Pêkhateyên Til Temirê êrîşên li ser Şengalê şermezar kirin

Pêkhateyên Til Temirê bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Şengalê daxuyaniyek dan û di daxuyaniyê de gotin ku sedema ku îro êrîşên li ser Şengalê zêde dibin rêxistinbûyîna wane.

Hesekê- Ji 18'ê Nîsanê ve hêzên PDK'ê û Artêşa Îraqê hewl didin Şengalê dagir bikin, piştî ku ew di êrîşên DAIŞ'ê de di sala 2014'an de bi fermanê re tenê hiştin. Artêşa Îraqê êrîş bir ser hêzên ku Şengalê diparêze û hewla dagirkirina wê dike ku ev yek jî dikeve nava pilaneke hevpar bi dewleta tirk re. Bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Şengalê, pêkhateyên navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Saziya Malbatên Îehîdan a Til Temir daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya ku ji aliyê Meryem Mihemed ve hate xwendin wiha ye: "Kirîza ku herêm bi giştî û Kurdistanê bi taybetî têre derbas dibe kûr dibe. Piştî êrîşên DAIŞ'ê li ser Şengalê ku dikeve silsileya komkujî û fermanên ku derheqê gelê me yê Êzîdî de pêk hat, koçberkirin û destdirêjiya li ser jin û tecawzîkirina wan di sala 2014'an de, ev yek hişt ku gelê Êzîdî piştî rizgarkirina xwe xwe birêxistin bike û Rêveberiya xwe ya xweser îlan bike. Ev yek ku bi saya berxwedan û têkoşîna Gerîlayên YJA-STAR, HPG û Yekîneyên Parastina Gel YPG/YPJ'ê pêk hatibû. Lê piştî ku gel di bin sîwana Rêveberiya xweseriya demokratîk a Şengalê de xwe birêxistin kir, hêzên xwe yê parastinê ava kirin, ev yek li xweşa dagirkeran neçu û bu sedem ku êrîşên li ser Şengalê jî zêde bibin. Di vê pilana dagirkirinê de hêzên herêmî wekî Artêşa Îraqê bi hevkariya PDK'ê û dewleta tirk a dagirker e jî nav de cih digre. Ev yek têr nekir, vê carê dîwar di navbera Şengal û Rojava de çêkirin. Em bi tundî vê dagirkirinê û binpêkirinên derheqê gelê em yê Êzîdî de pêk tê şermezar dikin ku ev lihevkirin li dijî nirxê mirovahiyê ye ku dikeve rêza tîfaqên qirkirina gelê Kurd di nava dîrokê de heya roja me ya îro."

Daxuyanî bi diruşmeya "Bijî Berxwedana Şengalê" bi dawî bû.