Agirê Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê dadan
Kêmî mehek ji despêkirina sala nû ya kurdî re maye, di vê çarçoveyê de li Rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hatiye pêxistin. Li Merîwan bi hezaran kes agirê Newrozê pîroz kirin.

NIYAN HOSREWÎ
Çeşmîder – Ji serê meha Adarê ve Gelê Kurd dest bi pîrozkirina Newrozê kirine, di 1’ê Adarê de li gundê Çeşmîder ya ser bi Sewlawa ya bajarê Sineyê, bi boneya sala nû ya Kurdî û hatina Newrozê, merasîmek pîrozbahiyê hate lidarxistin.
Di merasîmê de sîrûda neteweyî hate xwendin û bê navber dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Kurdistan" hate qêrîn. Di heman demê li heman gundê Çeşmîder yekem agirê Newrozê jî hate pêxistin. Her sal bi hezaran kes ji derdor, li gund amade dibin û Newrozê pîroz dikin.
Bi pêxistina agir govend tê geran û sloganên dilsoziya bi Kurdistanê re tên qêrîn. Ji niha de li Rojhilatê Kurdistanê pêşwaziyek germ ji bo Newrozê heye. Bi vê boneyê bi hezaran kesên li gundê Çeşmîder kombûn, agirê Newrozê pêxistin û Newroz pîroz kirin.
Dengê Newrozê li seranserê Îranê
Fatima Abbasî ji bakurê Îranê ye û beşdarî cejna Newrozê bûye ji ajansa me re axivî û got: “Ev cara duyemîn e ku têm Kurdistanê û ez ji vir û gelê wê hez dikim. Ez ji cil û bergên jinên Kurd hez dikim û min xwest ku jinên Kurd cil û bergên me yên herêmî bibînin, lewma bi cil û bergên herêmî yên bakur beşdarî çalakiyê bûm.”
Meryem Mihemedî ya bi xwe ji Çeşmîrê ye jî got: “Newroza Çeşmîrê xwedî dîrokeke dûr û dirêj e û em roja 5’ê esfanê pîroz dikin. Herêmên din jî tevlî me bûne û ev çend sal in vê merasîmê li dar dixin. Dema ku “gula Berfîn” ji berfê derdikeve, bihara me dest pê dike. Gundên din ên wekî Palangan û Doznavê jî bi me re biharê pîroz dikin.”