Parêzvana mafê mirovan Bûşra Al-Şatwanî jiyana xwe ji dest da

Parêzvana mafê mirovan a Mexrîbê Bûşra Al-Şatwanî li nexweşxaneyek taybat a li bajarê Agadir ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.

Mexrîb- Aktivîsta mafê mirovan a Mexrîbê Bûşra Al- Şatwanî ku tedawiya penceşêrê didît, piştî emelyata mejiyê piştê (omurilik) li nexweşxaneyek taybet a bajarê Agadir, roja 11’ê Çileyê jiyana xwe ji dest da.

Bûşra Al-Şatwanî a 40 salî ku parêzvana mafê mirovan bû, bi taybet di destpêkê de pirsgirêkên jinan, bi xebatên xwe yên di qada mafê mirovan de dihat nasîn. Di serî de serokatiya Şaxa Komelya Mafê mirovan a Mexrîbê jî di nav de di gelek erkan de cih girt. Aktivîsta ku dem dem li ser pirsgirêkên jinan daxuyanî dida, bal dikişand ser bandora şerê li Zîvala Xezayê li ser jinan. Erka Koordînatoriya Netewî a demokrasî ji bo jinên ciwan, seroka Şaxa Komelaya Mafê mirovan a Mexrîbê a Inezgane-Ait Melloul, alîkarê serokê lêjneya şêwirmenda meclîsa medya ya şaredariya Ait Melloul girtiye.

Bûşra Al-Şatwanî beriya jiyana xwe ji dest bide çend rojan di nivîsa xwe a li ser medyaya dijîtal blog parvekirî de wiha got: “Niha ez di qonaxa herî zehmet a jiyana xwe de me. Tevî nexweşiya xwe min têkoşîna xwe domand. Ev sê sale ez bi nexweşiyê re şer dikim nexweşiyê cihê laşê min a herî zor dagir kiriye.”