Peyama ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’: Divê em ji bo demokrasiyê dengê xwe bilind bikin

Ji gelek bajaran gel ji bo li dijî tecrîd, qeyûm, şerê taybet û polîtîkayên qirkirina ekolojîk dengê xwe bilind bikin ber bi Colemêrgê ve dest bi meşê kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya bi pêşengiya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê ku di 3’ê Hezîranê de, dest pê kir. Çengên meşê yên ji Stenbol û Îzmîrê dest pê kirin wê di 3’ê Tîrmehê de li Wanê li hev bicivin. Ji vir wê bi hezaran kes li gel heyetên Kurdistanê biçin Colemêrgê.

Di meşa ku li dijî polîtîkayên tecrîda li Îmraliyê tê girankirin, qeyûm, pêkanînên şerê taybet û operasyonên qirkirina siyasî hatî destpêkirin de, wê daxwaza edalet û demokrasiyê bê qêrîn. Meşa heyetê ya ji Wanê heta Colemêrgê wê 6 rojan bidome. Di dawiya meşê de wê li navenda Colemêrgê daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayîn û piştgirî ji nobeda edaletê re bê dayîn. Heyeta ku armanca wê di tevahiya meşê de biçe bi dehan gundan û bi sedan kesî re têkilî daynin, wê li her derê tecrîd û polîtîkayên qeyûm bi dengekî bilind bînin ziman. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya DEM’ê (MYK) Hatîce Betûl Çelebî bang li hemû gelan kir ku li dijî polîtîkayên ku weke darbeya demokrasiyê bi nav dike, dengê xwe bilind bikin.

‘Em ji bo demokrasî û edaleta ku nayên bicihanîn dengê xwe bilind dikin’

Hatîce Betûl Çelebî, diyar kir ku li dijî darbeya demokrasiyê û polîtîkayên derhiqûqî yên ku zêde dibin meşek tê lidarxistin got: “Edalet têgîneke ku pêwîstiya her kesî pê heye. Piştî hilbijartinên herêmî li ser navê demokrasiyê rewşeke ku ji bo me hemûyan nayê qebûlkirin derket holê. Mijara qeyûm veguherî polîtîkayek berdewam. Divê ev pêvajo ne tenê wekî mijara qeyûm were dîtin, divê wekî mijara demokrasî û edaletê were dîtin. Ev prensîbeke giştî û beşeke bingehîn a demokrasiyê ye ku di siyaseta herêmî û giştî de mafê dengdanê û hilbijartinê hebe. Qeyûm jî vê bişkoka yekem a gomlekê demokrasiyê xelet dike. Ji aliyekî ve ev rewş mijara edaletê ye. Girîngiya vê meşê ew e ku ev giraniya edaletê ji lêpirsînê re bê vekirin. Dema ku em ji vir lê dinêrin, bi van pêkanînan li seranserê welêt hesta edaletê di wateyek cidî de rastî derbeyê tê. Divê ev têgîn di her aliyê jiyanê de xwe nîşan bidin. Hem edalet û hem jî demokrasî divê ji bo her kesî wekhev bê sepandin.”

‘Rêgeza wekheviyê tê binpêkirin’

Hatîce Betûl Çelebî diyar kir ku divê zîhniyeta heyî dest ji polîtîkayên derbeyê yên li ser vîna gelan e, berde û destnîşan kir ku ev meş wê nebin gavên dawî yên têkoşîna li dijî van polîtîkayan. Hatîce Betûl Çelebî diyar kir ku ew ê ji bo daxwazên demokrasî û edaletê li her qadê têbikoşin û amade bin û wiha got: “Ev mijara civakîbûnê rewşa veqetîna ferd ji kolektîfê, demeke dirêje zererê daye rewşa nîşandana refleksên hevpar ên pirsgirêkan. Li Colemêrgê mafê dengdan û hilbijartinê ji destê welatiyan hat girtin. Mafên ku li Tirkiyeyê her welatiyekî wekhev heye ji bo Colemêrgê nayê sepandin. Me berê jî heman rewş li Kepezê jiya. Li Kepezê gel dikare ji meclîsê serokê xwe hilbijêre, li Colemêrgê jî welatî nikarin ji vî mafî sûd werbigirin. Li vir binpêkirina wekheviyê heye. Ev rewşek e ku îradeya welatiyan ji holê tê rakirin.”

‘Divê her kes ji vê zîhniyeta derbeyê re bêje raweste’

Hatîce Betûl Çelebî bang li hemû gelên alîgirê demokrasî û azadiyê kir ku tevlî meşê bibin û got: “Her wiha ji dervey vê tasfiyekirina nûnertiya jinê heye. Mijar li vir ne tenê hevşaredarî, sîstema hevşaredariyê jî tê hedef girtin. Di mijara temsîliyeta wekhev a jinan de jî binpêkirina mafan heye. Li dijî vê zîhniyeta êrişê ya ku jin li tevahiya Tirkiyeyê dijîn, divê welatiyên Colemêrgê xwedî li vîna xwe derkevin û dengê xwe bilind bikin. Divê hemû gel piştgiriyê bidin vê meşê û ev meş wê pêvajoya pêşiya em de jî diyar bike. Divê gel ji vê derbeya demokrasiyê re bêjin raweste. Divê bi gelê Kurd re hevgirtinê pêkbînin û bi hev re vê rêyê bimeşin.”