Parêzeran ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa muwekîlên xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên ku 39 meh in agahî ji wan nayê girtin, serî li Raportorê Taybet a Îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî dan û banga “Çalakiya lezgîn” kirin.

Navenda Nûçeyan - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 17’ê Gulanê de ji bo muwekîlên xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de ye û 39 mehin agahî jê nayê girtin û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên bi wî re, serlêdana “Çalakiya lezgîn” li Raportorê Taybet a Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dan. Her wiha parêzer ji bo dikaribin wezîfeya xwe bikin ango îcra bikin serî li raportoriya taybet a eleqedar dan.

Belgeyên Neteweyên Yekbûyî pêşkêşî raportorên têkildar hatin kirin

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA); Parêzeran di serlêdanê de şert û mercên girtina muwekîlên xwe yên li Îmraliyê û pirsgirêkên astengkirina pîşeya hiqûqî ya di çarçoveya belgeyên Neteweyên Yekbûyî de bi awayekî berfireh pêşkêşî raportoran kirin û diyar kirin ku divê serlêdan bi lezgînî bê nirxandin. Parêzeran bal kişand ser wê yekê ji bo zirarên ku telafiya wê zor in li Îmraliyê ji holê bên rakirin, xwestin bê nirxandin. Parêzeran li ser daxwaza Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo tedbîrên 6’ê Îlona 2023’an, diyar kirin ku biryara komîtê ya mijara gotinê piştgirî dide vê rewşê. Hiqûqnasan jî diyar kirin ku Tirkiye hê jî daxwazên biryarê pêk neaniye.

‘Pêşkêşiya hevpar girîngiyek mezin e’

Parêzeran di serlêdanê de da zanîn ku serdanên parêzeran tên astengkirin û xwestin raportorî ji bo astengiyên li pêşiya parêzeran bên kirin bikevin nava heldanek hevpar.

Di berdewamiya serlêdanê de parêzeran ji raportorên taybet ên têkildarî NY’ê ev daxwaz kirin:

*Ev serlêdan lezgîn e û divê di demek kin de bê nirxandin.

 *Divê dawî li şertên serlêdaran ê incommunicado bê anîn û demildest daxwaza ji bo hevdîtina malbat û parêzeran ji hikumetê re bê ragihandin.

 *Divê serdana Girtîgeha Îmraliyê bê kirin û şert û mercên li wir di cih de bê lêkolînkirin û serlêdar dikaribin rû bi rû hevdîtinê bikin.

 *Divê muameleya ku serlêdar pê re rû bi rû dimînin, were raporkirin.

 *Divê şertên li Girtîgeha Îmraliyê û serlêdar pê re rû bi rû dimînin were şopandin.

 *Divê di encama daneyên bên berhevkirin de daxuyaniya çapemeniyê bê lidarxistin.