Peyama jinan ji Newroza Qendîlê jiyana bi hevre û aştî ye

Cejna Newroza 2725’an a Kurdî ya îsal ji salên din cûdatir, ji aliyê jinan ve bi banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi coştir hat pîrozkirin. Jinên beşdarî Newrozê bûn peyama jiyana bi hev re û aştiyê dan.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Li Başûrê Kurdistanê her sal cejna Newrozê tê pîrozkirin. Di 21’ê Adarê de Newroza li Qendîlê hat pîrozkirin. Bi hezaran kes bi coş û xiroş beşdarî Newroza Binarê Qendîlê bûn.

Di qada şahiyê de wêneyên cangoriyên Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Gel bi coş û xiroş bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê serok Jiyan Nabe’ cejna Newroza Qendîlê pîroz kir. Her wiha banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroza îsal bi coş kir.

‘Ji her derê jinan berê xwe da Binarê Qendîlê’

Edama Komîteya Amadekar a Newroza Binarê Qendîlê Sara Reza diyar kir ku ev çend sal e gelê Kurd li Binarê Qendîlê cejna Newrozê pîroz dikin û wiha got: “Newroza 2725’an a Kurdî ji salên din cûdatir bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kelecana me zêdetir kir. Her sal li binarê Qendîlê Newroza taybet tê pîrozkirin. Ji tevahî perçeyên Kurdistanê gel ji bo guhdarkirina banga dîrokî berê xwe da binarên Qendîlê. Binarê Qendîlê, nûbûna xwezayê û pîrozkirina salek nû ya Kurdî ye. Hemû Kurd bi cil û bergên Kurdî beşdar bûn. Kurdên li çar aliyên Kurdistanê bi coş û xiroş ji 1’ê Adarê ve çalakiyên Newrozê lidar xistin.”

‘Rêveberiya Başûr astengî derdixe’

Sara Reza da zanîn ku desthilata Başûrê Kurdistanê hewl daye çalakiyên netewî bêdeng bike û wiha got: “Çalakiya me ya 8’ê Adarê asteng kir, niha ji bo amadekirina Newroza 2725’an a Kurdî li bajarê Hewlêrê hevala me Hewrê Kurdî ji aliyê hêzên  PDK’ê ve ji mala xwe hat girtin û heta niha nayê zanîn li ku ye. Em ji bo azadkirina Hewrê hewl didin.”

‘Îsal cejna Newrozê bi coş bû’

Endama Komîteya Amadekariya Newroza Binarê Qendîlê Tar Hisên destnîşan kir ku ji her çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat welatiyan serdana Binarê Qendîlê kiriye. Tar Hisên diyar kir ku tevî rewşa hewayê jî welatiyan berê xwe dane Binarê Qendîlê û wiha got: “Di heman demê de banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwedin. Gelê Kurd di vê Newrozê de li benda banga dîrokî bû. Ev coş û xiroşa welatiyan ji bo Newroza îsal nîşana wê yekê ye ku gelê Kurd her tim aştiyê dixwaze. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pirsa aştiyê karî guherîna di tevahî dinyayê de çêke. Ji ber wê îsal li Binarê Qendîlê ji hemû beşan gelan serdana Qendîlê kirin. Li gel nûbûna xwezayê û destpêka biharê hewlek ji bo nûbûna Kurdan didin. Peyama Aştî û demokratîk nûbûna Rojhilata Navîn e. Armanca me azadkirina Rêberê me ye.”

Peyama ji bo jinên dinyayê

Tara Hisên balkişand ser daxwaza Kurdan a aştiyê û di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Guherîn ji aliyê Kurdan ve li Rojhilata Navîn destpê kir. Em Kurd ji bo aştiyê destê xwe dirêj dikin. Lê belê emê li dijî her cûrê êrîşan serî dakin. Em Kurd her tim aştiyê dixwazin. Jin her tim ji bo aştî û bihevre jiyanê têdikoşin. Piştî banga dîrokî erkê me jinan zêdetir bû, emê kar û çalakiyên xwe bidomînin. Peyama me ji bo jinên dinyayê, jiyana bi hevre û aştî ye.”