Parêzer Raziye Ozturk: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan şertên hiqûqî guncaw in

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk diyar kir ku ji bo berdana Abdullah Ocalan şertên hiqûqî û siyasî ava bûne û divê bi sererastkirina yasayî ‘Mafê hêviyê’ were pêkanîn.

AXÎN BAHAR

Stenbol – Di encama komployekê de anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Tirkiyê, hem li Tirkiye û hem jî li Rojhilata Navîn geşedanên siyasî û civakî derxist holê. Di dema zêdeyî 10 salên tecrîda li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, belavbûna felsefeya bingehê jiyana azad û demokratîk ya gelan a bi hevre nehate astengkirin, mudaxeleyên li gelê Kurd û pêşeroja hevpar ya gelan dihat kirin, rastî bersiva bi berxwedanê hat. Berxwedan û îradeya ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê raber kiriye, deriyê pêvajoyek nû vekir.

Bingeha hiqûqî û azadiya fîzîkî

Piştî banga Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku beşdarî banga Abdullah Ocalan dibe û tiştên pêwîst dê bikin, agirbest îlan kir. PKK’ê destnîşan kir ku ji bo komkirina kongreyê divê şert û mercên guncav werin dabînkirin û ji bo serkeftina kongreyê jî divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xwe ji kongreyê re pêşengtiyê bike û bi rê ve bibe. Azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev bi salan e di rojeva gelê Kurd û dostên wan de ye. Gotinên têkildarî aştiyê ku di van rojan de li pey hev tên, ji bo pêvajo bi awayek hiqûqî pêk were, wek gava yekem tê xwestin. Sernavek din ê girîng jî, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. 

Gav nehat avêtin

Astengiyên li pêşiya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) rabûn. DMME’yê di sala 2014’an de têkildarî ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirin e’ da. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (YE) di civîna xwe ya di navbera 17-19 'ê Îlonê de biryara binpêkirina DMME’ê nîqaş kir û hişyarî da Tirkiyeyê ku divê tedbîrên pêwîst tavilê bên girtin, nexwe wê di Îlona 2025'an de di civînê de biryareke demkî were amadekirin. Lê belê tevî biryara 'binpêkirinê' û hişyariyan jî hê tu gav nehatiye avêtin.

 ‘Mafê hêviyê’ tê çi wateyê?

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di axaftina wî ya di civîna Koma Meclîsê ya partiya xwe ya di 22’ê cotmehê de, yekem car li Tirkiyê ‘Mafê hêviyê’ anî ziman. Ji wê rojê heta niha ‘Mafê hêviyê’ ji aliyên beşên cûda ve tê nîqaşkirin û axaftin. 'Mafê hêviyê' sererastkirinek derbarê rewşa girtiyên ku cezayê muebeta girankirî xwariye û nikare ji mafê berdana bi şert sûd bigre de ye.  Esasê biryarê ji nirxandina DMME’yê ya di sala 2013’an de derbarê doza ku li Ingîltereyê wek ‘Doza Vinter û yên din’ tê zanîn pêk tê. Dadgehê biryar da ku cezayên muebete piştî demeke diyar di berçav re bê girtin yan jî bêyî şansê berdanê were pêkanîn, ev tê wateya binpêkirina madeya 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME). Di madeya 3’yem de tê diyarkirin ku divê kes rastî îşkence, muameleya dermirovî û biçûkxistinê neyê.

‘Sererastkirina yasayî pêwîst e’

Li Tirkiyê cezayê darvekirinê di sala 2002’an de hat rakirin. Li cihê cezayê îdamê hilanîn lê cezayê muebeta girankirî anîn. Di çarçoveya yasayê de bi awayê “Hikmên berdana bi şert, ji bo yên ku ji ber sûcên terorê cezayê darvekirinê girtine lê ev veguheriye cezayê muebetê, nayê pêkanîn. Derbarê vana de cezayê muebetê yê girankirî heta mirinê berdewam bike” hat sererastkirin. Piştre bi guherîna yasayî, hikumxwarên muebetê di girtîgehê de demên diyar weke ‘halê baş’ derbas bike, dibe ku ji berdana bi şert sûd bigre. Lê belê yên ku ji sûcên diyar yên weke ‘Sûcên li dijî ewlehiya dewletê’ kirine, ji vî mafî sûd nagirin.

Divê pêşnûme were yasakirin

DEM Partî beriya demekê ji bo ku di 25’emîn sala înfaza cezayê girtîgehê yê muebeta girankirî de şertên berdana bi şert werin nirxandin pêşnûmeyek yasayî dabû Serokatiya Meclîsê. Tê diyarkirin ku ger ev guherîn were qebûlkirin û yasakirin, Abdullah Ocalan dikare bi şert bê berdan. Pêkanîna sererastkirinek wiha, di heman demê de bi sedan girtiyên siyasê yên di girtîgehê de dimînin jî eleqedar dike. Li gora pêşnûmeya DEM Parti’yê li Tirkiyê hezar û 453 kesên ku înfaza cezayê darvekirinê veguherandine cezayê muebeta girankirî bi cîh tînin hene. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Netewên Yekbûyî li ser daxwaza di 2024’an de, li gor daneyên Wezareta Edaletê; Li Tirkiye zêdetirî 4000 hikumxwarên muebeta girankirî hene.

‘Li dijî Abdullah Ocalan yasa derxistin’

Parêzera Buroya Hiqûqa Sedsalê Raziye Ozturk diyar kir ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bingeha hiqûqî û siyasî guncaw e, divê ‘Mafê hêviyê’ were pêkanîn. Parêzer Raziye bi bîr xist ku darizandina Abdullah Ocalan di nava 2 mehan de hatiye kirin û biryara darvekirinê dane wî. Piştre cezayê darvekirinê bi sererastkirina yasayî hat rakirin. Raziye destnîşan kir ku cezayê muebeta girankirî dane Abdullah Ocalan û wiha got: “Ji wê demê ve cezayê girtîgehê yê muebetê heta demeke diyar dihat payîn. Nedihat wateya ku wê heta dawiyê li girtîgehê bimîne. Ev di aliyê birêz Ocalan de sererastkirina yasayî bû, lê belê bi demê re dest bi derxistina yasayên li dijî wî kirin.”

‘Cezayê Abdullah Ocalan hate veguherandin’

Parêzer Raziye da zanîn ku ji sala 2005’an ve dest bi zagonên bi navê ‘yasayên Ocalan’ kirine û wiha got: “Mueszeseya cezayê girtîgehê yê muebeta giran anîn. Beşek ji mueseseya cezayê girtîgehê yê muebeta girankirî dihat wateya kesek heta dawiyê di girtîgehê de bimîne. Dihat wateya bi tu awayî bi şert neyê berdan, ji daxistina tu cezayan sûd negire. Cezayê birêz Ocalan bi vî awayî hate veguherandin û wek cezayê girtîgehê yê muebeta girankirî rejîmek nû ava kirin. Sererastkirinek ‘yasayî’ hat kirin. Lê belê tu aliyek hiqûqî û qanûnî yê vê yasayê tunebû.”

Gotin ‘divê hûn vî mafî nas bikin’

Razîye bi bîr xist ku parêzerên Abdullah Ocalan li dijî biryara vê sererastkirina yasayî hatile dayîn, serî li DMME’yê dane û di vê serlêdana derbarê Abdullah Ocalan de, Peymana Mafê Mirovan a Ewropa (PMME) biryar da ku madeya 3’yem hatiye binpêkirin û wiha got: “Madeya 3’yem a PMME’yê tê wateya madeya qedexeya îşkenceyê û wek ku DMME got; ‘kesek mafê berdana bi şert nebe, heta hetayî di girtîgehê de mayîn, li dijî qedexeya îşkenceyê ye. Ji ber wê dema we ceza da kesek, ger hûn ber bi vê nediyariyê ve nekşînin, mafê hêviyê yê vî kesî heye. Divê hûn vî mafî nas bikin.” Vê yekê bi giştî ji biryara welatan re dihêlin. DMME dibêje ‘herî zêde piştî 25 salan, rewşa vî kesî divê li berçav were girtin.’ Ji ber şertên destpêka cezayê dayî û şertên piştî 20 salan dibe were guhertin.”

‘Divê serastkirina yasayî bê kirin’

Raziye Ozturk anî ziman ku DMME’yê diyar kiriye ku Tirkiye di vê mijarê de sererastkirinên yasayî bikin û wiha got: “DMME dibêje, herî zêde piştî 25 salan bi mekanîzmayek ku were avakirin, rewşa kes yan jî girtî, rewşa tehliyeyê divê li berçavan were girtin û hûn neçar in mafê hêviyê yê vî kesî nas bikin. Yanî got; ‘Kesek dema ket girtîgehê, divê were zanîn ku ewê piştî çiqas rewşa wan were nirxandin.’ ‘Mafê hêviyê’ li dijî cezayê dane birêz Ocalan piştî serlêdana hatiye kirin îbareyek ku di biryara DMME de derbas dibe ye.”

‘Şert û merc pêk hatine’

Raziye Ozturk têkildarî di şertên Tirkiye de ‘Mafê hêviyê’ wê çawa bikeve meriyetê, nirxandin kir û da zanîn ku piştî DMME’yê derbarê ‘Mafê hêviyê’ de biryar daye, divê Tirkiyê vê biryarê pêk bîne û wiha dom kir: “Li gora madeya 90’an a destûra bingehîn, hêmanên tên diyarkirin ku peymanên navnetewî di ser qanûnan de ne. Ji ber vê yekê li gora vê biryarê; Divê Tirkiye mekanîzmayekê ava bike û divê sererastkirina ku derfetê bi şert berdanê tîne, bike. Ev tê çi wateyê? Cezayê muebetê yê girangirî, wê ji sererastkirina niha ya yasayî derxin, tê wateya dîroka berdana bi şert ya kes were payîn. Li gor biryara DMME’yê, li gor siyasetê jî divê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk were. Derbarê vê yekê de şert û merc ava bûne, divê ev were pêkanîn. Divê guherîn di Qanûna Cezayê Dadgehê de bê kirin, di Yasaya Têkoşîna bi Terorê re de jî, divê xal werin guhertin. Bi vê guherînê, destpêkê Ocalan, divê hemû girtiyên siyasî ku cezayê muebetê girtine ji ‘Mafê hêviyê’ sûd bigrin. Bi ‘Mafê hêviyê’ azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e.”