Parlamenterên HDP’ê: Aktorê yekem birêz Ocalan e

Parlamenterên HDP’ê xwestin tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bidawîkirin li ber deriyê meclisê bang li rayedaran kirin.

Enqere – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikaribin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin û tecrîda girankirî rabe dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 19'emîn de berdewam dike. Di çalakiya îro de parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyigît, Huseyîn Kaçmaz, Kemal Bulbul, Omer Ocalan, Zeynel Ozen, Feleknas Uca, Zuleyha Gulum, Kemal Pekoz nobeda îro dewr girtin û dovîzên “Bila li Îmraliyê hiqûq bê sepandin” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” bilind kirin.

‘Aktorê yekem birêz Ocalan e’

Di daxuyaniya li ber deriyê Meclisê yê Dîkmenê de hat bibîrxistin ku ev bi salane li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan polîtakaya tecrîda girankirî tê meşandin û wiha hat gotin: “Em der barê rewş û tendirustiya Abdullah Ocalan de tu agahiyek nagirin. Ev pêkanîn çavkaniya xwe ji dijminatiya li dijî Kurdan digre. Eve li hemû qadên Tirkiyeyê belav bûye, mafê zagona bingehîn, mafê bingehîn ê mirovan ji nedîtîve tê dîtin, mafê hemû girtiyan heye lê ew ji wan mafan sûdê nagire. Bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê nikare bike. Ev yek li hemû welatê me, li ser kedkar û gelê Kurd û li ser partiya me berdewam dike. Baş bizanin ev şerê ku niha li Tirkiyeyê berdewam dike aktorê yekem birêz Ocalan dikare bisekinîne.”

‘Em hêza xwe ji gel digrin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îradeya gelê Kurd tune tê hesibandin û hat destnîşan kirin ku bi hezaran nûnerên Kurdan li girtîgehan in û dijminatiya li dijî Kurdan bi tecrîdê re berdewam dike û wiha hat gotin: “Ji ber li girtîgehan pêkanînên qanûnî li gorî dijminatiya Kurdan tên pêkanîn her roj cenazeyek derdikeve. Ev pêvajoya ku em tê de ne girîng e, li pêşiya me hilbijartinek heye, ev hilbijartin wisa xuya dike ku wê di şert û mercên awarte de were kirin, derfetên ku di qadek demokratîk de were kirin gelek kême . Divê hemû muxalefet ji van pêkanînên dij-demokratîk, bi taybetî jî ji krîmînalîzekirin û bêbandorkirina HDP'ê re bêjin na. Weke hûn jî dizanin gelê me bi salan e di nava vî şerî de dijî. Lê gelê me tu carî serî netewand. Weke HDP’ê em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Weke nûnerên vî gelî, hemû kedkar, karker, Kurd, kêmnetewe û bawerî em ê tu carî serî li ber wan natewînin. Em ê têkoşîna xwe hîn zêdetir mezin bikin. emê hemû lîstokên wan vala derbixin, berxwedan jiyan e, berxwedan serkeftin e. Em ê teqez bi ser bikevin.”