423 roj in li ber deriyê edliyeyê daxwaza edaletê dike

Têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar a hevser û 2 kurên wê hatin qetilkirin û kurêk wê jî hat girtin û kûrê wî Ferît Şenyaşar bi birîndarî ji êrişê rizgar bûbû, 423 roj in didomîne.

Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 423’an de berdewam dike.

Emîne û Ferît Şenyaşar serê sibê ji mala xwe ya li Pirsûsê ku 42 kîlometreyan dûrî Rihayê ye hatin ber Edliya Rihayê û çalakiya xwe dan destpêkirin. Dayik û kurê wê di nava saetên mesaiye de ji parêzer û welatiyên berê wan dikeve edliyeyê têkoşîna xwe ya edaletê vedibêjin.

“Dayika Emîne dixwaze roja dayikan bi kurê xwe re pîroz bike”

Malbatê li ser hesabên xwe yên medyayê bi hashtaga "#ŞenYaşarAilesiDirenişte" hesabên Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan û Waliyê Rihayê Abdullah Erîn etîket kir û vê pêyamê parve kir: "Hevjîn û 2 zarokên wê li nexweşxaneyê qetil kirin, kurê wê ya nikarîbûn bikujin hêj di girtîgehê de ye. Dayika Emîne dixwaze roja dayikan bi kurê xwe ya li girtîgehê pîroz bike. 423 roj in ji dîwarên edliyeyê daxwaza edaletê dike.”