Parêzeran ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li CPT'ê dan

Di rapora 4 mehan a Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de hat ragihandin ku 52 serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê, bê bersiv hatine hiştin.

Navenda Nûçeyan- Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, derbarê binpêkirinên mafên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê tên ragirtin de, rapora 4 mehan amade kir. Di raporê de Kanûna 2024'an, Çile, Sibat û Adara 2025'an cîh digirin. Bi raporê re serlêdaneke nû li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hate kirin. Di raporê de gelek binpêkirin hene.

 52 serlêdanên dawî bê bersiv man

Di serlêdanê de hat gotin ku di 4 mehan de 35 serlêdanên parêzer û 17 serlêdanên malbat û vasiyan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê hatine kirin. Hat ragihandin ku 52 serlêdan bê bersiv hatine hiştin. Hat destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava 14 salan de tenê 5 caran parêzerên xwe dîtiye û herî dawî jî di 7'ê Tebaxa 2019'an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kiriye.

Têkildarî rewşa Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî ev agahî hatin dayin: "Her sê serlêdanên din (birêz Yildirim, birêz Konar, birêz Aktaş) ji Adara 2015'an dema birin Îmraliyê û vir ve nikarin bi parêzerên xwe hevdîtinê bikin. Di nava 10 salan de birêz Konar û birêz Aktaş bi tenê 3 serdan û birêz Yildirim jî tenê 2 caran bi malbatê re hevdîtin pêk anîn. Ji serdana malbatê ya 3'yê Adara 2020'an û vir ve mafên serdanê nehatine bikaranîn. Nayê zanîn ka di 26’ê Kanûna 2024’an de ji bo her çar serlêdanan, di 8’ê Çileya 2025’ê de ji bo serlêdana Hamîlî Yildirim û di 4’ê Adara 2025’an de 6 nameyên Veysî Aktaş hatine dayîn an na. Her wiha nameyên ku ji aliyê van girtiyan ve hatine nivîsandin jî negihîştiye me. Ji 25’ê Adara 2021’an û pê ve, di vê dema raporkirinê de, nepeydabûna telefonên daxwazkaran berdewam kiriye û ji bo bikaranîna mafê telefonê destûr nehatiye dayîn.”

 Ewê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin

Di serlêdanê de hat ragihandin ku bi hinceta 'cezayên dîsîplînê' yên ji Îlona 2018'an û vir ve her 3 mehan carekê tên nûkirin, pêşî li hevdîtinan hatiye girtin. Di serlêdanê de ev agahî jî cîh digirin: "Dema ku cezayê dîsîplînê yê 3 mehan ê nehiqûqî yê 16'ê Cotmeha 2024'an hîn jî dewam dikir, me bihîst ku di 12'ê Sibata 2025'an de ji aliyê Desteya Dîsîplînê ya Girtîgeha Îmraliyê ve li dijî serlêdanan 'cezayê dîsîplînê yê 3 mehan' hatiye birîn. Me di 14'ê Sibata 2025'an de serlêdaneke nivîskî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kir. Me diyar kir ku îtiraz û daxwazên me jî di nav de hene. Ev cezayê dîsîplînê yê nû; piştî ku hat hînbûn ji naveroka biryara 'redkirinê' ya 20'ê Sibata 2025'an ku ji aliyê Dadgeriya Înfazê ve li ser daxwaza me, hate dayîn. Li gorî vê biryarê serlêdan, dîsa ji bo 3 mehan hatiye qedexekirin. Ev cezayê dîsîplînê mîna yên berê ji parêzeran bi dizî hatiye dayîn. Tevî hemû daxwazên me jî biryar, delîl û mînaka dosyayê bi me re nehat parvekirin. Îtiraza me ya li dijî biryara Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Bûrsayê ve di 6'ê Adara 2025'an de hatiye redkirin. Biryar di 13'ê Adarê de ji me re hat ragihandin. Piştî ku rêyên hiqûqî yên navxweyî biqedin, em ê li dijî biryara redkirinê ya hatiye gotin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin."

 Dema ceza tunebû jî hevdîtin hatin astengkirin

 Di serlêdanê de hat ragihandin ku 'cezayê dîsîplînê' yê beriya niha ji bo 3 mehan hatiye dayîn, di 5'ê Mijdara 2024'an de destpê kiriye û di 5'ê Sibatê de qediyaye. Piştre di 12 'ê Sibatê de 'cezayê dîsîplînê' yê nû hatiye birîn û ev ‘ceza’ di 6'ê Adarê de bidawî bûye. Hat gotin ku "Ji ber vê yekê, nabe bê gotin ku di navbera 5'ê Sibatê û 6'ê Adarê de ji aliyê hiqûqî de cezayê dîsîplînê hatibe birîn. Di navbera van dîrokan de ti cezayek dîsîplînê tuneye. Lê belê tevî vê yekê jî j bo 4 serlêdanên malbat û vasiyan yên 7, 14, 21 û 28 'ê Sibatê bersiveke erênî yan jî neyînî nehatiye dayîn. Tevî ku em cezayên dîsîplînê yên bi rengekî sîstematîk hatine birîn wek hiqûqî û rewa qebûl nakin jî; Dema cezayên dîsîplînê di pratîkê de nebin jî, ji bo destûr nedana serdanên malbatan ti hinceteke hiqûqî nîne. Ev rewş ji pêkanînên kêfî û neqanûnî pêk tê."

‘Di hevdîtina 3’yemîn de bang hat kirin’

 Parêzeran bi bîr xistin ku Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd de di 28’ê Kanûna 2024’an de, di 22’yê Çileya 2025’an û di 27’ê Sibata 2025’an de 3 caran çûye serdana Îmraliyê. Hat diyarkirin ku ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Faîk Erol di hevdîtina 3’yemîn de cîh girtiye û Abdullah Ocalan tevî şandeyê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kiriye. Di serlêdanê de hat gotin ku bang di qada neteweyî û navneteweyî de rastî eleqeyeke mezin hatiye û wiha hat domandin: “Di 27’ê Sibata 2025’an roja bangawazî hat kirin de bi deh hezaran kes di serî de li Amedê, Wan û Mêrsînê, li gelek bajarên Tirkiyeyê li qadan kom bûne û piştgiriya xwe ya bi banga birêz Ocalan re ragihandine.”

‘Di qada netewî û navnetewî de tê şopandin’

Di serlêdanê de hat gotin ku di heman demê de bi wesîleya Cejna Newrozê jî pîrozbahî hatine lidarxistin û di serî de Amed û Stenbol, li gelek bajarên Tirkiyeyê bi milyonan kes daketine qadan û xwedî li banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Ocalan derketine û daxwaza azadiya wî kirine. Di berdewama serlêdanê de wiha hat gotin: “Piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Ocalan, gelek welatên girêdayî Konseya Ewropayê, Emrîka, Rojhilata Navîn, welatên Kendavê û gelek welatên din ev bang erênî pêşwazî kirin û weke geşadeneke erênî nirxandine. Di asta navneteweyî de jî gelek rojnameger, rewşenbîr, akademîsyen, zanyar û parastvanên mafên mirovan ev bang weke bangekî dîrokî nirxandin û ji bo ev bang pêk bê  jî banga berpirsyartiyê li rayedaran kirin. Lewma, weke ku me di raporên xwe yên berê de jî anîbû ziman; hem şert û mercên serlêdêr birêz Ocalan tê de tê ragirtin û hem jî bang û daxuyaniyên weke aktor/muxatabeke siyasî û bibandor dike, hem ji hêla neteweyî ve hem jî di qada navneteweyî de tê şopandin.”

‘Bila komîteya we di vê mijarê de gavên pêwîst bavêje’

Di berdewama serlêdanê de parêzeran balkişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de û wiha gotin: “Wek tê dîtin, birêz Ocalan careke din nîşan daye ku li gel çareseriya demokratîk, makezagonî û aştiyane ya pirsgirêka Kurd e, ji bo çareseriyê pêşniyarên berfireh kiriye û banga aştî û demokrasiyê kiriye. Tevî rejîma tecrîda girankirî ya li Îmraliyê jî, siyaseta çareseriya demokratîk û aştiyê meşandiye. Gavê herî girîng ê ji bo pratîkkirina xeta aştî û demokrasiyê ku birêz Ocalan banga avakirina wê dike, di serî de mafên tenduristî û azadiyê, bi pratîkkirina temamiya mafên di destûra bingehîn û peymanên navneteweyî de hatine misogerkirin e. Em dixwazin ku komîteya we di vê mijarê de gavên pêwîst biavêje.”

‘Azadiya Ocalan mecbûriyetek hiqûqî ye’

Di serlêdanê de her wiha parêzeran cîh da biryara “Ocalan 2” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û biryara binpêkirinê ya têkildarî “Mafê Hêviyê”. Hat destnîşankirin ku Tirkiyeyê her du biryar jî bicîh neaniye û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê  (KE) jî berpirsyartiya xwe ya kontrolkirina pratîkkirina biryaran pêk neaniye. Hat diyarkirin ku di civîna Komîteya Wezîran a di Îlona 2024’an de biryar hatiye dayîn ku di Îlona 2025’an de dê biryara “Ocalan 2” careke din were nirxandin. Hat gotin ku di biryarên Vînter/ Îngîlistanê di çarçoveya “Mafê Hêviyê” de piştî 25 salan divê dibêtiya “berdanê” ya girtiyan were nirxandin û Abdullah Ocalan zêdetirî 26 sal in girtî ye. Hat destnîşankirin ku azadiya Abdullah Ocalan ji hêla hiqûqî ve “mecbûriyetek e.”

‘Rayedarên hikûmetê hê bersivek erênî nedane’

Parêzeran balkişandin ser binpêkirinên li Îmraliyê û wiha gotin: “Weke ku hûn jî dibînin, li Îmraliyê gelek sepanên li dijî qedexeya îşkenceyê, ji hêla DMME û Komîteya Wezîran a KE’yê ve hatine tespîtkirin. Lêbelê rejîma girtîgehê ya muebbeta girankirî ku derfetê nade berdana bişert, tevî ku DMME’yê gotiye ku li dijî qedexeya îşenceyê ye jî, Tirkiyeyê tiştên pêwîst ên vê biryara binpêkirinê bicîh neaniye. Hikûmetê, di nava dema derbasbûyî de got ‘di nava qanûnan de sererastkirineke weke ku bi tu awayî nayê berdan heye, lewma mimkin nîne were berdan.’ Bi vê gotinê re jî bi îsrar diyar kir ku dê rejîma girtîgehê ya muebbeta girankirî ku di hiqûqa navneteweyî de weke îşkence tê pênasekirin, dê bidomîne. Rayedarên hikûmetê heta niha jî bi tu awayî bersiveke erênî nedane daxwazên Komîteya Wezîran a KE’yê. Ne diyar e ka dê ji vir şûnde bersivê bide yan na. Di vê çarçoveyê de divê mirov bêje ku têkoşîna li dijî îşkenceyê peywira komîteya we ye û li gorî me hesasiyeta we ya pêwîst a li dijî rejîma înfazê ya li îmraliyê ku li gorî hiqûqa navneteweyî ‘êşkence’ ye, dê di mijara têkoşîna li dijî êşkenceyê de xwedî bandoreke mezin be.”

Daxwazên ji CPT’ê hatin kirin

Hat destnîşankirin ku CPT herî dawî di 2022’yan de çûye Îmraliyê lê heta niha jî rapora xwe ya têkildarî serdanê aşkera nekiriye. Di serlêdanê de ev daxwaz hatin rêzkirin:

*Şert û mercên li Îmraliyê ji serdana we ya dawî ya di 22’yê Îlona 2022’yan heta niha di nava nediyariyekê de berdewam in û her ku diçe girantir dibin. Di nava 2 sal û nîvan de şert û merc derbasî qonaxeke nû bûne. Em dixwazin ku hûn hûn tavilê û bi taybetî herin serdana Girtîgeha Îmraliyê.

* Ji bo ku serlêder di nava şert û mercên li gorî rûmeta mirovahiyê de bên ragirtin, ji bo bikarin bi parêzer, malbat û dinyaya derveyî re pêwendiyan deynin, ji bo tevahiya mafên wan ên ragihandin-agahîgirtinê bên bicîhanîn, ji bo bidawîkirina cezayên disiplînê û biryarên qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku bi awayekî sîstematîk tên dayîn bên bidawîkirin, em dixwazin hûn tevahiya hewldanên pêwîst bikin.

* Em dixwazin tevdîrên zorê yên ku şert û mercên êşkence û pêkanîna dermirovî û xerab ji holê radikin, bên girtin. Û di vê çarçoveyê de jî prosedura di Xala 10/2. A Peymanê de hatiye destnîşankirin bê destpêkirin û were ragihandin. Bi taybetî jî ger ku hevdîtinên bi parêzer û malbatê re di demeke herî kin de neyên kirin, em dixwazin di serî de tespîtên di serdana 22’yê Îlona 2022’yan de hatine kirin û çavdêriyên giştî yên ji berê heta niha yên têkildarî Îmraliyê bi raya giştî re bên parvekirin. Her wiha em dixwazin ku biryar were dayîn ku rapora serdana 22’yê Îlona 2022’yan jî di çarçoveya prosedurê de li daxuyaniyê were zêdekirin.