Parêzera Jîna Emînî rapora dadgehê red kir
Parêzerê malbata Jîna Emînî ya ku ji aliyê polîsên Îranê ve hat qetilkirin, diyar kir ku rapora Tiba Edlî ya der barê mirina Jîna Emînî de red kir.
Navenda Nûçeyan- Piştî qetilkirina Jîna Emînî ya 22 salî di 16’ê Îlonê de li Tehranê ji aliyê qaşo polîsên exlaq ve, Tiba Edlî ya Îranê piştî 21 rojan rapora xwe ya der barê qetilkirina Jîna Emînî de weşand û di raporê de tê îdiakirin ku Jîna Emînî ji ber nexweşiyeke kevin jiyana xwe ji dest daye û wiha hatiye gotin: “Jîna Emînî ne ji ber îşkenceya polîsên Îranê jiyana xwe ji dest daye di temenê xwe yê 8 salî de hatiye emeliyatkirin û girêkek ji serê wê hatiye derxistin, dibe ku sedema mirina wê, ji ber vê nexweşiya kevin be.”
Parêzerê malbata Jîna Emînî, Salih Nîkbext ji hevpeyvînek xwe ya li gel BBC Farisî de rapora Tiba Edlî red kir û diyar kir ku îdiaya ku dibêje jîna Emînî ji ber emeliyata mejî ya berê jiyana xwe ji dest daye, bê bingeh e.
Parêzer Salih Nîkbext berê jî di hevdîtinek xwe de bi bîr xistibû ku Jîna Emînî di sala 2006’an de hatiye emelyatkirin û ev nêzî 15 salan e dema ku hatiye emelyatkirin temenê wê heşt sal bûye û tu eleqeya xwe bi mirina wê re nîn e.
Parêzer Salih Nîkbext diyar kir ku dosya di qonaxa lêkolînê de ye, ne di qonaxa dadgehê de ye.