Pêwîste em felsefeya Rêber Apo bixwînin û bidin xwendin
Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hesen da zanîn ku hêza xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digrin û wiha got: "Em ê felsefeya Rêber Apo bixwînin û bidin xwendin.

ROJÎN HEBABÎ
Şengal- Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 26’ê Çile de bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşma ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ kampanya dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê hemleyê de li ser asta cîhanî di 3'ê Gulanê de jî çalakiyên curbicur bi silogana "Diyaloga bi jiyana azad re" hate li darxistin û jinan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin.
Derbarê çalakiyên "Diyaloga bi jiyana azad re" Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hesen li ser armanca çalakiyê û girîngiya wê bi ajansa me re axivî.
‘Em hêz û vîna xwe ji gotinên Rêber Apo digrin'
Rîham Hesen destnîşan kir ku hêza xwe ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digrin û wiha got: “Di 3'ê Gulanê de li her deverê cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî hatin li darxistin û jinan dengê azadiyê bilind kirin. Ev çalakî li cîhanê deng veda ku girêdana gel bi Rêber Apo re nîşan da. Me jî xwest cihê xwe di vê hemleyê de bigrin û çalakiyên azadiyê li dar bixin. Gel bi hezkirî û coş berê xwe dan qadên çalakiyê û berspektîfên Rêber Apo guhdar kirin. Em hêz û vîna azad ji gotinên Rêber Apo digrin û bi vê hêzê rêxistinên xwe xurtir dikin. Emê hemû rojên xwe bikin hemleyên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."
'Em ê Rêber Apo bixwînin û bidin xwendin'
Di nava gotinên xwe de Rîham Hesen da zanîn ku ji bo bêhtir civak fikri û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas bikin wê di nava çalakî û tevgerê de bin. Rîham Hesen wiha domand: "Hemleyên ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike hedef wê dem dirêje be û heta ku ev azad pêk neyê em ê ranewestin. Em ê destpêkê pirtûk û analîzên Rêber Apo bixwînin piştre ji civakê re bidin xwendin. Rêber Apo ne kesayetek normal e ku rewşê dinirxîne. Kilîta çareserî û aştiyê di pirtûkên wî de ne. Naskirina Rêber Apo naskirina mirovahî û tevahî cîhanê ye. Di heman demê de riya azadiyê nîşanî me dide. Rêber Apo di gotinên xwe de tekez dike ku azadiya civakê bê azadiya jinan ne gengaze. Kesê ku Rêber Apo baş bixwîne û nas bike dikare bêhtir nêzî azadî û serkeftinê bibe. Rêber Apo nexşeriya jiyana azad pêşkêşî me dike."
'Azadiya me bi azadiya Rêber Apo re girêdayî ye'
Di dawiya gotinên xwe de Rîham Hesen dest nîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê pirsgirêka gelê Kurd qala pirsgirêka cîhanê û riyên çareseriya wê dike. Rîham Hesen wiha axivî: "Rêber Apo di pirtûk û nivîsên xwe de ne tenê pirsgirêka Kurd pirsgirêka cîhanê tîne ziman. Ev pirsgirêkên ku dikevin xizmeta hêzên hegomonîk û dûrî berjiwendiyên civakê ne. ji ber vê gelek girîng e ku em Rêber Apo baş bixwînin û bidin xwendin. Heta ku azadiya Rêber Apo misoger nebe dê azadiya me jî misoger nebe. Her wiha derxistina Rêber Apo ji zîndanên Îmraliyê erkek dikeve ser milê me hemûyan û em ê pêk bînin."