Peyama Semra Güzel: Bawer bin, em ê bi ser bikevin
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel bi rêya parêzerên xwe pêyama xwe ragihand û got: “Biryar bi tenê siyasî bû. Lê piştrast bin, em ê bi ser bikevin, hêvî wê bi ser bikeve, aştî dê bi ser bikeve, jin dê bi ser bikevin, dê gel bi ser bikeve."
Navenda Nûçeyan – Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel ku bi armanca desteserkirinê parêzbendiya wê hatibû rakirin û bi awayekî neqanûnî hatibû girtin, yekem peyama xwe bi rêya parêzerên xwe ragihand.
Semra Güzel di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Berî her tiştî divê ez bibêjim ku ez pir baş im ji ber ku ez rast dibêjim, em rast dibêjin. Me hemûyan pêvajo ji nêz ve dişopand, ev pêvajo bi tevahî neqanûnî bû. Ev biryar tenê siyasî bû. Lê bawer bin, em ê bi ser bikevin, hêvî wê bi ser bikeve, aştî dê bi ser bikeve, jin dê bi ser bikeve, dê gel bi ser bikeve.
Ez ji we hemûyan hez dikim û bi rêzdarî silav dikim...”