Pêşdibistana ‘Ehla Semsem’ ji bo nivşeke xwedî nirx û civakbûn dixebite

Li bajarê Hesekê ji hêla Ofîsa Jinê ya Şaredariya Gel ve pêşdibistanek bi navê ‘Ehla Semsem’ hat avakirin. Zarokên temenê wan di navbera 3-6 de ji bo hevaltî, civakbûyîn û şanayên xwe nas bikin tên perwerdekirin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Ofîsa Jinê ya Şaredariya Gel li bajarê Hesekê bi pêkanîna projeyên civakî û xizmetguzarî yên ku armanca wan destekkirina jinan, xurtkirina rola wan a aborî û peydakirina derfetên baştir ji bo zarokan e, karê xwe didomîne.

Ofîs di heman demê de li ser rêxistinkirina jinên xebatkar a di nav şaredariyê de dixebite û bi rêya projeyên cihêreng hewl dide şert û mercên jiyanê û civakî yên jinan baştir bike. Ofîs dixwaze zarokan ji şertên dijwar û şerê taybet biparêze.

Projeyên cihêreng ji bo xizmeta civakê hatin avakirin

Li gorî agahiyên Ofîsa Jinê, projeyên ku tên vekirin her sal bi awayekî rêkûpêk têne meşandin û gelek qad dihewînin. Qadên wek projeyên çandiniyê, perwerdehiyê, fêrkirin, şahî, werzîş, cil û berg û her wiha fêrkirina teknîk û karanîna kompîterê hene. Di nav van projeyan de, projeya “Ehla Semsem” ku ji sala 2023’an ve bi hevkariya rêxistineke navneteweyî hatiye destpêkirin, armanc dike ku jêhatî û şiyanên zarokan pêş bixe, asta perwerdehiya wan bilind bike. Her wiha dixwaze bi rêya civînên heftane haydarî û hişmendiya malbatan zêde bike.

Ji bo pêşxistina şayanên zarokan

Mamosteya pêşdibistana “Ehla Semsem” Ayaz Xelîl, diyar kir ku pêşdibistana zarokên di navbera 3 heta 6 salî de qebûl dike û ev qonaxeke girîng e ku pêdiviya zarokan perwerdehiya rast û pêşxistina şayanên xwe heye û wiha got: “Di pêşdibistanê  de tenê xebata fêrkirin û şahiyê nayê kirin. Her wiha civînên taybet bi malbatan re têne lidarxistin da ku rewş û pêşketina zarokan bi awayekî berdewam were şopandin.”

Pêwîst e malbat li hember bikaranîna telefonan baldartir tevbigerin

Ayaz Xelîl di nava gotinên xwe de balê dikşîne ser bikaranîna zarokan a telefonê û bandorên wê yên neyînî. Ayaz wiha destnîşan dike: “Ev rewş bandorek neyînî li ser hiş û kesayeta zarokan dike û dibe sedema kêmbûna tevlêbûna wan ya civakî bi hevalên xwe re. Em ji malbatan dixwazin bala xwe bidin vê pirsgirêkê.  Zarok di van temenan de ji bo pêşketinê vekirîne û gelek çalakin. Lewra pêwîst e malbat  rêbazên ku pêşketin û şahiya zarokan destek dikin hilbijêrin. Bikaranîna telefonê ji bo zarokan û mezinan jî dibe sedema nexweşiyên tenêbûn, ji nirxê xwe dûr bikeve û ji civakbûyînê qut bibe.

Armanc: Avakirina nifşekî hişyar û xwendewar

Li gorî mamosteya pêşdibistanê, niha nêzî 15 zarok li navendê tên qebûlkirin û hejmara wan di demsala havînê de zêde dibe. Di pêşdibistanê de sê mamoste li ser rêvebirina karan dixebitin.

Ayaz di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku armanca bingehîn ew e ku ji bo zarokan derfeteke ku perwerdehî û şahî bi hev re tê de bicivin bê peydakirin û nifşekî hişyar, xwendewar û xwedî jiyana zarokatiyê ya saxlem bê mezinkirin.