xwe ji dest dabû.

Zerge Cinêd li Kobanê tê naskirin. Dayika şervanê tevgera rizgarkirina Kurdistanê Osman Behaûdîn ku li Rûbarokê sala 1992`yan jiyana xwe ji dest dabû, Mistefa, Helîme û Kîfah Behaûdîn e ku di komkujiya Berxbetanê de bi destê çeteyên DAIŞ`ê sala 2015`an de jiyana xwe ji dest dabûn. Dapîra şoreşger Jiyana Behaûdîn û Aras Cinêd e ku şervanên YPG`ê bûn.

Zerge şahida komkujiya Berxbetan bû ku DAIŞ`ê Hezîrana 2015`an kiriye û di encamê de 28 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Wêneya wê ya demê hatiye kişandin dema çek rakiriye, bû sembola berxwedana jinên Kurd a li dijî DAIŞ`ê.