Pêngava ji bo hişyarkirina jinan li ser penceşêra pêsîrê didome

Rêvebera Meclisa Tenduristiyê ya bajarê Hesekê Cumana Ehmed bal kişand ser girîngiya keşifkirina bi lez a penceşêra pêsîrê û got: “Dê çalakiyên me yên hişyarkirina jinan heta dawiya cotmehê bidomin.”

DELAL REMEDAN

Hesekê – Meclîsa Tenduristiyê ya girêdayî Kongra Star a bajarê Hesekê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê girîngiya keşifkirina bi lez a penceşêra pêsîrê û jinan teşwîqkirina muayenekirina peryodîk dest bi pêngava hişyarkirina jinan kiriye. Bi riya semîner, serdana navçe û gundan hişyarî tê kirin. Derbarê xebatên Meclisa Tenduristiyê ya Kongra Star a bajarê Hesekê de rêvebera meclisê Cumana Ehmed axivî.

Cumana Ehmed wiha got: “Em çalakî û semînerên xwe di vê mehê de zêde dikin. Ev meh weke meha pembik tê naskirin. Piraniya xelkê ditirsin navê penceşêra pêsîrê dubare bibe, ji ber wê kar tê kirin her jinek keşifkirina bi lez a penceşêra pêsîrê nas bike û bi rengekî peryodîk xwe muayene bike çi li malê çi jî serdana navendên taybet bi vê nexweşiyê bikin.”

‘Jin dikarin xwe li mal muayene bikin’

Cumana Ehmed bal kişand ku her jinek dikare li mala xwe xwe muayene bike û wiha domand: “Jin dikarin li malê derdora pêsîra xwe bi rengekî gilover bifirkînin, eger girêk hebin divê yekser biçe hemû testên jê tên xwestin bike. Eger encamên testan erênî derketin ango eger bi penceşêrê bin divê bi tiba xwezayî werin dermankirin an jî bi riya dermankirina kîmyewî yan jî ger nexweşî di asteke pêşketî de be divê pêsîr were rakirin.”

Cumana Ehmed derbarê bername û çalakiyên meclisa tenduristiyê li bajarê Hesekê di vê mehê de wiha got: “Me semînerên xwe di vê mehê de zêde kirine û me pêngavek li hemû bajarokên Hesekê bi riya koordînatoriya bi meclis û komînan re destpê kir. Her wiha me civîn ji jinan re çêkirin û li dijî vê nexweşiyê me ew hişyar kirin. Jin bi rengekî mezin tevlî semînerên taybet ên di vê mehê de bûn.”

‘Divê her jin muayeneya periyodîk bike’

Cumana Ehmed destnîşan kir ku li bajarê Hesekê navendên taybet bi muayenekirina pêwîst ji bo keşifkirina bi lez a penceşêra pêsîrê hene û got: “Hemû girêkên di pêsîrê de derdikevin ne penceşêr in, hin girêk hene lîfî û bez in. Jin dikarin bi hêsanî xwe jê xilas bikin. Di heman demê de îrade hêz û rehetiya derûnî roleke girîng di şîfaya ji nexweşiyan de dilîzin."

Cumana Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku tevlî pêngavê û semînerên tên lidarxistin bibin û wiha got: “Divê her jinek muayenekirina peryodîk pêk bîne û tevlî semînerên hişyariyê bibin, her wiha ji bo bi penceşêra pêsîrê nekevin divê hişyar bibin.”