Parêzeran bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê pêyam şandin

Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Qamişlo bi daxwaza bi dawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li girava Îmraliyê nameyek ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re şandin.

Qamişlo – Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya Meclisa dadmendiya Civakî ya Qamişlo û bi amadebûna bi dehan endamên Yekîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxwaza bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kur Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li girava Îmraliyê, bi rêya weşana zindî nameyek ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re ragihandin.

 “Ev pêkanîn ne li gorî rêgezên demokratîk e”

Nameya ku ji aliyê Endama yekitiya parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Roja Xelef ve hat xwendin, wiha dest pê kir: “Em bi fikareke mezin li rewşa girtiyên Îmraliyê Abdullah Ocalan, Omer Xeyrî Konar, Weysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên ku ev salek zêdetir e tu agahî ji wan nehatiye girtin, dişopînin. Ji bilî 5 hevdîtinên parêzeran ên di navbera 2 û 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hatin, ji 27’ê Tîrmeha 2019’an û vir de destûr nayê dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ev pêkanîn ne li gorî rêgezên demokratîk e.”

“Gelek girtiyên din jî li Îmaraliyê ji têkiliya bi derve re mehrûm mane”

Di nameyê de bal hat kişandin ser girtiyên din ên ku ew jî mehrûmê hevdîtinan in û wiha hat berdewamkirin: “3 girtiyên din ên li giravê ji sala 2015’an û vir de ku veguhestin Girtîgeha Îmraliyê heta niha carek jî bi parêzeran re nehatine dîtin. Ev tê wê wateyê ku pirsgirêk bi taybetî bi girtîgeha Îmraliyê û helwesta siyasî û huqûqî ya hikûmeta navendî ya der barê girtîgehê de ye. Ocalan ji pêwendiya telefonê ya dawî ya 25’ê Adara 2021’ê ve agahî jê nehatiye girtin,  weke parêzer em vê rewşê dişopînin û bandorên siyasî û civakî dibînin.”

“Tecrîd ji derveyî pîvanên mafên mirovî ye”

Di nameyê de hat desnîşankirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye sedema daxuyaniyên saziyên hiqûqî yên navneteweyî û wiha pêde çû: “Komîteya Têkoşîna li dijî Îşkenceyê ya Ewropayê di rapora xwe ya sala 2019'an de di seredana Girtîgeha Îmraliyê de ku di 5'ê Tebaxa 2020'an de hat weşandin de destnîşan kir ku têkiliya Ocalan û 3 girtiyên din bi cîhana derve re bi temamî qedexe ye. Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê diyar kir ku rewşeke bi vî rengî nayê qebûlkirin û ne li gorî qanûn û pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî ne. Destwerdana berdewam a mafê parastinê û tecrîda li ser Ocalan û girtiyên din, bû sedema daxuyaniyên saziyên hiqûqa navneteweyî yên wekî ELDH, Koalîsyona Mafên Mirovan a Ewropayê AED û Parêzeran.”

Name bi van gotinan hat bidawîkirin: “Di çarçoveya vê hewldanê de em wek parêzer, daxwaz dikin ku qedexeya hevdîtinê bi parêzeran re bê rakirin û em daxwaza destûrê dikin.”