“Pergal malbatên ku li xizmên xwe yên windakirî digerin ceza dike”

Dayikên Şemiyê ku di hefteya 903’emîn de li hev civiyan, ji bo Hasan Gulunay ku di 20’ê tîrmeha sala 1992’yan de li Stenbolê hatibû binçavkirin û di bin çavan de hatibû windakirin daxwaza edaletê kirin.

Stenbol- Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û xwestin kujer bên cezakirin li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Dayikên Şemiyê di hefteya 903'yemîn a çalakiya xwe online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Hasan Gulunay ku di 20’ê tîrmeha sala 1992’yan de li Stenbolê hatibû binçavkirin û di bin çavan de hatibû windakirin daxwaza edaletê hat kirin.

Daxuyaniya hefteya 903’emîn ji hêla xwarziya Hasan Ocak ku di bin çavan de hatibû windakirin Dilcan Acer ve hat xwendin. Dilcan Acer, diyar kir ku ev 903 hefte ne ji bo edaletê diqîrin û wiha got: “Dema mijar dibe kesên di bin çavan de hatine windakirin, edalet pêk nayê. Pergala ku windakirina di bin çavan de weke sûc nabîne û faîlan bi zirxê destnedayînê diparêze, malbatên ku li xizmên xwe yên windakirî digerin ceza dike. Lewma li gel ku me serî li her rê û rêbazê da jî encamek bi dest nexist.” 

“Careke din venegeriya mala xwe”

Dilcan Acer destnîşan kir ku nasnameya Hasan Gulunay li ser Alî Ekber Atmaca ku di 23’yê gulana sala 1992’yan de li Artvînê di bin îşkenceyê de hatibû qetilkirin derketiye û wiha domand: “Ji ber vê sedemê jî polîs êdî li Hasan Gulunay geriyan ku 32 salî bû, bavê 4 zarokan bû. Gulunay, ji hevjîna xwe re got ku ev demek e ji hêla polîsan ve tê şopandin. Di 20’ê tîrmeha sala 1992’yan de ji mala xwe ya li Tarabyayê ber bi kargeha xwe ve derket rê û êdî nema vegeriya malê. Kesek ku li telefona kargeha Hasan geriya diyar kir ku ji Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê digere û Hasan Gulunay hatiye binçavkirin. Li ser vê yekê malbatê serî li dozgerî û Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê da. Lê belê her duyan jî gotin ku Hasan binçavkirî nîn e û lêgerîna wî didome. Li ser vê yekê jî malbata wî bi yek ji rayedarên payebilind ên Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ku hembajariyê wan bû Huseyîn Kocadag re hevdîtin kir. Kocadag ji malbatê re got Hasan sax e û piştî ku birînên wî yên ji ber îşkenceyê baş bûn jî dê binçavkirina wî ragihînin.”

“Ez Hasan Gulunay hewl didin min di bin çavan de winda bikin”

Dilcan Acer da zanîn ku malbatê ev bûyer bi raya giştî re parve kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gotinên ku Gulunay di bin çavan de ye bi bîr xistin. Şahidekî ku bi Hasan re hemwext li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê di lêpirsînê de bû jî got ku kesek ku rûyê wî nedidît di îşkenceyê de qîriya û got; ‘Ez Hasan Gulunay. Hewl didin min di bin çavan de winda bikin.’ Piştî van her du daxuyaniyan jî polîsan hem bi ser mala malbatê û hem jî ya şahid de girt û gef lê xwarin da ku êdî neaxivin. Ji serokwezîr heta wezîrê karên hundir û TBMM’ê, malbatê serî li her deverê da. Meqamên darazê jî bêyî ku der heqê mijarê de delîlan kom bikin, li şahidan guhdar bikin û lêpirsîneke bi bandor bidin destpêkirin, bi hinceta dosya ketiye ber demboriyê, biryara ‘hewcehî bi taqîbatê nîn e’ da. Îtîraza li dijî biryarê jî hat redkirin. Li ser vê yekê jî malbatê di sala 2013’an de serî li Dadgeha Makeqanûnê da.” 

“Em ê dev ji têkoşîna xwe ya lêgerîna edaletê bernedin”

Dilcan Acer di berdewamê de anî ziman ku heqîqeta der heqê Gulunay de bi awayekî derhiqûqî, bi hinceta demboriyê tê astengkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dadgeha Makeqanûnê jî standartên delîlan ên DMME’yê bi cih neanî. Tenê di 21’ê nîsana 2016’an de biryar da û got; ‘di çarçoveya mafê jiyanê de mafê lêpirsîneke bi bandor hatiye binpêkirin.’ Lê ji bo lêpirsîneke baş, dosya neşand cem dozger. Di 30’emîn salvegera windakirina Gulunay de careke din daxwaza edaletê dikin. Gelek delîlên şênber hene ku Gulunay ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatiye binçavkirin û kuştin. Ji bo ku heqîqet derkeve holê û edalet pêk were, hewcehî bi lêkolîn û teqîbateke li gorî hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî were kirin heye. Banga me ji bo meqamên siyasî dadî û siyasî ew e ku van peywirên xwe pêk bînin. Em ê dev ji têkoşîna xwe ya lêgerîna edaletê bernedin.”