Parlamenterên HDP'ê: Ji bo çareserî divê tavilê hevdîtin bê pêkanîn

Parlamenterên HDP'ê tecrîda ku li hemû Tirkiyeyê belav bûye xwestin tavilê bê rakirin û wiha gotin: “Ji bo çareserî divê tavilê hevdîtin bê pêkanîn."

Enqere - Nobeta Edaletê ya parlamenterên HDP’ê bi daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk bine dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 15’emîn de ye.

Parlamenter Kemal Bulbul, Abdullah Koç, Mûazzez Orhan, Siddik Taş, Huseyîn Kaçmaz, Erdal Aydemîr, Kemal Pekoz, Celadet Gaydali, Remziye Tosûn û Nûran Îmîr bi dowîzên "Bila hiqûq li Îmraliyê bi cih bê anîn" û "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclisê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê tecrîd tîne rewşa pergalî û li dijî mafên mirovan û azadiyê sûc dike. "Tecrîd sûcekî hiqûqî ye. Aliyê vî sûcî jî hikumeta AKP-MHP, di heman demê de dozger û saziya hiqûqê ye. Ji bilî van her wiha NATO, CPT, Yekîtiya Ewropa û DMME jî aliyekî vî sûcî ne.”

‘Dorpêçek siyasî heye’

Di daxuyaniya ku tecrîd bi gotinên “Ev dorpêçek siyasî ye” hate pênasekirin, wiha hat got:

“Ev dorpêçek siyasî ye. Ev dorpêça siyasî li derva ji gelê Kurd re, li dijî saziyên wê wek tecrîd, darbe û wek qayûm berdewam dike. Tecrîd sûcekî hiqûqî ye. Rabûna li ber tecrîdê tê wateya parastina demokrasî, mafên mirovan, azadî, wekhevî û edaletê. Birêz Ocalan heta niha li Giravê bi fikir û projeyên xwe, jiyana bi hev re û azad a gelên Tirkiye, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn parastiye. Parastina van nêrînan sûc nîne, mafekî demokratîk û rewa ye. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê divê dawî li tecrîdê bê anîn û hevdîtin pê re bê kirin. Lê belê em jî li vir hatine tecrîdkirin.

Ji bo çareserî divê hevdîtin pêk were

Di daxuyaniyê de bertekên nîşanî astengkirina ketina parlamentaran ya li Wezareta Dadê hat kirin, hat destnîşankirin ku divê tecrîda ku li hemû jiyanê belav bûye tavilê bê rakirin. “Tecrîd sûc e. Divê tavilê dawî li sûcê tecrîdê bê anîn û ji bo çareseriya aştiyane demokratîk hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin."