“Pêşîlêgirtina rojnamevanan xizmetê ji azadiya ragihandinê re nake”

Rêxistina nuçegihaniyê ya ji bo maf û geşepêdanan, nêzîkatiyên rêveberiya herêma Kurdistanê yên li beramberî rojnamevanan bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Navenda Nuçeyan- Rêxistina maf û geşepçdanên nuçegihanan, nêzikatiya rêveberiya tendirustiya herêma Kurdistanê ji ber dema ku rojnamevanan xwestin daxuyaniya rêveberiya tendirustiyê bi şopînin pêşî li wan hat girtin û zoriyên ku rojnamevan rastî tên bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li herêma Kurdistanê dema rêveberiya Tendirustiyê wê daxuyanî dabûya pêşî li rojnamevanan hat girtin ku wê daxuyaniyê bi şopîne, ev pêşîlêgirtin li dijî yasayane. Ev pêşîlêgirtinên rêveberiya tendirustiyê li dijî azadiya ragihandinê ye û li herêma Kurdistanê ev yek xizmetê ji azadiya ragihandinê re nake.”