Partiya BastA! ya Swîsreyê: Em dixwazin Ocalan bibînin

Partiya BastA! ya Swîsreyî ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re nameyek şand û got ‘em jî dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin.’

Navenda Nûçeyan – Partiya BastA! ya Swîsreyê, li ser xeta ekolojîst, femînîst û sosyalîst, xebatan dimeşîne. Partiya BastA! ragihand ku ew piştgiriyê didin kampanyaya Forûma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) ya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim.”  

Sekretera Giştî ya Partiya BastA!’yê Franziska Stier, bi navê partiya xwe tevlî kampanyayê bû. Franziska bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tûnç re di 7’ê Hezîrana 2025’an de name şand. Di nameyê de hat ragihandin ku banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Abdullah Ocalan li qada navnetewî gelekî deng vedaye. Franziska Stier got ku: “Ev bang, ji bo avakirina cîhaneke cihê jiyanê, derfetek dîrokî ye. Heta ku bi birêz Ocalan re hevdîtinê nekin, em ê nikaribin fikrên wî bi hêz fêhm bikin. Lewma em dixwazin rê bê dayîn ku em bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Ji bo pêşeroja Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn divê derfetên çareseriya wekhev û demokratîk bên afirandin.”