Palpişta jinan a jiyan û hêzê: Weqfa Jina Azad

Weqfa Jina Azad A Sûriyeyê bi şoreşa jinan re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş ket. Di qadên jiyanê yên aborî, civakî, çandî, tendirustî û zanistê de derfetan diafirîne, bûye wargeha bi hezaran jinan ya ber bi jiyana nû ve.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ku 12 sal in e gelê wê di nava şoreşeke civakî, jiyanî, hişmendî û siyasî de ye, dehan destkeftiyên dîrokî çêbûn. Di  vî warî de bi taybetî yên herî zêde sûdê girtin û di asta pêşengiyê de dikaribûn pêl bi pêl beşdarî şoreşê bibin, jin in.

Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de pêk hat, derfet li pêşiya jinan vebûn. Jin dikaribûn di warên jiyanê, aborî, rêxistinkirin, siyaset, xweparastin, çand, huner, perwerde, ragihandin û hwd. de xwe bi pêş bixin û ji bo xwe modela jiyana azad û poltîk hilbijêrin. Tevî ku bi dehan sazî, rêxistin, tevger û aliyên pêwendîdar ên bi pêşxistina jinan re mijûl dibin hene, Weqfa Jina Azad yek ji saziyên sereke û bi bandor e.  

Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê di 2014’an de gavên destpêkê avêt, bi rengekî fermî hat damezrandin. Bi dirûşma “Jina Azad bingeha civaka azad e” bi armanca avakirina derfetan û pêşxistina jinan di gelek waran de hat avakirin û xebatên xwe dide meşandin. Weqfa Jina Azad di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li gelek kantonan hatiye damezrandin, di dirêjahiya salên xwe de dikaribû bi dehan projeyên bi bandor û wate ku ked û rola jinan di nava civakê de misoger dikin, bi pêş bixe. Bi van gavan re dikaribû şêwazên jiyana nû û alternatîfa paşverûtiyên civakê ku jinan mehkûmî serdestiya zilaman dike, ava bike.

Li bajarê Kobanê yê kantona Firatê yê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Weqfa Jina Azad ku di 2019’an de hatiye avakirin heman xizmet û derfetên ji bo jinan pêşkêş dike.

‘Ji bo jin bibin xwedî derfetên aborî di her warî de xwe bi pêş bixin em dixebitin’

Rêvebera weqfê Şêrîn Mihemed diyar kir ku ew li her derverê ji bo jinan derfetên jiyanê ava dikin û got: “Weqfa Jinan a bajarê Kobanê di 2019’an de li ser bingehê pêşxistin, fêrkirin, zanabûn û perwerdekirina jinan hat vekirin. Lewre li seransere Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Qamişloyê heta Hesekê, ji Reqayê heta, Tebqa, Minbic, Kobanê û hwd. ev pergal hatiye rûniştandin, deriyên me ji bo tevahî jinan re vekiriye.”  

Şêrîn Mihemed bilêv kir ku ew bi van projeyan ji jinan re çavkaniyên debara aborî, bicihanîna pêwistiyên xwe û bûyîna xwedî aboriya serbixwe diafirînin û got: “Ji ber armanca me pêşxistin û peydakirina derfetên jiyanê ye ji bo jinan e. Em li gorî wê, projeyên xwe datînin û jinan pêşwazî dikin. Bi taybetî di beşên kuafor, tendirustî, fêrkirina komputer, kar û berhemên destan û dirûtinê dewreyên me yên perwerdeyê hene ku her beşek di xweseriya xwe de dema wê heye. Piştî ku dewre bi dawî dibin, jinên bi ser dikevin bawernameyê digrin û êdî dest bi xebatên xwe yên taybet dikin. Ji bilî perwerdeyên tên vekirin, di Weqfa Jina Azad e nûqteyeke tendirustî heye ku ji bo kontrol û dermankirina jinan û zarokan heye. Her wiha beşa Keskesora Alan a zarokên sêwî jî heye ku beşeke girîng a weqfê ye.”

Bêrîhan Mihemed a 19 salî ku yek ji xeyalên wê di warê diûrtina cil û bergan de bibe xwedî meslek, tevli perwerde û fêrkirina dirûtinê bûye.

‘Bi riya weqfê ez gavan ber bi pêkanîna xeyalên xwe ve davêjim’

Bêrîhan Mihemed wiha behsa ezmûna xwe dike: “Ev bûye 3 meh ku ez tevli perwerdeya dirûtûnê bûme. Çawa ku min fam kir ciheke taybet ê weke weqfê heye tenê jinan fêrî kar û meslekan dike. Min yekser xwest berê xwe bidimê da ku di warê dirûtina cilan de xwe fêr bikim û pêş bixim. Dema ez nû hatim, min tiştek nezanibû lê niha min gelek gav avêtine, ez dikarim bi serê xwe cilan bibirim û bidirûm. Ji bo vê jî bi saya derfetên ku Qeqfa Jina Azad pêşkêş dike, dikaribûm gelek gavan ber bi xeyalên xwe ve bavêjim.”

Bêrîhan da diyarkirin ku ew ê dest bi kuaforiyê jî bike û got: “Piştî ez perwerdeya xwe bi dawî bikim, ez ê xwe fêrî beşa kuaforiyê jî bikim. Ez ê xwe bi fêrkirina dirûtinê re sînordar nehêlim, ji bo jinê çiqas pîşe bizanibe, ewqas temînata jiyan û pêşerojê çêdibe. Ji bo vê jê jî ez ji hemû jinan re û bi taybetî jinên ciwan re dibêjim ku divê van derfetan ji bo xwe bi kar bînin û berê xwe bidin cihên perwerde û fêrkirina jinan. Divê em weke jin xwe bi pêş bixin ku pêdiviya me bi kesî nebe û em em bibin palpişta xwe.”