Perwerdeya xebatkarên mêr ên Meclîsa Edaleta Civakî ya herêma Firatê bi dawî bû
Komîteya perwerdeyê ya Kongreya Star a herêma Firatê ji bo xebatkarên mêr ên Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Firatê perwerdeya ku dabû despêkirin bidawî bû
Kobanê- Bi armanca guhertin û veguherandina hişmendiya mêr û civakê li ser bingehê netewa demokratîk, azadiya jin û civakê, komîteya perwerdeyê ya Kongreya Star di 1`ê Tebaxê de perwerdeya bîrodzî ya bi navê Leyla, ji bo 40 endamên mêr yên meclîsa edalata Civakî li ekdemiya şehîd Şîlan vekir. Di perwerdeyê de dersên zanista jin Jineolojî, dîroka jin, hevjiyana azad, wekhevî, edalet û hwd hatin dayîn. Dewreya ku 10 rojan berdewam kirî bidawîbû.
"Divê perwerde li ser bingekî saxlem were dayîn"
Endama meclîsa rêveber ya Kongreya Star Raperîn Dêrîk bi munasebeta bi dawîbûna perwerdeya axivî û got: "Heger mirov xwe perwerde neke wê nikaribe xwe ji koletî û hişmendiya serdest jî rizgar bike. Divê ku tevahî ferdên civakê xwe li ser bingeh û rêbazên saxlem û rast perwerde bikin. Ji lewra hêviya me heye ku kesên beşdarî perwerdeyê bûn sud jê girtibin û bikin piratîk."
"Emê civakê vegerînin ser zemînê xwe yê rast"
Endamê dîwana dadgehê Mihemed Derwîş ku beşdarî perwerdeyê bibû, nêrîna xwe ji ajanas me re wiha perve kir: "Ev cara yekemîn e ku ez beşdarî perwerdeyeke bi vî rengî dibim. Piraniya dersên ku min dîtin li ser dîrok, rastiya jin û civakê bûn. Li gor nêrîna di serdema ku niha em dijîn de gelek guhertin hatin çêkirin, mînak bav û dayîka min ne weke min û hevjîna min in. Ji lewra hêviyên me hene ku civak vegere li ser rastiya xwe ya resen. Di destpêkê de me nepejirand ku em dersan di çarçoveya Jin de bibînin, lê piştî ku me hinek rastî nas kirin nêrîna me hat guhertin."
"Emê êdî rola xwe bi rengekî çalak bilîzin"
Her wisa endamê komîteya silhê ya meclîsa Edaletê Izet Mustefa ku cihê xwe di perwerdeyê de girt behsa suda ku ji perwerdeyê girtiye wiha kir: "Perwerdeya me gelek xweş û serkeftî derbas bû, ez dikarim wiha pênase bikim ku weke mirov nexweş be û biçe li gel bijîşk derman bibe. Me ji vê perwerdeyê gelek sud wergirt û em êdî dikarin li ser bingehî rast bixebitin û rola xwe di avakirina civakê de bilîzin. Lê hêviya min ew e ku em bikarin di dema pêş de bi hevjînên xwe re derbasî perwerdeyan bibin da ku em bikarbin bi hev re pirsgirêkan çareser bikin."