‘Pêwist e jin ji tundiya ku ji ber şer zêde dibe werin parastin’

Çalakvana mafên mirovan û seroka Saziya Hebûnê ya Ewlehiya Mirovî Meha Miewed bal kişand ser rewşa jinên li Yemenê, anî ziman ku bi kûrbûna şerê li heremê re êrişên li ser jinan zêde dibin û got ku divê li dijî vê jin bên parastin.

HALA EL-HAŞIDÎ

Yemen- Ji ber hebûna hinek adat û hînbûyînên neyînî yên li Yemenê, rêjeya tundiyê zêde dibe lê rewşeke dijberî wê jî heye. Ew jî têkoşîna jinan a ji bo guhertina van adetan e. Bi zêdebûna zanebûna di warê dozên jinan de û balkişandina ser mafên wan hinek kevir ji cihê xwe dileqin.

Ji ber rewşa civakî qeydên li ser jinan zêde dibin

Avakirina Saziya Hebûna Ewlehiya Mirovî di sala 2012’an de çêbûye ji bo bandoreke kûr li civakê bike. Ji ber wê jî kar baş derbas dibe. Saziyê, li ser pisporiyeke baş di karê sivîl de kar kir her wiha bal kişand ser rewşên ku jin bi wan re rûbirû dimînin.

Meha Miewed wiha got: "Ji ber derfetên civakî yên ji ber rewşa şer a ku berdewam dike û zêdebûna krîzan, jin bi zehmetiyan re rîbirû dimînin. Ev rewş civak fêrî guhertinên çandî yên neyînî dike û di encamê de qeydên li ser mafên jinan zêde dibin. Medyaya dîjîtal yek ji mijarên ku çanda mêr a serdest xurt dike ye û di encamê de nêrîna şaş a der barê jinan de derdikeve holê. Ev awa gelek caran ji bo çewisandina çalakiyên jinan û rola wan a aktîf di civakê de tên bikaranîn. Tevî ku jinan roleke bi bandor û erêkirî di civakê de lîstine jî dîsa nakokiyên berdewam di navbera kesên ku ev guhertin erê kirine û hêzên li hemberî wan têdikoşin de hene."

Jinan roleke sereke di warê xizmetê û mirovî de lîstin

Meha Miewed li ser hebûna hinek aliyan jî wiha got: "Hêzên hegemon ku di navbera wan de hinek aliyên olî hene, li dijî mafên jinan in. Ew çalakiyên rêxistinên ku hewl didin mafên jinan xurt bikin red dikin ji ber ku ev yek bi fikrên teqlîdî heyî re ne guncaw e. Jin roleke sereke di warê xizmet û mirovî de dilîzin. Jin di refên destpêkê yên karê alîkariyan de ne ji dema ku koronayê dest pê kir. Roleke sereke li hemberî rûbirûbûyînan û rewşên şer lîstin. Jin weke pêşengên karên mirovî derketin holê. Her wiha dengekî xurt ji bangên aştiyê re çêbûn. Herî dawî jî hinek destpêşxeriyên armanc dikirin aramiyê bisepînin hatin destpêkirin."

‘Em rojane bi tundiya civakî re rûbirû bimînin’

Meha Miewed got: "Em rojane bi tundiya civakî rûbirû dimînin bi taybet tundiya li dijî jinan di cihên kar û giştî de. Ev yek vedigere paşketina pirsê û belavbûna çanda xilasbûna ji ceza. Ji ber vê yekê em dibînin girîng e parastina pêwîst were peydakirin."

Girîngiya piştgiriyê ji bo jinan

Meha Miewed bal kişand ser girîngiya çalakiyên civakî yên rêxistinên civaka sivîl û got ku ne tenê yên jin birêve dibin, yên mêr jî parastina jinan dikin û got: "Em bi berdewamî bang dikin ku jin ji tundiyê werin parastin. Her wiha divê rola wan a çalak di balkişandina ser binpêkirinên li dijî mafên jinan de werin belgekirin û dîtin."

Di dawiyê de Meha Miewed wiha got: "Divê em bi dengê xwe van dozan biparêzin. Girîng e belgekirina van binpêkirinan hebe û neyên paşguhkirin. Pêwîstiya me bi avakirina sendîkayan di cihê kar de heye ji bo jin ji tundiya civakî û cudakariyê werin parastin. Her wiha pêwîstî heye sendîkayên parastina mafên jinan jî hebin."