Peymangeha Bilind a Hunerê dest bi perwerdeyê kir
Peymangeha Bilind a Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşxistina jêhatîbûn û hunera ciwanan li herêmê tevdigere û di heman demê de weke amûreke parastina çand û ziman tê dîtin.
Qamişlo – Bi Şoreşa Rojava re guhertinên radîkal di jiyana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk hatin. Peymangeha Bilind a Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Rojava hatiye vekirin, namzet e ku bibe yek ji cihên pêşeng ên vê guhertinê. Vekirina peymangehê ji bo jiyana çandî û hunerî ya li herêmê wek gaveke girîng tê dîtin. Peymangeha ku pêşî li pêşxistina jêhatîbûna ciwanan vedike, ji bo xurtkirina veguherîna civakî jî weke yek ji firsendê tê pênasekirin.
‘Şoreş di her alî de bi xwe re guhertin anî’
Derbarê girîngiya vekirina peymangehê de hevseroka Peymangeha Bilind a Hunerê Sîham Dawûd got: "Piştî avakirina komîteyekê ji bo mijara pêşxistina hunerên ciwanan kar li ser avakirin û vekirina peymangehê hat kirin. Ji beriya 5 mehan ve amadekariya vekirina peymangehê di 17 Cotmehê de hatibû kirin. Bi vekirina peymangehê re divê çand, zimanê şoreşa Rojava be û nirx û perspektîfên wê derbirîn bike. Her wiha ji bo avakirina kadroyên huner û çandî di lêkolîna xwe de xwe bispêre bingehên zanista akademîk. Ev şoreş di her alî de bi xwe re guhertin anî."
‘3 beşên sereke yên peymangehê hene’
Sîham Dawûd wiha domand: "Meydana çand û hunerê yek ji girîngtirîn meydanên şoreşê guhertin tê de çêkirin e û ew e rê li ber pêşketina çandî li ser herêmê vekiriye. Ji ber wê em berhemên çandî mezin û serkeftî di 10 salên dawî heta roja îro dibînin. Weke gava destpêkê 3 beşên sereke yên peymangehê hene "mûzîk şano û sînema" ye her wiha em ked didin ji bo hemû rengên hunerê di peymangehê de cihê xwe bigrin. Zimanê peymangehê Kurdî ye. Dema xwendina di peymangehê de 3 sal in û pratîk û teorîk e. Heta niha 60 xwendekaran navê xwe tomar kirine. Destpêkê em weke pêşbirkekê ji wendekaran re çêdikin û li ser bingeha asta wan li ser fêrbûna di peymangehê de tê erêkirin. Em di pêşwazîkirina xwendekaran de heta dawiya vê mehê de berdewam dikin."
‘Peymangeh pirrengiya çandan li herêmê nîşan dide’
Sîham Dawûd teqez kir ku fêrbûna bi zimanê Kurdî li herêmê li pêşiya tevlîbûna pêkhateyên din nabe asteng û wiha domand: "Tişta li peymangehê tê fêrkirin li ser bingeha çanda neteweya demokratîk ya rêzgirtinê ji hemû pêkhateyan re ye da ku bibe yekîtiyeke pirrengî. Deriyê peymangehê li pêşiya xelkên Kurdistanê bi hemû beşên xwe re jî vekiriye. Bêguman perwerdeya akademîk ji pêşeroja xwendekaran û rastiya hunerê li herêmê re hîn zêdetir serkeftî ye lê belê em nabêjin behre rola xwe nalîze ji ber ew e ya kesayeta hunermend ava dike. Perwerdeya akademîk jî kesayeta hunerî pêş dixe. Dema em wan kesayetan ava dikin em ê karibin bi riya vê yekê çanda herêmê belav bikin û rengê wê bi riya hunerê derxin. Em hemû rola hunermendan di pêşxistina civakan de nas dikin. Gelê Kurd tevî hemû paşguhkirinan û êrişên berdewam nasname dîrok û zimanê xwe bi riya huner çand û berxwedanê parastin. Ji ber wê em dibînin huner ji bo parastina destkeftiyên şoreşê gelekî girîng e."
‘Ez ê armancên xwe pêk bînim û behreya xwe pêş bixim’
Hîba Yûsif a di beşa sînemayê de navê xwe tomar kiriye got: "Vekirina peymangehekê bi zimanê Kurdî li herêma me ji me re xeyalek bû. Ji biçûkaniya xwe ve ez ji sînema û lîstikvaniyê hez dikim. Ez hewil didin xwe di vî warî de pêş bixim. Ev peymangeh ji min û gelek xelkên herêmê re derfetek bû. Ez ê herdem ji bo pêşxistina civaka xwe kar bikim."
‘Tevî ez koçber im jî min dest ji jêhatîbûna xwe bernedaye’
Her wiha Roşen Mihemed a ji bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî ye, hestên xwe wiha anî ziman: “Herdem xeyalê min ew bû peymangeheke hunerê vebe bi taybet li herêmên me. Peymangehên hunerê tune bûn ji ber herêm ji aliyê hikûmeta Şamê ve beriya Şoreşa Rojava paşguhkirî bû. Ez tevlî peymangehê bûme û min navê xwe di beşa mûzîkê de tomar kiriye ji bo xwe pêş bixim. Divê malbat piştgiriya jêhatîbûna zarokên xwe bikin û girîngiya vê yekê bizanibin. Tevî ez koçber im û warê min dagirkirî ye jî min dest ji jêhatîbûna xwe bernedaye û kar li ser pêşxistina wê dikim."