Peyama jinan a seferberiyê: Bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî têkoşînê mezin bikin

Jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiv dan banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û diyar kirin ku bi şerê gel ê şoreşgerî ew ê xwedî li rûmet û azadiya gelan derbikevin.

YARA EL-XELEF

Reqa – Rêveberiya Xweser li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Kantona Şehba- Efrînê û êrişên li ser herêmê, ji bo xweparastinê bang kir û seferberiya giştî îlan kir.

Ereb, Kurd, Suryan, Tirkmen û neteweyên din bi pêşengiya jinan piştî têkoşîna ku bi salan berdewam kir, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn xwedî gelek destkeftiyan û ji bo parastina wan destkeftiyan bi hev re dixebitin. Jinan peyama xwe ya ji bo seferberiyê anîn ziman û gotin ku ew ê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî di her milî de parastina xwe bikin.  

‘Seferberiya giştî pêwîstiyek lezgîn e’

Hadiye Al-Ahmed a ji Dêrezorê wiha got: “Li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî, seferberiya giştî pêwîst e divê em hemû xaka xwe biparêzin. Îlankirina seferberiya giştî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bersiva li dijî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Dagirkeriya Tirk hewl dide herêmên me bê îstiqrar bike. Hedefa wan ne tenê xak e di heman demê de tunekirina nasname û çanda gelan e. Divê em hemû bikevin ferqa vê metirsiyê û li dijî vê bibin yek. Bi hemû yekîneyan di nava piştevanî û hevkariyê de bin. Şerê Gelê şoreşgerî ne tenê şerekî leşkerî ye, şerê xwedîderketina li azadiya gel û îradeyê ye. Divê em ji bo parastina mafên xwe û destkeftiyên xwe amade bin. Ez bang li her kesê dikim ku beşdarî vê berxwedanê bibin. Di vî şerî de her hewldan û deng girîng e. Divê em bersiva seferberiya giştî bidin, ji ber ku ev banga hişyarî û xweparastinê ye. Divê ji bo parastina xaka xwe û temînata pêşerojeke bi ewle em bibin yek.”

Banga ji bo yekitiyê

Berdeka Desteya Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Buthaina Abdo wiha got: “Êrişên çeteyên dewleta Tirk ne îro dest pê kirine, bi salan e didomin. Bi dagirkerina Cerablûs, Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Idlib û herêmên din dest pê kir û niha bi dagirkirina herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Dewleta Tirk bi riya van çeteyên ku fînanse dike û çek dide, hewl dide bandora xwe ya li ser xaka Sûriyeyê berfireh bike, demografiyê biguherîne, xeyalên xwe yên Osmaniya nû pêk bîne. Dewleta Tirk ji bo ku kaos û krîzê belavî hemû Sûriyeyê bike alîkariya van çeteyan dike. Divê hemû gel li dijî van êrişên dagirkeriyê bikevin nava seferberiyê û xaka xwe biparêzin.” 

‘Bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî têkoşîn û berxwedanê mezin bikin’

Endama Dîwana Serokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk Hind Dagistanî jî destnîşan kir ku ev êrîş planên dewleta Tirk ên dagirkeriyê ne û got: “Ev plan ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin. Dixwaze ji Helebê heta Mûsilê axa Sûriyeyê dagir bike û ji ber vê yekê em bang li gelan dikin ku bi ruhê şerê gel ê têkoşîn û berxwedanê mezin bikin. Ji bo komkujî dubare nebin, divê em aramiya gel biparêzin û bi hemû pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re destê xwe bidin hev û bi hev re bin.”