Perwîn Yûsif: Jinên ji her pêkhateyê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî têdikoşin

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif teqez kir ku felsefeya Jin Jiyan Azadî reng, çand, pêkhate, ol û mezheban kiriye yek û got: “Di bin vê felsefeyê de bi pêşengiya jinan dê civakek demokratîk û polîtîk ava bibe.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê-3’yemîn Kongra Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di bin dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî misogeriya civaka exlaqî, siyasî û demokratîk e” hat lidarxistin. Der barê girîngiya nasîna felsefeya Jin, Jiyan Azadî de endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Destkeftiyên şoreşa jinan bi felsefeyek kûr hatin bidestxistin’

Perwîn Yûsif da zanîn ku deskeftiyên şoreşa jinan bi felsefeyek rast û kûr hatine bi destxistin û wiha anî ziman: “Ev demek dirêj e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşek mezin hatiye lidar xistin. Ev şoreş bi pêşengiya jinan pêk hatiye. Dema em şoreşa jinan deskeftiyên jinan dibînin, dizanin ku ev destkeftî bi saya felsefeyek kûr pêk hatine. Êdî her kes di bin vê felsefeyê serhildan û şoreşê misoger dike.”

‘Di kongreyê de xwedîderketina li felsefeya Jin Jiyan Azadî nîqaşa bingehîn bû’

Perwîn Yûsif di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Dirûşma Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ‘Jin, Jiyan, Azadî, misogeriya civaka exlaqî, siyasî  demokratîk e’ bû. Bi vê dirûşm û heqîqetê me şoreşa xwe meşand. Îro xwedîderketin û mezinbûna vê şoreşê bi pêşengiya jinên azad, bi vê felsefeyê mezin dibe û tê avakirin. Jinan di van qonaxên dîrokî de dikaribûn civakek bi rêxistinkirî ku pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin û malbatek demokratîk ava bikin. Nîqaşên di kongreyê de hatin kirin, nîqaşên xwedîderketina li vê felsefeyê bûn. Dirûşma ku îro li Hindistanê bilind dibe û felsefeya ku lê belav bûye, li tevahî cîhanê belav bûye.”

‘Vê felsefeyê bi ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hat’

Perwîn Yûsif bal kişand ser guhertinên ku vê felsefeyê bi xwe re anîne û wiha axaftina xwe domand: “Her kes dixwaze lêkolîn bike û heqîqeta vê felsfeyê bizanibe. Em jî dibêjin rastiya vê felsefeyê ji ramanên Rêber Apo ye. Rêbertî vê felsefeyê diyarî jinên Kurd û hemû jinên cîhanê kir. Em dibînin çawa jinên YPJ’ê di bin vê felsefeyê de bi keziyên xwe, xweşikbûn û bedewbûna xwe şer dikin. Jinên siyasetmedar, di hemû qadên jiyanê de ji bo rastî û heqîqeta gelê xwe xebatên dîplomasiyê didin meşandin. Di bin vê felsefeyê de îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pêkhateyên heyî şoreşek didin meşandin. Jin tê de pêşengiya gelê xwe dikin.”

‘Felsefeya Jin Jiyan Azadî rengîniya olî û pêkhateyan kir yek’

Perwîn Yûsif di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi vê felsefeyê hevgirtin û yekitiya jinan misoger bûye û got: “Dema em dibêjin felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, em behsa felsefeyek ku hemû jinên ji olên û mezhebên cuda, pêkhateyên cuda cih digre nava xwe dikin. Reng, çand, ol, mezheb pir in lê di bin vê felsefeyê de bûne yek. Em jin bi hemû rengî dikarin di bin vê felsefeyê de yekitî û hevgirtina xwe ava bikin. Em ê bi vê felsefeyê jiyana bi aram, demokratîk û wekhev bi xweşikbûna hişmendiya jinan bidin avakirin. Jiyana ku kuştin, tunekirin, desthilatdarî, koletî, qirkirin û dagirkerî tê de tunebe.”