‘Partiya herî mezin a başûrê Kurdistanê hevkariya dewleta Tirk dike’

Mamosteya zanîngehê Şadiye Bekir der barê dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK got ku Partiya siyasî ya herî mezin li gel dewleta Tirk e û rê dide ku xaka başûrê Kurdistanê dagir bike.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka başûrê Kurdistan û Iraqê berdewam dike. Partî û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistan û Iraqê li hemberî êrişên dewleta Tirk bêdengî hilbijartine. Di encama êrişên bejahî û hewayî yên dewleta Tirk de hemwelatiyên sîvîl, xweza û xaka Kurdistanê tê hedefgirtin. Li gorî nûçeyên ku hatine parvekirin, ji 1’ê Çileya 2024’an heta meha Îlonê ji aliyê dewleta Tirk ve 21 hemwalatî hatin qetilkirin.

*Di 20’ê Sibatê de balafira bê mirov a dewleta Tirk êrişî çiyayê Sêrî li gundê Kafya yê girêdayî bajarokê Akrê kir. Di encama êrişê de hemwelatiyê bi navê Arif Teha, Beşîr Omer Elî jiyana xwe ji dest dan û hemwelatiyek din birîndar bû.

*Di 29’ê Sibatê de di êncama êrişên balafira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk li ser wesayîda komîteya şehîdan a Şengalê de şofêr Sedûn Mîrsa Elî jiyana xwe ji dest da.

*Di 8’ê Adarê de  dewleta Tirk êrişî gundê Dawkê yê sînorê Şêradizê yê ser bi bajarê Dihokê kir. Di encama êrişê de Seîd Mubarak û Ara Ferec jiyana xwe ji dest dan, kesek bi navê Salih Mubarek yek ji birayên kesê jiyana xwe ji dest dabû bi giranî birîndar bû. Di heman rojê de dewleta Tirk êrişa hewayî li dijî Şengalê pêk anî û di encama êrişê de şervanê YBJ’ê Mecîd Hesen Xelef jiyana xwe ji dest da.

* Di 13’ê Nîsanê de dewleta Tirk li sînorê Şarbajêr malek kir hedef û di encama êrişê de ciwanek bi navê Mihemed Seîd jiyana xwe ji dest da.

* Di 18’ê Nîsanê de dewleta Tirk bi balafira bê mirov û bi çek li sînorê Biradost wesayîdek kir hedef, di encama êrişê de Serwer Hacî Qadir jiyana xwe ji dest da.

* Di 28’ê Nîsanê de dewleta Tirk bi balafirê li sînorê çiyayê Xinêre êriş pêk anî, di encama êrişê de du hemwelatyên xelkê Rojhilatê Kurdistanê yên bi navê Ehmed Heyderî, Resul Çekalî ku hemwelatiyên Serdeşt bûn jiyana xwe ji dest dan.

* Di 8’ê Tîrmehê de balafira dewleta Tirk a bê mirov û bi çek wesayîda ÇIRA TV û ÇIRA FM kir hedef û di encamê de 6 hemwelatî birîndar bûn. Yek ji birîndarên bi navê Murad Mîrza ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest da.

* Di 18’ê Tîrmehê de dewleta Tirk êrişî navçeya Biradost li bajarokê Şêladizê kir. Di encama êrişê de Osman Reşîd jiyana xwe ji dest da.

* Di 23’ê Tebaxê de tîma rojnamevanên şîrketa Çetir ku ji bo kêşana bernameya televîzyonê berê xwe dabûn sînorê Şarezûr ê girêdayî bajarê Silêmanî, ji aliyê balafira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk ve hat hedefgirtin. Di ecama êrişê de du jinên rojnmevanan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan û rojnamevaneke bi navê Rêbîn Bekir bi giranî birîndar bû.

* Di 3’ê Îlonê de dewleat Tirk êrişî gundê Mêrgehewş Ê li Kuwêstana Sinîn li bajarokê Sîdekan kir û di encama êrişê de şivanek bi navê Bedî Kemal Mihemed jiyana xwe ji dest da.

* Di 4’ê Îlonê de dewleta Tirk bi balafira bê mirov û bi çek erbeyeke hemweltiyan li ser riya Xelekan ya ser bi bajarokê Dokan ya girdayî bajarê Silêmanî kir hedef. Di encama êrişê de bavek bi navê Muzafer Hisên Xidir Ewla ku bi navê Muzafer Mozo tê nasîn û li gel du kurên xwe yên bi navê Mihemed Muzafer û Mubîn Muzafer jiyana xwe ji dest dan.

* Di 5’ê Îlonê de dewleta Tirk bi balafira bê mirov û bi çek li gundê Hermêl ê ser bi bajarokê Çiwarta ya girêdayî bajarê Silêmanî êrişî wesayîdeke hemweltiyan kir. Di êrişê de sê hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan. Yek ji hemwelatiyên ku jiyana xwe ji dest dabû navê wî Burhan Seîd Şerî, yek jê zarokek ku kolîne di destê de bû lê belê nasnameya hemwelatiyê sêyem nehate zanîn.

* Di 10’ê Îlonê de balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk li Mexmûrê malek kir hedef û di encama êrişê de sê jinên bi navê Gulê Ozek, Ezîma Kabul û Edîbe Paksoy birîndar bûn. 

‘Welatiyên sivîl dibin hedefa êrişên dewleta Tirk’

Mamosteya zanîngehê Şadiye Bekir diyar kir ku êriş û dagirkeriya li ser xaka herêma Kurdistanê binpêkirina mafê mirov û serweriya Iraqê ye û wiha got: “Dewletên derdor weke dewletên biyanî û dagirker li gora zagonan, nikare sînorê hewayî û bejayî yê başûrê Kurdistan û Iraqê derbas bike. Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bi riyê êrişên hewayî û bajayê li ser başûrê Kurdistanê berdewam dike, ev êriş binpêkirina tevahî zagon û mafê cîhanê ye. Dewleta dagirker tevahiya xaka Iraqê binpê dike. Her wiha di êrişan de gundan û hemwelatiyên medenî dikin hedef, rez û baxên hemwelatiyan di şewitînin. Dewleta Tirk hemû zagonan binpê dike.”

‘Bêdengiya Iraqê û aliyên siyasî sedema sereke ya êrişan e’

Şadiye Bekir di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Piraniya partî û aliyên siyasî li başûrê Kurdistanê girêdayî aliyên diyar in, ji ber wê piraniya wan piştgiriya dagirkirina dewleta Tirk dikin. Her wiha serdana Erdogan li Bexda û Hewlêrê careke din sedemek din e û hevpeymanek nû ya din a ji bo zêdekirina êriş û dagirkeriyê bû. Ev serdan destnîşan dike ku êrîş û dagirkerî dê berdewam bike. Piştî serdanê, Bexda bangawazî kir ku alîkariya dewleta Tirk nakin lê belê li hemberî êrişên ser başûr û Iraqê bêdeng in. Ev bêdengiya Iraqê û aliyên siyasî sedemê sereke ye ku dewleta Tirk li hemberî hemwelatiyên sivîl êrişan pêk bîne.”

‘Partiya herî mezin a Başûr çavên xwe ji êrişan re digre’

Şadiye Bekir da zanîn ku bêdengî û bêhelwestiya alî û partiyan sedema piştgirîkirina dagirkirina Kurdistanê û êrişên li ser hemwlatiyên sîvîl ye û got: “Partiya siyasî ya herî mezin a başûrê Kurdistanê li gel dewleta Tirk e û rê dide. Lê belê hebûna vê dagirkeriyê gel dikare bi hevdeng û hev helwest li dijî vê desthilat û aliyan rawestin. Ciwan û hemwelatî di êrişên dewleta Tirk de dibin qurbaniyên sereke. Hemwelatî bi deng, kar, xebatkirin û çalakiyên xwe dikarin li dijî van êrişên hewayî û bejahî rawestin.”

Şadiye Bekir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Armanca dewleta Tirk bi van êrişên dagirkeriyê zindîkirina Mîsaqî Milî ye. Bi riya têkdana jîngehê û bombebaranên navçeyên sînorî, hewla bi destxistinê dide. Dagirkeriya dewleta Tirk bi riya birîna daran û têkdana xaka başûrê Kurdistanê û girtin û qetilkirinê, hewl dide Iraq û başûrê Kurdistanê bi dest bixe.”