Parastina ziman, parastina hebûnê ye

Wekî têgeh ziman û çand bi tu awayê ji hev qut nîn e. Berovajî bi qasî ku ziman beşek ji pênaseya çandê ye, çand bi xwe jî di nav pênaseya xwe de ziman dihewîne. Lewre çawa ku çand pênaseya herî rast a hebûn-xwebûna gelekî vedibêje.

BÊRÎTAN ZINAR

Wateya çandê ya hemû tiştên ku rûxmê însan û bi destên însan hatiye çêkirin û avakirin, di nav xwe de têgeha ziman jî dihewîne. Ziman beşek ji pênaseya çandê ye, bi pênaseya herî hêsan tê wateya amûrê têkiliyê ya di navbera însan bi însan re, însan û xwezayê de. Lewre ziman têgehek zindî ye. Bi qasî ku afirînera civakê ye, yek ji afirandinên ku bi civakbûnê hatiye avakirin e. Lewre ger behsa civakek were kirin, li wê derê çand û ziman mijara gotinê ye ku ji bo hebûna civakê her du têgeh, du babetên jêneveger in. Li gel rastiyek bi vê rengê Cejna Zimanê Kurdî ku îro weke Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin, ji bo parastina çand û hebûna Kurdayetî parastina zimanê Kurdî yek ji wan mijaran e ku divê êdî em weke gelê Kurd li ser hûr û kûr bisekinin.

Li ser zimanê Kurdî polîtîkayên bişaftinê

Girêdayî polîtîkayên ku li ser tevahiya Kurdistanê tên meşandin, bêguman zimanê Kurdî jî di nav pencên polîtikayên qirkirin û tunekirinê de ye. Ji bo jiholêrakirina civakê bi şêwazên herî kûr li ser ziman polîtîkayên taybet tên meşandin. Li Kurdistana ku erdnîgariya wê ji hêla hêzên kurewî yên cîhanî ve di navbera çar netew-dewletên heremî de hatiye dabeşkirin, ji bo tunekirina çand û hebûna Kurdayetiyê, li her her parçeyên Kurdistanê polîtîayên taybet tên meşandin û tê xwestin ku bi vê awayê civakbûn jî were parçekirin, ji holê were rakirin.

Bi sedan salan e li Kurdistanê bi taybetî di dused salên dawiyê de polîtîkayên înkar û îmhayê bi şêweyê herî kûr, bi konsepta şerê taybet tên meşandin. Li ser vê bingehê bi dibistanên ku bûne navendên şerê taybet li ser zarokên Kurd jibîrkirina zimanê wan ê dayikê tê ferzkirin. Rûxmê van polîtîkayên li ser tunekirin û jiholêrakirina zimanê Kurdî jî gelê Kurd heya roja me ya îro dikaribûye zimanê xwe biparêze. Lewre jî zimanê Kurdî li hemberî polîtîkayên heyî yên sedsalan, mîna gelê Kurd di nav têkoşîn û berxwedaneke mezin de ye.

Parastina zimanê Kurdî, parastina hebûna Kurdan e

Bêguman ziman di nava berxwedaneke mezin de ye lê ev têr nake. Ji hêla her yek ji me ve xwedîderketina li zimanê Kurdî erkeke li hemberî dîrokê ye. Bi qasî polîtîkayên îmhaya topyekun a li ser hebûn û çanda gelê Kurd tê meşandin xwedî li zimanê xwe derketin pêwîst e. Lewre xwedî li hebûna xwe derketin li hemberî berxwedêrên serhildana Dêrsim, Agirî, Geliyê Zîlan û hemû qadên ku heya roja me ya îro jî di bin pêlên agirê berxwedan û serhildanê de ne bersiva me ya dîrokî ye.

Li ser vê bingehê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ez destê wan dayikên welatê agir û rojê yên bûne pêşengên berxwedana zimanê Kurdî maç dikim. Careke din weke ciwanekê Kurd vê yekê bi bîr dixim ku bi qasî xwedîderketina ziman û çanda xwe em hene û bi qasî ku em zimanê xwe ji her cure polîtîkayên bişaftinê biparêzin em ê hebin.

Cejna zimanê Kurdî li me hemûyan pîroz be, em ê bi Kurdî bijîn û bi zimanê Kurdî hebûn-xwebûn û çanda xwe biparêzin.