'Pênûsên me dê ji bo destkeftiyên şoreşê û jiyana aştiyane bibin çek'

Rojnamevanên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tekez kirin ku ew di eşkerekirin û ragihandina rastiyê de roleke girîng dilîzin. Rojnamegeran gotin ku ew bi xebatên xwe hewl didin jiyana aştiyane û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

ŞÊRÎN MIHEMED 

Qamişlo – Ev demekî dirêjê êrîşên mezhebî û nijadperest li ser medyaya dîjîtal zêde dibin û tevna civakî dikin hedef. Pisporên medyaya neteweyî, hewildanên xwe ya ji bo rûbirûbûna van kampanyayan bi riya bilindkirina hişmendiyê, eşkerekirina rastiya li ser gotegotan û xurtkirina hevgirtinê di nav civakên cihêreng ên Sûriyeyê de, didomînin.  

Ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, medyayê roleke girîng di ragihandina deng û rastiya şoreşê ya ji tevahiya cîhanê re, pêşxistina aştiya navxweyî û biratiyê di navbera gelên herêmê de û bilindkirina hişmendiya civakê de lîstiye. Rojnamevanên jin ên bajarê Qamişlo Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê ji ajansa me re behsa erkên xwe yên di parastina destkeftiyên şoreşê de kirin. 

'Em dîmenên rastiyê nîşan didin' 

Rojnamevan û pêşkêşvana Kanala Rojava TV Êva Hesî, der barê rola medyayê di eşkerekirina rastiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha axivî: "Medya li herêmên me wêneyê rastîn ji qadê, li ser bingeha şahidî û çavkaniyên pêbawer, vediguhezîne û kampanyayên dezenformasyonê yên ku herêmê û jiyana aştiyane di nav de hedef digre eşkere dike. Em hewil didin bi belgeyan nûçeyên rast amedebikin. Em peyamên erênî diweşînin ku banga jiyana hevbeş dikin. Her wiha em hişyariyê li ser cûdakirina rastî û agahiyên sexte belav dikin. Em dixwazin ji bo hemû pêkhateyên li herêmê cîhek wekhev bidin û bernameyên ku cihêrengiya çandî ya li herêmê nîşan didin çêbikin ku projeya Neteweya Demokratîk û cihêrengiya li herêmê tekez bikin." 

'Divê medya nirxên jiyana aştiyane biparêze' 

Êva Hisî, destnîşan kir ku serokê Ruhanî yê civaka Durzî ya li Sûriyeyê Hikmet El-Hicrî pesna rola medyayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di gihandina dengê rastiyê ji cîhanê re û bilindkirina dengê mexdûran ên di rêveberiya demkî ya Sûriyeyê û kêşeyên wan de da. Êva His wiha vegot: "Girînge ku riya rastiyê were şopandin û dengê civakan were gihandin ji ber ku medya pênûs û dengê civakan e. Peyama me jî ew e ku medyaya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bêalî bimîne û nirxên jiyana aştiyane di navber pêkhateyan de biparêze." 

'Belgekirina şoreşê girîng bû' 

Rojnamevana rojnameya Ronahî Ferîda Omer jî, têkildarî balkişandina ser rola medyayê di herêmê de û girîngiya belgekirina şoreşê de wiha axivî: "Herêm di hemû astan de guhertinên radîkal bi dest xistiye. Divê ev destkeftî û bi taybetî yên ku ji hêla jinan ve hatine bidestxistin, ligel berxwedana mezin a gelêrî ya li herêmê ji cîhanê re werin zanîn. Li vir, berpirsiyariya hemû kesên ku di medyayê de dixebitin ew bû ku gav û şoreşê kêlî bi kêlî belge bikin. Ji bo eşkerekirina vê rastiyê, me bi dehan hevkarên xwe yên rojnamevan winda kirin. Herêm ji destpêka şoreşa û heya niha bi şerê taybet re rû bi rû ye. Jin jî yek ji komên herî berbiçav ên hedefgirtî ne. Rûbirûbûna van hemûyan yek ji erkên bingehîn ên saziyên me yên medyayê ye. Medya di nivîsandin û belgekirina Şoreşa Rojava de roleke girîng dilîze, ji ber ku şoreş ne tenê leşkerî bû, lê şoreşeke rewşenbîrî bû ku civak guherand û pêş xist." 

'Em ê bibin pênûsên gelên azad' 

Ferîde Omer, da zanîn rewşa li Sûriyeyê bi girîngî xirab bûye û wiha got: "Pêwîst e ku binpêkirinên li Sûriyeyê diqewîmin, şerê navxweyî, pevçûnên mezhebî û şerê taybet ê ku aramiya sivîl hedef digire werin destnîşankirin. Nakokî beşek ji rojevên ku xizmeta hin rejîman dikin e. Ev komplo jî projeya Neteweya Demokratîk, xwişk-biratiya gelan, jiyana hevbeş û hemû destkeftiyên ku hatine bidestxistin hedef digre. Ji ber vê divê medyaya azad di demên dawî de berxwedanek mezin di belavkirina xwişk-biratiya gelan, çandina hişmendiya civakî û têkbirina planên ku civakê hedef digirin û dixwazin wê hilweşînin de bide. Her wiha medyayê xwestiye û dixwaze hemû plan û rêbazên sîstematîk, taybet ên ku jinan û xwişk-biratiya gelan hedef digirin, paşve bixe. Berpirsiyariya me ye ku rastiyê eşkere bikin û planên rejîmên kapîtalîst, têk bibin. Ji ber vê em soza xwe nû dikin ku em ê bibin dengê rastiyê û pênûsên me ji bo parastina destkeftiyên şoreş û civakê bibin çekek."