Pêvajoya binçavkirinê ya rojnamegeran hat dirêjkirin
Pêvajoya binçavkirinê ya 20 jê rojnamevan 21 kesên ku li Amedê hatibûn binçavkirin 4 rojên din jî hat dirêjkirin.
Amed - Di 8’ê hezîranê de li Amedê bi serdegirtina mal û saziyên wan de, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, edîtorên JINNEWS'ê Safiye Alagaş û Gulşen Koçûk, edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û Omer Çelîk jî di nav de 20 jê rojnmaven 21 kesên hatibûn binçavkirin ji bo dirêjkirina dema binçavkirinê duh anîn Edliyeya Amedê.
Rojnamegerên anîn edliyeyê demeke dirêj bi awayekî kelemçekirî hatin sekinandin. Piştî rojnamevanan bertek nîşan da kelemçe hatin derxistin û biryar hat dayîn ku dema binçavkirina wan ji bo 4 rojan hatiye dirêjkirin. Ji bo rojnamegerên ku 4 roj in di binçavan de ne, 4 roj dirêjkirina dema binçavkirinê hat dayîn re, dê 8 roj dibinçavan de bimînin. Biryara veşarî ya li ser dosyeya rojnamegerên ku li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê di hucreyên yek kesî de tên ragirtin jî didome.