Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê ji bo azadiya Aysel Tugluk bang kirin
Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê, ji bo Aysel Tugluk a ku rûxmê nexweşiya xwe hê jî di girtîgehê de tê ragirtin, banga azadiyê kirin.
Navenda Nûçeyan- Parlamenterên Plane yên Parlamentoya Ewropayê, ji bo Aysel tugluk a teşhîsa nexweşiya demansê hat danîn, banga azadiyê kirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê parlamenteran ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku Aysel Tugluk di rewşa ku nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne de ye, wiha hat gotin: “Her roja ku di girtîgehê de dimîne dibe sedem ku nexweşiya wê pêş bikeve û ji mafê xwe ya bingehîn a dermankirinên minasib bêpar dimîne.”
Di daxuyaniya ku hat diyarkirin ji bo kampanyaya ku bi daxwaza berdan û dermankirina Aysel Tugluk ya di şert û mercên guncaw de ji 54 welatan 6 hezar jin dimeşînin, piştgirî tê dayîn, hat xwestin Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.
Di daxuyaniyê de ev îmze cih girtin:
“Anne-Sophie Pelletier
Clare Daly
Helmut Scholz
Leila Chaibi
Manu Pineda
Mick Wallace
Miguel Urbàn Crespo
Ozlem Alev Demîrel
Sira Rego”