Pêşangeha Bazara Filistînê ji bo jinên Xezayê bûye cihê destekê

Gotina Bazar ku ji Farisî hatiye wergirtin di ferhenga Erebî de wek bazareke giştî hatiye wergerandin ku tê de her berhem tên firotin. Fikra avakirina pêşangehekê ji bo jinên ciwan ên Filistînî ji vê yekê hat. Her wiha ev pêşangeh ji bo jinên ku xwedî projeyên biçûk in wekî alîkariyek e ji bo ku berhemên xwe bi riya vê pêşangeha Bazara Filistînê bifroşin.

 
REFÎF ESLÎM
Xeza-Di 13'ê Sibata 2022'an de pêşangeha Bazara Filistînê dest pê kir û dê sê rojan bidome. Jinên ciwan ên Filistînê yên xwedî projeyên biçûk, berhemên xwe di vê pêşangehê de pêşkêş kirin.
Projeya Bazara Filistînê ji bo piştgiriya jinan e
Xwediya Şîrketa Reklam û Xizmetên Medyayê û kordînatora projeyê Hedîl Hemad dibêje ku Bazara Filistînê yekem car ji aliyê ekîba wê ve li ser xaka El-Şalîhat li herêma Xezayê tê lidarxistin, ji bo piştgirîkirîkirina projeyên biçûk ên jinan ku cihên xwe di 130 beşên cihêreng ku tê de karên destan, xwarin, neqişandin, çêkirina xemlê, mûm diyarîgirtin her wiha gelek projeyên girêdayî pêşkêşkirina xizmetên elektronîk û reklaman jî hebûn.
Hedîl Hemad bal kişand ku piraniya van projeyan girêdayî jinên ku zanîngeh qedandine û derfetên kar peyda nekirine ye lewre wan biryar da ku dest bi projeyên xwe bikin ji bo ku jiyana wan vala derbas nebe di dema ku li benda karekî hikûmî bin, her wiha wê destnîşan kir ku ev proje alîkariya her jinê dikin ku afirîneriya xwe nîşan bide.
"Bila jin bêyî tirs û fikara ji rewşa aborî dest bi projeyan bikin"
Hedîl Hemad peyamek ji hemû jinan re şand ku bêyî tirsa ji rewşa aborî û astengiyên din ku pê re rûbirû bimînin dest bi projeyên xwe bikin, ji ber ku bi hewldanên domdar wê projeyên xwe bi ser bixin. Her wiha wê diyar kir ku ew ê bi riya şîrketa xwe piştgiriya jinên xwedî projeyên biçûk berdewam bike ji ber ku jinek xwedî fikrek e û ev fikr destpêka riya karkirinê û serxwebûna aborî ye.
Her wiha Erûb Ebû Şewareb xwest ku sûdê ji derçûna xwe ji beşa xemilandin û dîzaynê wer--bigre ji dersa ku wê li zanîngehê dixwend veguherîne projeyeke taybet ku pîşeya xwe bi riya çend kursan bihêztir bike da ku karibe di demek kin de gelek şêwekariya modayê ji bo şîrketan çêbike û bi riya rûpela xwe ya taybet a medyaya civakî pêşkêş bike. Her wiha wê destnîşan kir ku ew bi destpêkirina karê xwe pir kêfxweş bûye û vê destpêkirinê hişt ku xeyalên xwe pêk bîne.
"Dixwaze di pêşerojê de bibe xwedî navek taybet di warê şêwekarî û modayê de"
Di heman demê de Erûb Ebû Şewareb xeyal dike ku di salên pêş de navekî wê yê taybet hebe ku xelk wê bi şêwekara modayê ya pîspor nas bike, ji ber vê yekê jî ew gelek hewl dide bi projeya xwe bigihîje armanca xwe û serxwebûna aborî bi dest bixe. Her wiha ew dibîne ku bihayên ku ew li hemberî berhemên xwe digre tê qebûlkirin û bi bazara Ereb û ya herêmî re jî lihevhatî ye. 
Jina ciwan Yasmîn El-Hellaq ku yek ji beşdarên pêşangehê ye, berî ku dest bi projeya xwe bike, li ser pêwîstiya bazarê pirs kir û dît ku pîşesaziya kozmetîk a herî guncaw e ku projeya xwe bi navê "Yasmine Beauty" dest pê kir ku ew beşdarî gelek kursên perwerdeyê bi destê pisporan bûye da ku fêr bibe ka meriv çawa rêjeyên kîmyewî zêde dike ji bo ku hilberên ewle ji bo çerm, por û bêhnê bibîne.
"Bi riya reklam û pêşanehan berhemên xwe dide nasîn"
Yasmîn El-hellaq da zanîn ku ew di destpêka karê xwe de bi gelek zehmetiyan re rû birû mabû, gelek caran bi ser nediket lê wê bi piştgirî û teşwîqkirina derdora xwe dikaribû hemû astengiyan derbas bike. Her wiha wê anî ziman ku ew bi riya malperên tora civakî reklama berhemên xwe dike û bi awayekî erênî berhemên wê tên dîtin.
Alaa Murtaja xwediya beşa neqşandina sêramîkan ji ber hezkirina xwe ya mîras û kolektîfên kevnar di beşa neqişandinê de kar kir ku ew sîraman ji derveyî herêmê digre û neqş dike û li herêma Xezayê difroşe. Wê diyar kir ku ev perçe bi dest tên çêkirin ji ber vê hinekî pereyê wan zêde ye. Alaa Murtaja ji bo ku berhemên xwe bigihîjîne her kesê serî li reklaman da û beşdarî pêşangehan dibe.
"Bihayê firotina amûran ji bo heval û malbatan kêm dike"
Amal Ebû Şaban ji ber rewşa aborî ya xirab li herêma Xezayê neçar ma navenda projeya xwe bigire û ji malê veguherîne karê elektronîkî. Her wiha wê destnîşan kir ku bihabûna kelûpelan yek ji sedemên ku hişt ew pereyên firotina amûrên kêm bike ji heval û malbatên xwe re lê ew tu carî nefikirî ku projeyên xwe bide sekinandin, ji ber ku projeyên biçûk serxwebûna aborî ji jinan re bi dest dixin. 
Anwar El-Wekîl yek ji beşdara pêşagehê ye ku di beşa diyarî û karên destan de cih girt dibêje ku wê projeya xwe ji beriya 3 salan ve vekiriye û projeya xwe bi riya kesan û propogandayan daye nasîn. Her wiha wê destnîşan kir ku pir girîng e jinek xwedî çavkaniya jiyanê be bi riya pêşxistina pîşeyan û zehmetiyan li pêşiya karên wan nebin asteng.