‘Pêdivî bi qonaxa duyemîn a Jin Jiyan Azadî heye’
Rêvebera Kongra Star Nadiya Hiso li ser rejîma Îranê ya ku ji bo çewisandina maf, vîn û helwesta gel û jinan rêbaza darvekirinê bi kar tîne got: “Li dijî rejîma qirker demildest pêwîstî bi qonaxa duyemîn a serhildana Jin, Jiyan, Azadî heye”

NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Rejîma Îranê rêbaza darvekirinê, bi rengekî sîstematîk li hemberî gel û jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bikar tîne.
Li Îranê rêbaza darvekirinê, beriya şoreşa Îslamî ji sala 1979’an ve tê bikaranîn. Lê piştî şoreşa Îslamî êdî bi rengekî fermî ket qanûnên cînayetan û di sala 1980’yan de ket pratîkê. Niha Îran li cîhanê di warê darvekirinê de xwedî rêjeyeke zêde ye. Li gorî rêxistina mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî, di van salên dawî de rêjeya darvekirina mirovan li Îranê gihîştiye asteke xeter. Li gorî agahiyên heyî, ji destpêka 2025’an heta niha 841 kes hatine darvekirin û hejmareke zêde ji wan jî jin in. Bi vê yekê re hejmareke zêde jî cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. Herî zêde hewldanên darvekirina Şerîfe Muhemedî, Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî niha di rojeva jinên Kurd de ye.
Rêvebera Kongra Star a bajarê Şêranê ya kantona Firatê Nadiya Hiso, helwest û nirxandinên xwe li ser rewşa darvekirinê û bi giştî siyaseta rejîma Îranê ya di vî warî de ji ajansa me re anî ziman.
‘Darvekirin bûye cezayê li dijî jiyana bi rûmet’
Nadiya Hiso ku nêrînên xwe bi gotina “Jin û gelê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê fatûreya azadî û demokrasiyê bi darvekirinan didin” anî ziman û wiha got: “Eger em bala xwe bidin pergala Îranê, em ê têbighîjin ku sîstema xwe li ser qirkirin û tunekirina gel û civakan ava kiriye. Yek ji rêbazên herî sereke jî darvekirina mirovan e. Ev şêwaz di asta cîhanê de û di vê sedsalê de, heta niha tenê li Îranê tê bikaranîn. Rejîma Îranê tevî her tiştî jî di vê rêbazê de bi îsrar e û naxwaze bide guhertin. Bi taybetî jî mirov û beşên ku ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê xwedî helwest in, yekser dibin armanca desthilatdariya Îranê û tên darvekirin. Di vî warî de em dibînin ku herî zêde jin zirarê ji van rêbazan dibînin. Jixwe jin li her derê bindestên hişmendiya mêr-dewletê ne lê li Îranê ev desthilatdarî û bindestî dijwartir e û encama wê jî darvekirin e.”
‘Jîna Emînî yek ji nîşaneyên zordestiya Îranê ye’
Nadiya Hiso bi gotinên; “Rêbaza darvekirina mirovan û bi taybetî jî jinan, nêzikatiyeke bê pîvan û hovane ye” diyar kir ku rejîma Îranê zordestiyeke mezin dimeşîne û wiha domand: “Ev rêbaz di bin navê ola Îslamê de tê bikaranîn, ev yek jî mirov zêdetir tengav dibe. Tu caran ol û baweriyan darvekirina mirovan ferz nekiriye lê rejîma Îranê olê berovajî kirine û ji naveroka wê derxistiye. Qetilkirina Jîna Emînî jî yek ji mînakên herî şênber a vê siyasetê ye. Îran dixwaze bi van kiryaran civakê bi riya tirsê biçewisîne û ji vîna wan dûr bixe. Ev kiryar li ser jinan bi taybetî bi rengekî sîstematîk tên meşandin. Ger jin di nava civakê de azad bin û di hemû waran de çalak bin, ev tê wateya tunekirina desthilatdarî, zordarî û bindestiyê. Îran jî rejîmeke serdest û zordar e, bi vê siyasetê heta niha desthilatdariya xwe parastiye.”
‘Bendewariyên me ji serhildana Jin Jiyan Azadî mezin bûn’
Nadiya Hiso da zanîn ku hêviyên wan ji qonaxeke nû ya serhildana Jin, Jiyan, Azadî hebûye û bendewariyên xwe bi van hevokan anî ziman: “Weke jin em rastiya li Îranê tê jiyîn qebûl nakin divê gelê wê jî vê yekê nepejirîne. Di pêvajoya êrîşên Îsraîl-Îranê de hêviyên me bi pêş ketin, me got qey dê rewşa civakê û pergala li wir were veguhertin lê mixabin careke din heman polîtîka hatin meşandin ev jî xeteriya kiryarên Îranê nîşan dide. Bendewariyên me mezin bûn ji serhildana Jin, Jiyan, Azadî. Me digot qey dê derbasî qonaxeke nû bibe û vê carê jî guhertinên berbiçav bide avakirin. Ev serhildana ku ji bo hemû jinan û gelên azadîxwaz bû hêvî, li seranserê cîhanê dirûşma Jin, Jiyan, Azadî weke felsefeyeke jiyana nû hat hilbijartin, pêwîst bû ji hemû zext, darvekirin û binpêkirinên heyî re bibe bersîv.”
‘Xilasiya ji rejîmên serdest bi azadiya jinan pêkan e’
Nadiya Hiso destnîşan kir ku azadiya civakê bi azadiya jinan pêkan e û got: “Azadiya civakê û xilasiya wê ji serdestiyê bi azadiya jinan pêkan e. Ev yek jî naverok û armanca felsefeya Rêber Apo ya Jin, Jiyan, Azadî ye ku ji me re dîrok, nasname û berhemên jinan zelal dike. Beriya 5 hezar salan jiyan bi edalet û pîvanên jinan dimeşiya lê desthilatdarî û hişmendiya zilamperest em anîn van rojan. Ji lewre jî ji her demê zêdetir pêwîstiya vê serdemê bi edaleta jinan heye.” Nadiya rola jinan a dîrokî bi van gotinan şîrove dike: “Rast e jin di her qonaxeke dîrokê de xwedî helwest û têkoşîn bûn, di roja îro de jî jinên Kurd vê rolê dilîzin. Dîrok di kesayeta jinan de dijî, zindîkirina vê dîrokê jî erka me ya serdemî ye. Li dijî qirkirin, tunekirin û înkarkirina civakan di kesayeta jinan de divê em qonaxeke nû ya serhildanê bidin destpêkirin.”
‘Divê jinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li dijî darvekirinê seferber bin’
Rêvebera Kongra Star a Şêranê Nadiya Hiso der barê êrîşên girêdayî pêvajoyê ku jin dijîn de got: “Em dibînin li dijî jinan her cure êrîş pêk tên, darvekirin jî parçeyek ji van cureyan e. Heta li dijî pergala ku jin ava dikin û pêşengiya wê dikin jî êrîş bipêş dikevin. Ev êrîş jî Îran û gelek welatên din ên netew-dewlet di nav de ne.” Nadiya Hiso li ser erk û rola jinan a li dijî her cure qirkirin û înkarkirinê jî wiha got: “Li dijî vê projeyê divê li her deverê jin seferber bin, her jin di mala xwe de, li kolanê, li sazî, girtîgeh û hwd. rabe ser piyan. Ji bo vê jî divê jinên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi rengekî demildest seferber bibin. Em li vir çiqas têbikoşin û helwesta xwe nîşan bidin wê bandora wê kêm be. Heta ku di navxweeyî de serhildan pêk neyê û zext li ser rejîma qirker a ku jinan bi darve dike çênebin, em ê nikaribin veguherînê çêbikin.”