Pervîn Çelîk a 13 salî 3 roj in winda ye

Li Qoserê Pervîn Çelîk a ku di şeva 11’ê Nîsanê de ji mala xwe derket 3 roj in agahî girtin. Hat îdiakirin ku herî dawî bi polîsek re hevdîtin kiriye.

Qoser – Li Qosera Mêrdîne xwendekara pola 7’an a 13 salî Pervîn Çelîk di şeva 11’ê Nîsanê de ji malê derket. Malbata ku ferq kir Perwîn li malê nîn e çû qereqolê û gilî kir ku winda bûye.

Malbatê diyar kir ku polîs şeva borî hatine mala wan, hejmara telefona ku herî dawî Pervîn bi telefonê dayika xwe lê geriyaye geriyane ji bo ku bizanibin telefonê kê ye lê xwediyê hejmarê bersiv nedaye û telefona wan ji aliyê wî kesî ve hatiye astengkirin.

‘Ez polîs im hûn çima li min digerin’

Malbatê diyar kir ku hîn bûne, xwediyê telefonê mêrê bi navê H.M. yê 23 salî ye û gotin ku kesê bi navê H.M. li xalê Pervînê geriyaye gotiye “Ez polîs im hûn çima li min digerin”

Malbatê diyar kir ku vê hejmarê polîsan daye wan loma jî ew bawer nakin ku ew kes polîs be.

Malbatê da zanîn ku ew ji şeva 11’ê Nîsanê ve agahî ji Pervînê nagirin.