Parêzer Ozum Vurgun: Qanûn destpêk e û gavên nû pêwîst in

Parêzer OHD’ê Ozum Vurgun diyar kir ku divê Meclîs, piştî çarçoveya qanûnê sazûmaniyên mafê hêviyê û înfazê bike rojev, Qanûna têkoşîna dij-terorê betal bike, rejîma qeyûm bi dawî bike û mafên çandî, zimanî û olî mîsoger bike.

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – Pêşnûmeya qanûna bi navê  “Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî” ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye amadekirin bi 467 dengên erê, 87 dengên na û 7 dengên bê biryar li Meclîsê hat erêkirin.

Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Ozum Vurgun qanûna çarçoveyê nirxand.

‘Di çareserkirina pirsgirêka Kurd de qanûn destpêkek e’

Ozum Vurgun qanûna ku di Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de hatî erêkirin di aliyê hiqûqî de nirxand û pirsa ‘Gelo qanûn zemîna  hiqûqî ji bo çareseriyek demokratîk a pirsgirêka Kurd diafirîne?’ wiha bersivand: “Afirandina zemîna demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd divê di du çarçoveyên cuda de bê lêkolînkirin. Berdana çekan û bidawîkirina pevçûnê destpêka astengiyekê ye. Lê belê, çareseriya pirsgirêka Kurd tenê bi entegrasyona demokratîk û çareseriyeke demokratîk dikare bê çareserkirin. Aştî tenê bi bêdengkirina çekan nayê. Belê, gav pir girîng e, qanûn pir bi qîmet e, lê tenê destpêkek e. Li gorî nirxandina min, ev qanûn ji bo rêberiya rast a pêvajoya bêçekkirinê û avakirina çarçoveyek qanûnî hatiye derxistin. Li gel vê, pêvajoya derbarê çareseriyek demokratîk a pirsgirêka Kurd de, gavên piştî vê qonaxa destpêkê ye.”

Ozum Vurgun da zanîn ku pirsgirêka Kurd ne tenê bi berdana girtiyan, vegera kesên li gundan bo malên xwe û vegera kesên ku ji cih û warên xwe bûne ve sînordar e û wiha got: “Ez difikirim ku ev gavê ji bo entegrasyona demokratîk, destûra bingehîn a demokratîk û qanûnên demokratîk û Tirkiyeyek demokratîk kêm e, lê gavek pêwîst e. Lê ger em li bingeha wê binhêrin, em nikarin bêjin ku ew çareseriya tam a pirsgirêka Kurd e; em dikarin bêjin ku ji bo çareseriyê destpêkek e.”

Statuya Abdullah Ocalan û mafê hêviyê

Ev qanûn, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berpirsên din ên payebilind nagire nav xwe. Ev jî xalek din a rexneyê ye. Ozum Vurgun, bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di vê pêvajoyê de û derbarê girîngiya statuya wî ya qanûnî û ‘mafê hêviyê’ de ev nirxandin kir: “Li vir nakokiyek qanûnî û siyasî heye. Rola Abdullah Ocalan di pêvajoyê de bi bandor hatiye qebûlkirin. Rastiya ku Abdullah Ocalan îradeya xwe diyar dike û rêxistin vê îradeyê qebûl dike û li gorî banga wî biryaran dide, pêvajoyekê ava dike. Lê gelo ev ji bo vê rolê statuyek yasayî diyar dike? Na, diyar nake. Dewlet an hikûmet bi bandor rolê qebûl dike, bi bandor statûyê qebûl dike. Li vê derê nakokiya siyasî derdikeve holê.

‘Nedayîna statûyê di qanûna aştiyê de rewşeke bêçare ya dewletê ye’

Tu bi kesekî re ji bo danûstandinên aştiyê diaxivî, lê tu li ser rewşa wan di warê qanûnên aştiyê de nîqaş nakî; ev rêyeke bêçare ya mezin a dewletê ye. Ji ber vê, ez bawer dikim ku mafê hêviyê dê di dema pêş de bê pêşberî Meclîsê û ew ê statuyek bi dest bixe. Ev ne hêviyek siyasî ye, ne hêviyek kesane ye, ne jî nêrînek îdeolojîk e. Ev bi temamî meseleyek qanûnê ye, rastiyek qanûnî ye. Qanûna çarçoveyê destpêkek e û dê bêtir jî hebin. Yek ji tiştên ku divê di serdema pêş de bê guhertin, mafê hêviyê ye. Ez difikirim ku yekem xala rojevê ku dê were Meclîsê dê mafê hêviyê û statuya Abdullah Ocalan be. Ev ne nîqaşek siyasî ye; ev nîqaşek qanûnî ye.”

‘Qanûn efûyekê pêk nayne’

Ozum Vurgun nêrînên ‘xwedî cewherê efûyê ye’ yên li ser qanûnê yên ku hewl didin di raya giştî de bên çêkirin, rexne kir û wiha got: “Di raya giştî de agahiyên şaş hene. Tê dîtin ku hişmendiyek ku ev qanûn xwedî cewherê efûyê ye heye. Ev bi tu awayî ne efû ye. Tenê nirxandina girtiyên ku di nava girtiyên PKK/KCK’ê de tên cezakirin e, lêpirsîn an jî doz hat vekirin.”

Ozum Vurgun diyar kir ku piştî vegerandinê pêvajoyek nû dê dest pê bike û divê bê pirsîn ka bingeha Tirkiyeyê ji bo vê yekê guncaw e an na û wiha domand: “Divê em li ser berdana kesên wek ‘endamên rêxistinê’ têne binavkirin, her wiha hatina kesên ji deverên gundan û kesên ku bi darê zorê hatine koçberkirin bo Tirkiyeyê nîqaş bikin. Divê ew li vir jiyanek azad û demokratîk bijîn. Divê ew bikevin pêvajoyekê ku tê de karibin kar bibînin, azad bijîn û bêyî ku bên dûrxistin beşdarî siyasetê bibin. Nêzîkatiya pirsgirêkê bi mantiqa berdana mirovan a ji girtîgehan û di heman demê de vegerandina wan bo girtîgehê ne tiştek e ku pêvajoya demokratîkbûnê dikare tehemûl bike û ji hêla qanûnî û guncaw ve ne rast e. Tiştê ku li vir divê bê kirin ew e ku ev pirsgirêka piralî gav bi gav bê çareserkirin.”

‘Şert û mercên demokratîkbûnê hene’

Şertek ji bo demokratîkbûnê heye. Ger em behsa demokratîkbûnê dikin, divê em li ser vê yekê jî biaxivin ka ev kes piştî ku bên ser desthilatê dê çawa mafên xwe bi kar bînin. Ger hûn ji ber daxuyaniyên ku wan bi awayekî siyasî dane, lêpirsînek li dijî wan vekin, ger hûn gefa girtinê li wan dixwin, ev ne siyaseta azad e û ne jî siyaseta demokratîk e.”

Ozum Vurgun, destnîşan kir ku hîn jî gelek gavên ku ji bo entegrasyona demokratîk bên avêtin hene û wiha got: “Her çend tayînkirina qeyûman, lêpirsîn berdewam bikin, an jî qanûnek îdarî hebe ku rê li ber vegera wan a ser erkên xwe bigre jî, pêwîst e ku kêmasiyên di qanûna çarçove, demokratîkbûnê, an jî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de bê dîtin.”

Hiştina biryara dawî ya ji bo saziyên ewlehiyê

Girêdana pêkanîna qanûnê bi destnîşankirina saziyên ewlehiyê û mekanîzmayên rêveberiyê re xalek din a nîqaş û rexneyê ye. Ozum Vurgun bandorên vê rewşê di aliyê ‘serdestiya hiqûqê’ û ‘serxwebûna dadweriyê’ de wiha anî ziman: “Yek ji saziyên ku divê çavdêriyê bike ka çek didanin an ne saziyên ewlehiyê ne. Ji ber li vir nirxandinek fîîlî ya tesbîta ‘ewlehiyê’ heye. Lê belê, hiştina biryara dawî ya qanûnî ya li ser ka azadî û berpirsyariya sûc a kesan ji hêzên ewlehiyê re, ecêbiyekê diafirîne. Xala 2’yemîn a Destûra Bingehîn rêgeza ‘serdestiya hiqûqê’ destnîşan dike û Xala 9’an ‘desthilata dadwerî’ destnîşan dike. Kî dikare ji hiqûqê sûd werbigre û kî nikare ji hêla hêza nezelal û berfireh a rêveberî û burokrasiya ewlehiyê ve nayê şîrovekirin. Bi gotineke din, ‘desthilata berfireh a teqdîrê’ ji hêla ewlehiya hiqûqî ve û bi rastî, ji hêla serdestiya hiqûqê ve pirsgirêkek e. Ew pirsgirêka ewlehiya hiqûqî pêk tîne.”

Ozum Vurgun got ku “Burokrasiya ewlehiyê qet nikare xwediyê desthilatdariya biryara dawî ya berdan an neberdana girtiyan be. Ev qanûn qanûnek veguhêz e, lê ne berdewamiya qanûna ewlehiyê ye. Qanûna ewlehiyê bi salan e li Tirkiyeyê didome. Lê belê, ev qanûna veguhêz ne berdewamiya qanûna ewlehiyê ye. Divê ew tenê wek amûrek ji bo veguheztina dewletek demokratîk a ku bi serweriya hiqûqê ve tê rêvebirin bê bikaranîn.”

‘Divê baro, rêxistinên sivîl û jinan beşdarî pêvajoyê bibin’

Ozum Vurgun bal kişand ser kêmaniya mekanîzmayên çavdêriya bicîhanîna qanûnê û diyar kir ku tevlîkirina pergalên ku tenê ji hêla Parlamento an saziyên dewletê ve hatine afirandin ‘kêmanî û xelet’ e. Ozum Vurgun diyar kir ku pirsgirêka herî nazik di pêvajoyên aştiyê de ‘nebûna baweriyê’ ye û mekanîzmayên serbixwe û bêalî dikarin vê baweriyê vegerînin. Ozum Vurgun wiha domand: “Bê guman, Meclîs cîbicîkarê sereke yê pêvajoyê ye, lê ev têr nake. Di herkesî de qelsiya baweriyê heye. Avakirina vê baweriyê tenê bi pergalek li ser dewlet û Leclîsê nayê destekkirin. Divê rêxistinên mafên mirovan, baro, rêxistinên jinan, akademîsyen û rêxistinên civaka sivîl beşdar bibin. Divê ew bikaribin çavdêriyê bikin, raporan amade bikin û divê ev rapor bi awayekî zelal bên parvekirin. Ger ev pêvajo bi awayek zelal û bi hevkariya gel bê meşandin, pêvajoya ku em jê re dibêjin aştiya nasnameyê ew qas bi êş nabe. Ji ber ku yek ji fikarên min li vir aştiya nasnameyê ye. Garantiya pêvajoya aştiyê ne nepenî ye. Beşdariya civakî û çavdêriya demokratîk e.”

Bibîrxistina Pêvajoya Aştiyê ya 2014’an

Ozum Vurgun, ‘Qanûna hejmar 6551 a derbarê xurtkirina temambûna civakî’ ku di dema Pêvajoya Aştiyê ya 2014’an de hatiye derxistin, bi bîrxist û bal kişand ser cudahiyên di navbera wê û qanûna çarçoveyê ya heyî de. Ozum Vurgun wiha got: “Ev qanûn niha encamên qanûnî yên bêçekbûnê rave dike. Lê di Pêvajoya Aştiyê ya 2014’an de, pênaseyeke cuda hebû; tê de digot, ‘Dewlet soz dide ku di warên mafên mirovan ên siyasî, qanûnî, civakî-aborî, psîkolojîk û çandî de rêziknameyan çêbike û diyar dike ku ew ê li ser vê yekê lêkolîn bike.’ Yek jî ne li ser danîna çekan e, beriya berdana çekan, derbarê pêvajoya li Tirkiyeyê de (pêvajoya 2014) gaveke qanûnî tune. Lê belê, ev qanûna çarçoveyê, forma qanûnîkirî ya gaveke berbiçav a derbarê bêçekkirinê û rêziknameyên piştî bêçekkirinê de ye. Ji ber vê qanûn di warê encamên qanûnî yên bêçekkirinê de berbiçavtir e. Lê di warê pênasekirina wê di çarçoveya çareseriyek demokratîk de, qanûndana 2014’an tiştek berbiçavtir derdixe holê. Aştî ne têgehek e ku dikare bi kesan, hikûmetan, an konjonkturên siyasî ve bê girêdan, an jî radestî wan bê kirin. Pêwîst e ku ew bê sazîkirin.”

‘Divê gava din sazûmaniya înfazê û mafê hêviyê be’

Ozum Vurgun mijarên ku divê Meclîs piştî vê qanûnê ji bo avakirina binesaziya qanûnî ya ji bo aştiya mayînde bike mijarên sereke, wiha rêz kir: “Yek ji gavên ku divê Meclîs di pêvajoya pîştî vê de bavêje, derbarê sazûmaniya înfazê û mafê hêviyê be. Ya duyemîn, divê Qanûna têkoşîna dij-terorê (TMK) bê betalkirin û Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê (TCK) divê bê sererastkirin. Ya sêyemîn, divê rejîma qeyûm bê betalkirin. Divê demokrasiya herêmî bê garantîkirin. Ez bawer dikim ku divê Tirkiye vegere pêvajoyên ku di Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê û peymanên navneteweyî yên ku îmze kiriye hatine destnîşankirin û divê pabendî vê yekê be. Pirsgirêkên avahîsaziyê hene ku bi bandor dibin sedema ku biryarên Dadgeha Destûrî neyên bicîhanîn. Ez bawer dikim ku divê ev bên çareserkirin. Di dawiyê de, divê hemû gavên ku têne avêtin ji pergala ewlehiyê dûr bikevin.”

‘Divê Meclîs lez bide pêvajoyê’

Ozum Vurgun bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Divê mafên çandî, zimanî û olî, bi taybetî mafê zimanê zikmakî, bên naskirin. Ez bawer dikim ku divê em ji têgihîştineke qanûnî ya ku pirsgirêka Kurd tenê di çarçoveya ewlehiya dewletê de dibîne derkevin. Ji ber heta niha, pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê her gav wek pirsgirêka mayîndehiya neteweyî hatiye dîtin. Ew pirsgirêka bi sînor bû, pirsgirêkek mayîndehiyê bû û pergalek hebû ku bi polîtîkayek dijminatiyê ya domdar xwe didomand. Divê em ji vê têgihîştinê dûr bikevin. Li vir, divê em pergalek qanûnî biafirînin ku beşdariya demokratîk a welatiyan di navenda xwe de bigire. Ger ev tişt bên kirin, pêvajo dê bibe sedema demokratîkbûna Tirkiyeyê. Û ez bê guman difikirim ku divê Meclîs bi lez van mijaran bîne rojevê û pêvajoyê bilezîne.”