"Pêwîst e têkiliyên hemû ol û mezheban di oxira civakek demokratîk û jiyana azad de be"
Jinên ku beşdarî Konferansa Navneteweyî ya Ol û Mezhebên Mezopotamyayê bûn têkildarî xebatên xwe weke jinên oldar ji bo tevahî jinên bawermend nêrîna xwe anîn ziman û gotin: "Em dixwazin hemû şaşîtiyên ku civakê bi riya olan ji bo jinan bi pêş xistiye sererast bibin. Hevgirtina gelan di herêmê de wê hemû olan bi rengekî wekhev bide nasîn û zêdetir mafên jinan biparêze. Pêwîst e lêkolînên berfireh der barê rola jinan di olan de bên kirin û bi rengekî zanistî jiyana hevbeş em ji xwe re esas bigrin."
Jinên ku beşdarî Konferansa Navneteweyî ya Ol û Mezhebên Mezopotamyayê bûn têkildarî xebatên xwe weke jinên oldar ji bo tevahî jinên bawermend nêrîna xwe anîn ziman û gotin: "Em dixwazin hemû şaşîtiyên ku civakê bi riya olan ji bo jinan bi pêş xistiye sererast bibin. Hevgirtina gelan di herêmê de wê hemû olan bi rengekî wekhev bide nasîn û zêdetir mafên jinan biparêze. Pêwîst e lêkolînên berfireh der barê rola jinan di olan de bên kirin û bi rengekî zanistî jiyana hevbeş em ji xwe re esas bigrin."
ROJ HOZAN
Qamişlo- Konferansa Navneteweyî ya Ol û Mezhebên Mezopotamyayê bi dirûşma “Bi hev re em ê aştiyê belav bikin” li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Ev konferans bi beşdariya Endamên sazî û yekitiyên olî yên misilman, Êzidî, Xirîstiyan, Elewî her wiha hemû bawerî û mezhebên di herêmê de du rojin didome. Gelek mêvanên derve ji hemû ol û mezheban bi riya înternetê tevli konferansê dibin û di wê der barê de nêrînên xwe bi beşdarvanan re parve dikin. Armanca vê konferansê ew e ku hemû ol bibin alîgirên aştiyê û civakek demokratîk li ser hîmên rast ên olî ava bibe tê de mafên hemû olan parastî be. Helbet mijara girîng a vê konferansê, li ser jinan e, mafên jinan di olan de çi ye û çawa di olên ezmanî de cih digre. Gelek xalên girîng têkildarî mafên jinan hatine dayîn lê rola jinan di gelek nakokiyan re derbas dibe û di hin olan de rola jinan li gorî urfên civakê hatiye biçûkxistin. Têkildarî xebatên ku ji bo hemû jinên ol û mezheban hatine meşandin jinên oldar ên beşdarî konferansê bûn nêrîna xwe bi me re parve kirin.
"Hevgirtina gelan di herêmê de wê hemû olan bi rengekî wekhev bide nasîn"
Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Sûad Hiso der barê beşdarbûna xwe ya Konferansê de weke jinek ji ola Êzidî wiha nêrîna xwe bi me re parve kir: “Em weke Yekitiya Jinên Êzidî beşdarî vê konferansê bûne da em mafên tevahî jinan di hemû olan de fêm bikin, nas bikin û xebatên aktîf ji bo wê bidin meşandin. Jin di ola Êzidatiyê de ji berê ve xwedî nirx in, baweriyên wê pîroz in û di aliyê wekhevî, çand û nasnameyê de civaka xwe parastiye. Jinên Êzidî di civaka xwe de weke şêwermenda yekemîn lê tê mêzekirin. Êrîşên ku hatine ser civaka me, fermanên ku hêzên serdest li serê gelê me rakirin armanca wê ya yekemîn ew bû di şexsê jinên Êzidî de ol û civaka me ji kokê ve rakin. Di komkujiyan de yekser jinan hedef girtin û weke berjewendî bi kar dianîn. Îro piştî Xweseriya Demokratîk hat îlankirin em dixwazin hemû şaşîtiyên ku civakê bi riya olan ji bo jinan bi pêş xistiye sererast bikin. Bi van salên şoreşê re me hebûna xwe mayînde kir û zêdetir hêza me xurt bû. Îro hevgirtina gelan li herêmê wê hemû olan bi rengekî wekhev bide nasîn û zêdetir mafên jinan di hemû olan de biparêze.”
"Pêwîst e em hemû urf û adetên li dijî jinan ku bi wan ol tê reşkirin ji holê rakin"
Hevseroka Kongra Îslama Demokratîk a Herêma Cizîrê Delal Xelîl bal kişand ser lêkolîn û rastiyên ku gihîştinê ji bo rola pîroz a jinan di ola Îsmalê de û wiha got: “Pêwîst e lêkolînên berfireh der barê rola jinan di olan de bên kirin û bi rengekî zanistî jiyana hevbeş em ji xwe re esas bigrin. Pêwîst e Îslama demokratîk bê bipêşxistin û bi teqezkirina mafên jinan dûrî nijatperestiyên olî bikeve. Ji bo em encamên baş bi dest bixin divê em dîroka şaristaniyê vegerînin û baş olan fêm bikin. Xalên ku hatine destnîşankirin pêwîst e pêk werin û civakek demokratîk em ava bikin. Her wiha em dixwazin têkiliya hemû ol û mezheban misoger bikin. Kongreya Îslama demokratîk pir lêkolînên berfireh kirine der barê rola jinan di Îslamê de û weke encamên em gihîştinê pir hêja bûn lê civaka me van xalên pîroz li gorî xwe diguherîne û dibe astengî li pêşiya azadiya jinan. Hemû olên pîroz li dijî cahiliyetê sekinîne ku di wan deman de mafê jinan ji wan dihat girtin û bi temamî dihat binaxkirin. Em dixwazin jin rola xwe di olan de bilîzin û banga aştiyê bike. Pêwîst e em hemû urf û adetên li dijî jinan ku olê reş kirine bidin alî û ji holê rakin.”
"Sîstemên desthilatdar olan ji xwe re weke berjewendî li dijî jinan bi kar anîn"
Cîgira Seroka Yekitiya Jinên Xirîstiyan Sebah şabo der barê fêmkirinên şaş têkildarî rola jinan di olan de nêrîna xwe anî ziman û wiha got: “Ev konferans îsbata hevgirtina gelê herêmê bi hemû netew û olên wê ye. Olên ezmanî ji bo aştiya civakê û dilovaniyê hatine. Sîstemên desthilatdar olan ji xwe re weke berjewendî li dijî jinan bi kar anîn û di bi navê wê de jinan di civakê de helandin. Pir sûcên mezin li dijî jinan di bin navê olan de hatin kirin lê em baş dizanin ku rastiya ku ol pê hatine civakan ji bo aştî û hezkirina mirovan e. Hin zagon hene gelek zext li olan jî kirine bi rengekî ku li gorî xwe fêmkirina olê bi kar anîn. Em bi hêvî ne nêrînên berfireh der barê mafên jinan di olan de pên bipêşxistin, ev yek jî bi hevgirtina tevahî jinan mayînde dibe. Em ê bi hev re vê nexşeriya xweşik a hemû olên herêmê misoger bikin.”