Peyama jinan a sala nû: Rêxistinbûna me dê bê rawestan, bi pêş bikeve
Jinên ku gotin sala 2021’ê ku me li pey xwe hişt, bi têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan derbas bû, peyam dan ku ev têkoşîn dê di sala 2022’an de hîn zêdetir bibe. Jinan diyar kirin ku ew ê bi hêvî û yekitiyê bikevin sala 2022’an.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Li Tirkiyeyê ji ber ku êrîşên li dijî jinan zêde bûne, di 19 salên dawî de zêdetirî 7 hezar jin û li gorî daneyên sala 2021’ê jî 392 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Bi rakirina Peymana Stenbolê ya li Tirkiyeyê, rojane bi navînî 3 jin tên qetilkirin, tundîtiya heyî hîn zêdetir bûye. Jinên ku di tevahiya salê de li qadan li ber xwe dan dê bi dirûşma têkoşînê bikevin sala 2022’yan. Jinên ciwan ên ji bo kêmkirina qetlîamên jinan banga rêxistinbûnê kirin, gavên hikûmetê yên di vê demê de avêtine jî rexne kirin.
Kongre bi coş û rengîn derbas bû
Jinan eleqeyeke mezin nîşanî 3’emîn Kongreya Asayî ya Ciwanan a ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan ve bi dirûşma "Niha Dema Ciwanan e" li Amedê hat lidarxistin dan. Jinên ku coşa têkoşîna jinan a sala 2021’ê birin kongreyê, bi govend û dirûşmên xwe peyam dan ku dê bi rêxistinbûn û têkoşîneke xurt sala 2022’an pêşwazî bikin. Di kongreya ku bi hezaran ciwan tevlî bûn de, dirûşma "Jin Jiyan Azadî" hat qîrîn. Kongre yek ji kongreyên ciwanan ên herî bi coş û qelebalix ên van demên dawî bû. Me mîkrofona xwe dirêjî jinên ku bi coşa xwe reng dan qadê kir û hêviya wan a der barê sala 2022’an pirsî.
“Em ê bi hev re bi hêz bibin”
Bêrîtan Tanişman: Ez ji zanîngehê mezûn bûm. Piştî mezûniyetê ez demeke dirêj bêkar mam û min li hemberî vê bêkariyê li ber xwe da. Li her derê Tirkiyeyê wekî jin têkoşîn û li sekna li ser piyan pir zehmet e, ji ber ku li hemû qadan ji ber nasnameya we ya jinan ji we re zehmetiyan derdixin. Min di sala 2021’ê de ji ber polîtîkayên dewletê di warê aborî de gelek zehmetî kişand. Hewldana hebûna li cihekî pir zehmet derbas bû. Li gel ve îsal gelek cînayetên jinan, destavêtin û bûyerên bi vî rengî pêk hatin. Li hemberî vê yekê hikûmet tiştek nekir û berovajî vê yekê sûcdar bê ceza hatin hiştin. Polîtîkayên bi vî rengî hişt ku ez hin bêtir lêpirsîn bikim. Min bi vê lêpirsîne hewl da ku di qada xwe de hêbûna xwe ava bikim. Di nav van şert û mercan de çi ji destên min bê ez ê bikim. Divê qada xebatê ya jinan bê bipêşxistin. Divê jin di sala 2022’an de xwe li her qadê ava bikin. Em wek jin gelek bi hêz in. Dema ku em bên cem hev û li kêleka hev bisekinin, em ê hîn zêdetir hêzê ji hev bigrin. Ez hêvî dikim ku sala nû zêdetir dînamîk be û bi têkoşîna serkeftî derbas bibe.
"Di sala 2021’ê de bûyerên tundiyê çend qat zêdetir bûn”
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Salîha Aydenîz: Sala 2021’ê, bû saleke ku çewisandin, komkujî û tundiya dewleta mêr a li ser jinan pir zêde bû. Di heman demê de jin her roj li her qadê li dijî van zextan û polîtîkayên ku dewlet bi awayekî sîstematîk dimeşîne têkoşiyan. Diyar kirin ku ew ê bi çalakiyên xwe li hemberî polîtîkayan bêdeng nemînin. Dîsa sala 2021’ê bi temambûn an jî bidawîbûna destkeftiyên ku jinan bi têkoşîn û hewldana xwe bi dest xistin re derbas bû. Sîstema Hevserokatiyê û Peymana Stenbolê hinek ji wan in. Li hemberî van hemûyan ev salek e ku jin hem ji bo zêdekirin û parastina destkeftiyên xwe, hem jî ji bo mayîndekirina destkeftiyên xwe hem jî li dijî van hemû polîtîkayên bêcezakirinê têdikoşiyan. Sala 2022’an wê bibe sala ku ev têkoşîn bi azadiyê bi encam bibe. Bi baweriya min dê bibe saleke ku destkeftiyên jinan bên parastin û mayîndekirin.
“Em ê teslîmê polîtîkayên pergalê nebin”
Nazlîcan Yildiz: Ev sal, bû salek e ku jin li dijî polîtîkayên newekheviya zayendî ya hikûmetê li ber xwe dan. Her ku van zextan û qirkirinan berdewam kir, têkoşîna jinan jî xwe mezin kir. Sala 2021’ê di vê wateyê de ji bo me pir xurt derbas bû. Tevî polîtîkayên hikûmetê jî me gav paşve neavêt. Em ê bi şîara qirkirina jinan rawestînin bikevin sala 2022’an. Sala 2022’an wê hem ji bo ciwanan hem jî ji bo jinan bibe sala têkoşînê. Em hemû polîtîkayên li ser jinan ên li herêma Kurdistanê tên meşandin dibînin. Em baş dizanin ku bi van polîtîkayên taybet çi armanc dikin. Jinên Kurd dê wan rawestînin. Em ê nebin esîrên van polîtîkayan. Weke ku min got em ê di sala 2022’an de têkoşîna jinan geş bikin û qetlîamên li ser jinan rawestînin.
“Dê rêxistinbûna me bidome”
Sevda Adibellî: Sala 2021’ê ji bo jinan pir xerab derbas bû. Gelek bûyerên kuştin û tecawiza li dijî jinan qewimîn. Li herêmê polîtîkayên şerê taybet hatin meşandin. Em ê di sala 2022’an de ji bo kêmkirina wan têbikoşin. Ji bo ku zêdetir jin neyên qetilkirin û di her warî de xwe bi pêş bixin, li ber xwe didin. Di vî warî de daxwaza min a herî mezin ev e. Divê jin di aliyê aborî, civakî û siyasî de xwe bi pêş bixin. Ez hewl didim di vê xalê de piştgiriyê bidim hemû jinan. Hêviya min ew e ku di sala nû de jin di her qadê de bibin pêşeng. Banga min a yekane ji vir ji hemû jinan re ev e; rêxistinbûna xwe mezin bikin. Heta ku hemû jin şiyar bibin û qetlîamên jinan rawestin em ê têbikoşin. Ev rêxistinbûna me dê bê rawestan, bi mezinbûnê bi pêş bikeve.
“Jinên Kurd rastî tundî û qirkirinê tên”
Rojda Fîlîz: Sala 2021’ê ji bo jinan bi rastî pir zehmet bû. Em her roj bi nûçeyên tundî yan jî mirina jinan şiyar bûn. Jin bênavber hatin qetilkirin. Jin di sala 2021’ê de ji bo ku dawî li van qetlîaman bê anîn, pir têkoşiyan. Jin dema bi hev re bin hîn zêdetir bi hêz dibin. Em hêvî dikin ku sala 2022’an ji bo jinan bi hêztir derbas bibe. Jin li kolanan, li malê û li her qadê zehmetiyan dikşînin. Bi taybetî jinên Kurd rastî tundî û qirkirinê tên. Ev tundî, di her warî de me xurtir dike. Bila jin bi yekitî û têkoşînê bikevin sala 2022’yan. Bila netirsin, çiqas tundî hebe jî bi hêz bimînin. Werin em bi hêz li ber xwe bidin da ku bizanibin em vê pergala ku li ser me ferz dikin tu carî qebûl nakin. Jin bi vê kongreyê re jî gelek mijûl bûn. Ev me kêfxweş dike û moral dide me.