Pervîn Buldan: Divê Wezareta Dadê tavile daxuyanî bide

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bal lê kişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku derneketiye hevdîtina CPT û destnîşan kir ku divê hikûmet û Wezareta Dadê tavailê daxuyaniyek bide.

Enqere – Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi mijarên Tecrîda li Îmraliyê û êrişên AKP-MHP’ê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rojevên hilbijartinê li hev kombûn. Meclisa Partiyê her wiha dê ji bo Hilbijartinên Serokkomariyê û yên giştî stratejiya xwe diyar bike û profîla namzet nîqaş bike. 

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di axaftina vekirinê ya civînê de biryara lêpirsîn û binçavkirina 50 jinan a di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê, wek operasyona amadekariya hilbijartinên 2023'an nirxand.

“Siyaseta demokratîk operasyona li dijî jinên têkoşîn dimeşîne ye. Di heman demê operasyona tolhildanê ye. Ango li dijî jinên ku li kolan û qadan têkoşîn dimeşînin, operasyoneke tolhildanê ye. Operasyona tirsa dijberiya jinê ye. Di heman demê de navê vê operasyonê, operasyona amadekariya hilbijartinên 2023’an e. Bi pêvajoyek ku em nêzî hilbijartinan dibin de, ez dixwazim bi bîrbinim hikumeta ku bi binçavkirina jinan hewl dide xwe ji hilbijartinan re amade bike, jin tu caran bi operasyonên wê yên girtin, polîtîkayên zext û tundiyê yên çokan nedeynîn û dev jê vê têkoşînê bernadin. Ez carek din ji wir bang li hikûmetê dikim ku karê wî yê herî baş êrîşkirina jinan e; tirsa we ya ji jinan bila bidome, ji ber ku jinên hûn ji hêza wan ditirsin, dikarin pergala wê ya talanker, qeyûmkar xera bike û hêz û rayê wê heye ku vê yekê li hemû qadên jiyane bike.”

Pervîn Buldan, bal kişand ser êrişên AKP-MHP’ê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Çend hefte berê li Taksîmê li dijî sivîlan êrişeke bombeyî hat kirin. Pirsên têkildarî vê teqînê hêj jî didomin. Li holê gelek aliyên ku hev nagirin hene. Desthilatdariyek li pêşberî me ye ku li pey serkeftinan ketiye.” 

Tecrîda heyî roj bi roj kûrtir dikin

Bi domdarî Pervîn Buldan têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê tevahiya vî welatî bibe şahidê vê tecrîda derhiqûqî û ne bi edalet a li ser birêz Ocalan tê meşandin. Em li her deverê û her demê dibêjin ku ji 3’yê adara sala 2020’an heta niha ji birêz Ocalan û girtiyên din agahî nayên girtin. Tevî vê yekê jî tecrîda heyî roj bi roj kûrtir dikin û guh nadin van bangawaziyan. Di hevdîtina ser telefonê ya di 25’ê adara 2021’an de telefon hat qutkirin û ji wê rojê heta niha jî tu agahî jê nayên girtin.  

Divê sedema vê rewşê di zûtirin demê de bê aşkerakirin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê duh ragihand ku CPT çûye Îmraliyê lê belê birêz Ocalan nexwestiye bi wan re hevdîtinê bike û pê re hevdîtin nekiriye. Vê agahiyê di serê me tevan de rê li ber fikarên mezintir vekir. Divê sedema vê rewşê di zûtirin demê de bê aşkerakirin. Divê rayedar tavilê têkildarî mijarê daxuyaniyê bidin.

Divê CPT’ê agahiyan parve bike

 

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Muxatabê me Wezareta Dadê û dewlet e. Weke hevserokan me demek berê ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da. Ew serlêdana me hêjta li ser maseyê ye. Heta niha jî erênî yan jî neyînî tu bersiv nedane. Ne heq û ne jî hedê tu kesî heye ku bi xemsarî nêzî vê mijarê bibe. Divê desthilatdarî û wezîrê dadê tavilê di vê mijarê de daxuyaniyê bide. Divê CPT agahiyên ber destê xwe tavilê bi raya giştî re parve bike û nebe şirîkê van sepanên derhiqûqî yên desthilatdariyê. Ez li vir bang li CPT’yê dikim; weke HDP’ê heta ku ev mijar zelal dibe û heta ku serlêdanên parêzeran tên qebûlkirin em ê hewldanên xwe bidomînin.”