Li Rojhilat herî kêm 4 jin hatin qetilkirin, 9 mirinên bi guman
Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê di meha Îlonê de li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 4 jin hatine qetilkirin, 9 jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafê Mirovan ya Kurdistanê derbarê rewşa jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de raporek belav kir.
Li gorî raporê di meha Îlonê ya îsal de li Rojhilatê Kurdistanê 4 jin hatine qetilkirin û 9 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.
Di heman raporê de hate gotin ku di meha Îlonê de Wezareta Îstîxbarata Îranê ji bo lêpirsînê bang li 6 jinan jî kiriye û bêyî biryara dadwer hatine binçavkirin.