Pengava li dijî tundiya li ser jinan hat ragihandin

Rêxistina Sara ya herema Firatê bi dirûşma “Hêza jin di xwebûna wê de ye” pengava li dijî her cûre tûndiya li ser jinan ragihand.

Kobanê – Rêxistina Sara ya herema Firatê bi nêzbûna 25’ê mijdarê ya Rôja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tûndiya Li Ser Jinan, bi dirûşma “Hêza jin di xwebûna wê de ye” pengava li dijî her cûre tûndiya li ser jinê bi daxuyaniyek ragihand. 

Rêxistina Sara di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew bi dirûşma “Hêza jin di xwebûna wê de ye” pengava li dijî tûndiya li ser jinan radigihînin û got: “Tundiya ser jin ji kiryarên ku gelek tê bikaranîn û zêde yê li dijî mafê mirovan ne. Ev kiryar hevdengiya cîhana me xirab dike ku gelek xetere li ser jin û civakê. Her wisa fenomeke wiha ye ku bandorên neynî û yên felaket ava dike, pirsgirêkên weke parçebûna malbatî, hevberdan, zewaca temenê biçûk, belengazî û hwd tîne. Ev pirsgirêk bi êrîş û gefên dewleta tirk re dijwartir dibin ji ber di şeran de ya herî bandor dibe jin e. Bi vê yekê re rêjeya tundî û sucên li hember jin  jin li herêmên me zêde bûye ku em têdikoşin civakeke demokratîk û azad ava bikin li ser vê bingehê em di dirêjahiya du mehan de çalakî û xebatên cur bi cur pêk bînin da ku vê bûyerê bi dawî bikin.”

"Dê ev pengav pêşî li bûyerên tundiyê bigre"

Rêveberiya Rêxistana Sara ya herêma Firatê Fewziya Henîfî têkildarî hemleyê wiha got: "Weke Rêxistina Sara ya li dijî tundiya ser jin, di rojeke wiha de erka me ya sereke ye ku em jî xebatekê bidin meşandin. Ji ber vê me hemleya "Hêza jin di xwebûna wê de ye" raghand ku me pilansaziyeke dewlemend ji biruşûr, semîner, civîn, perwerde û hwd amade kiriye. Di demeke wiha de jî pêwîstî pê heye ku hemleyeke di vê astê de were birêxistinkirin, asta tundiyê zêde bûye, her wiha kûştin û xwekûştina jî heman e. Baweriya me heye ku wê ev hemle xwedî encameke girîng e ku mirov bikarbe êdî li ber bûyerên tundiyê bigre."