Jinên Mexmûrê: Emê li hemberî têlkirinê nobeta xwe bigirin
Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê yê bejdarî çalakiya kon bûn diyarkirin ku ew tu caran qebûl nakin ku kes bê derdora wan têl bike û ewê çalakiyan xwe berdewam bikin.
HÊVÎDAR TALÎ
Mexmûr - Di 27’ê Kanuna 2021’an de hêzên Iraqê ji nişka ve xwestin bikevin Wargeha Penaberan a Mexmûrê û derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin. Li ser vê yekê gelê wargehê berê xwe dan ber benda kontrolê ya dikeve despêka wargehê û nerazîbûn nîşan dan. Piştî nerazîbûn û hevdîtinan hêzên Iraqê neçar man paşde bikişin, lê hîn metirsiya têlkirina wargehê dewam dike. Li hemberî vê nêzîkatiya wan penaberan dest bi çalakiyan kirine. Ji 1’ê Çile ve li ber benda kontrole ya li pêşiya wargehê konê çalakiyê hate vedan û çalakî bi biryardariyek mezin di roja çara de dom dike. Jinên bejdarî çalakiyê bûne, hewldana hêzên Îraqê ya dora wan bi têlan dorpêç kirinê bibîrxisitn û bilêv kirin ku ewê ticarî tiştek wiha nepejirînin.
“Me tu caran zilm û zordarî ne pejirandiye”
Ji jinên tevlî çalakiyê bûye Sitî Yeman da zanîn ku 27 sale kesê dora wana têlnekiriye û hata ku çalakiya wan encam negre dest jê bernadin û wiha domand: “Me çalakiya kon ji ber zilma li beramberî me tê kirin daye destpêkirin. Ev 27 sale em li ser xaka Îraqê dijîn û heşt wargehe me guhert me tu caran zilm û zordarî ne pejirandiye. Ev 23 sale em li Mexmûrê ne kesê dora me têl nekiriye, niha hêzên Îraqê dixwazin dora me têl bikin em vê yekê na pejirînin. Heta ku çalakiya me encam negre em dest ji çalakiya xwe bernadin. Ez bang li hemû Kurdan dikim ku bibin yek û divê ji ber hev ve dilê me bi êşe û em bibin yek û zilmê ne pejirînin da ku çareseriyek çêbibe Rêberê me azad bibe û deriyê girtigehan vebe.”
“Hêzên Îraqê dixwazin me bêxin çemberê”
Hewa Kar da diyarkirin ku heya serketinê ewê çalakiya xwe dom bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta ku em encam negrin, emê çalakiya xwe berdewam bikin. Hêzên Îraqê dixwazin me bêxin çemberê ji ber vê me kon danî emê nobeta xwe girin heta ku em bi serdikevin. Bangawaziya min ji hemû Kurdên welatparêz re ewe ku em destê hevdû bigrin û çalakiyên xwe berdewam bikin daku em Kurd bi serbikevin.”
“Ev fikra têlkirinê ji wan re rureşiye”
Hacer Tok bal kişand li ser hewildanên têlkirina derdora wargehê û destnîşan kir ku ev rureşiya herî mezine ji bo yên vê yekê fikirîne û wiha dom kir: “Hêzên Îraqê dixwaze dora me têl bikin û me bêxin di nava çemberê de ev 27 sale me hef wergeh guhertin kesê dora me têl nekiriye. Mita dewleta Tirk, PDK û hikmeta merkezî ya Îraqê bune yek ji ber bi tu awayî nikarin vê wargehê dixwazin bi dest bidin girtin û tune bikin. Em vê yekê bi tu awayî qebul nakin heta niha tu deman dora me nehatiye têl kirin. Ev 27 sale em penaberên siyasîne û niha dora me têlkirin rureşiya herî mezine. Em vê yekê tu caran qebul nakin. Çalakiya me berdewame, heta ku em encamekê bi dest nexin bi salan jî be emê çalakiya xwe berdewam bikin.”