PAJK: Serhildana Jin Jiyan Azadî di xeta Bêrîtan de mezinbûyîn e

Koordînasyona PAJK’ê di 32’yemîn salvegera Bêrîtan Hêvî de wê bibîr anî û got: “Serhildana jinan ya bi dûrûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku li her çar aliyên Kurdistan û cîhanê deng veda di xeta Bêrîtan de mezinbûyîn e.”

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya 32’yemîn salvegera pêşenga artêşbûna jinên Kurd Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) daxuyaniyeke nivîskî da. PAJK’ê di daxuyaniya xwe de got: “Xeta Bêrîtan xeta jina azad, Kurdê azad yê ku teslîmiyetê qebûl nake, jiyana azad, ya ku bi rûmeta xwe ve tê jiyan kirin destnîşan kir.”

Naveroka daxuyaniya PAJK’ê wisa ye:

Di her pêvajoyeke dîroka têkoşîna me ya azadiyê de kesayetên ku bi qehremanî têkoşîn kirin e, li berxwe dane û bi çalakiyên mezin pêvajoyên serkeftî bi xwe re anîne, derketine. Ji qehremanên vê têkoşînê jî di bîranîna 32’yemîn a şehadeta  Bêrîtan Hêvî (Gûlnaz Karataş) de em çalakiya wê ya bi rûmet silav dikin û bi serbilindiya şopandina xeta Bêrîtan hemû şehîdên xwe yên qehreman bi bîr tînin. Bêrîtan bi sekn, têkoşîn û helwesta xwe ya li hember îxanetê xeta berxwedaniya ku heya roja me ya îro dibe serkeftinê temsîl kir.  Bi helwesta Bêrîtan re îradeya yekbûyî ya jinan avabû û bi wê re jî artêşeke mezin a gerîla ya jin hate avakirin. Bi şanaziya mîrateya mezin a rêhevalên me yên ku bi têkoşîna azadiyê bedew bûne ji me re hiştine, em 32’yemîn salvegera artêşa xwe ya jin jî li hemû jinan, gelê xwe û hemû hevreyên xwe yên ku li eniyên şer di nava hesab pirsîneke dîrokî de ne, pîroz dikin.

‘Xeta Bêrîtan xeta jina azad destnîşan kir’

Xeta Bêrîtan xeta jina azad, Kurdê azad yê ku teslîmiyetê qebûl nake, jiyana azad, ya ku bi rûmeta xwe ve tê jiyan kirin destnîşan kir. Bêrîtan ew rêhevala me ya ku rastiya dijminê gelê Kurd hem yên dagirker hem jî yên nûker baş tahlîl kiribû û li şûna jiyana ku teslîmiyeta ji koletiyê re bi hişmendiya desthilatdar têne ferzkirin, jiyana ku bi îradeya jina azad û Kurdê azad re pêkan dibe, tercîh kir. Ji lewma mirin ji bo her Kurdekê zivirand çalakiyeke domdar ya ji bo jiyana azad. Bêrîtan weke şopdara rêhevalên xwe Mazlûm Doxan, Kemal Pîr, Zekiye Alkan û Bêrîvanan bi felsefeya “Berxwedan Jiyan e” neqşereya têkoşîna ji bo azadiyê xêz kir. Bêrîtan li hemberî her cûre kevneperestiyên hişmendiya desthilatdariya mêr bi vîna jina azad jiyan kir, têkoşîn kir, li berxwe da û bû xwedî çalakî.  Bêrîtan bi çalakiya xwe di dilê hemû Kurdistaniyan de zîl da. Ji lewma Rêber Apo di kesayeta Bêrîtan de got “yê şer dike xweşik dibe, yê xweşik dibe azad dibe, yê azad dibe jî tê hezkirin”. Îro bi milyonan Bêrîtanan li çiyayên azad û li her derê civakê dibin  pêşeng û qehremanên jinan û gele xwe.

Di xeta Bêrîtan de mezinbûyîn

Şehîd Bêrîtan (Gûlnaz Karataş) di sala 1992’an de, di şerê Başûr de li dijî hevkarên neteweperest bi qehremanî şer kir û xwe li Xakurkê ji latê avêt. Dema ku pêşmergeyên PDK’ê jê re gotin ‘teslîm bibe, em tiştekî bi te nakin’  rêheval Bêrîtan di wê keliyê de biryara çalakiya xwe ya dîrokî da.  Wê famkir ku teslîmiyet bê rûmetiye, bê rûmetî jî mirin bi xwe ye. Yên ku her tim fikir û dilê wan ji bo azadiyê lê didin dibine xwedî çalakiyên dirokî yên mezin. Bi vî awayî di serî de jinên Kurd û civaka Kurdistanê Bêrîtan nas kirin. Bêrîtan bi vê çalakiya xwe weke Zarîfeyan, Beseyan di nava Gele Kurdistanê de bû efsane. Bêrîtan, ji gerîlayên azadiyê  re bû leheng, ji artêşbûna jinê re bû pêşeng  û rêgeza fermandariya şerê serkeftinê. Rêheval Bêrîtan ji bo xwebûn û azadiya civakê bû pîvana parastina cewherî ya bingehîn.  Bêrîtan bi lehengî jiyana xwe ji bo azadiyê li hemberî îxanetê kire canbexş. Niha jî bi hezaran jin bi navê Bêrîtan û bi hezaran rêhevalên me yê mêr bûn şopdarên Bêrîtan. Li çiyayên Kurdistanê û li her derê di xeta Bêrîtan de têdikoşin û li berxwe didin. Xeta Bêrîtan partîbûna jin saz kir, rê veda ku konfederalîzma jin û gelan ava bibe. Bû sekna civaka azad lêgerîna jina azad.  Serhildana jinan ya bi dûrûşmeya ‘Jin-Jiyan-Azadî’ ku li her çar aliyên Kurdistan û cîhanê deng veda di xeta Bêrîtan de mezinbûyîne.

‘Em ê şoreşa jinê biser bixin’

Tifaqa qirêj a KT-PDK’ê ya ku di sala 1992’an de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê pêk hat, heta îro dewam dike û komploya 9’ê Cotmehê jî li ser vê bingehê ye. Êrîşên qirkirinê yên îro li tevahiya Kurdistanê ji aliyê hevkariya Komara Tirk û PDK’ê ve tên kirin, bi armanca tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û berdewamkirina komployê ye. Tifaqa qirêj a ku di sala 1992’an de ket meriyetê, îro jî li Bakur, Başur, Rojhilat, Rojava, Şengal û Mexmûrê qada xwe berfireh dike. Armanca esasî ya van êrîşên dijmin tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ye. Bangawaziya Bahçelî ya di vê pêvajoya dawî de kirî ne çareseriya demokratîk ya bi rûmet e, ferzkirina tesfiyeyê û teslîmiyetê ye. Zihniyet û polîtîkaya îktîdara faşist a AKP-MHP’ê komploger e, xefk e, teslîmiyet û pîlana îmhakirinê ye. Her wiha Rêbertî, Tevgera Azadiya Kurdistanê, pirsgirêka azadiya Kurd û hêza wê ya parastinê a gerîla ji hevdû cûda kirin, parçekirin û li ser vana bazariya rakirina tecrîda Îmralî kirin di komplo de îsrarkirin e. Ji lewma talûke û xeterî berdewam dike. Pêngava ‘Ji Rêber Apo Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî’ sekna demê ya di xeta Bêrîtan de mîsoger dike. Di xeta berxwedan û rastiya fermandara mezin rêheval Bêrîtan de bilindkirina têkoşînê li çiya û bajaran, îro jî xwedî roleke dîrokî ye. Di roja me ya îro de, di vê qonaxa dîrokî de li hemberî dijmin, zîhniyeta serdest a mêr, dagirkerî û îxanetê helwesta Bêrîtan ji her demê bêhtir derbasdar e. Bi civakîkirina xeta Bêrîtan a li Kurdistan ê emê xiyaneta PDK’ê û qirkeriya Komara faşîst a Tirkiyeyê têk bibin. Emê bi dema jinên ku ji bo azadiyê bi fedekarî têdikoşin û li ber xwe didin, şoreşa jinê biserxînin.

Di şopa Bêrîtan de têkoşîn, berxwedanî û serkeftin

Em careke din di salvegera 32’yemîn şehadeta H. Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de  di şexsê wê de tevayî şehîdên heyva Cotmehê Zeynep (Gurbetelli Ersoz), Meryem (Meryem Hazar Çolak), Zinarîn (Selma Dogan), Canda (Sanem Sertap Golge) Hêlîn Çerkez (Nermin Akkuş), her wiha tevayî şehîdên ku bi berxwedana xwe ya bi heybet li dijî komplo, îxanet û dagirkeriyê li berxwe dan û rê li ber şoreşa jinê vekirin, em hemû şehîdên şoreşê di şexsê hevreyên xwe Ronahî (Andrea Wolf), Bermal (Gûler Otaç), Rewşen (Leyla Kaplan), Rojbîn Ereb (Fatma Ozen), Rojîn Gevda (Sureyya Aslan), Selamet Menteş, Aynur Artan, Arîn Mîrkan de bi rêzdarî bi bîr tînin û  soz didin ku emê xeyalên wan ên azadiyê bi şoreşa jinê tacîdar bikin. Em bi rêzdarî li ber bîranîna rêhevalên xwe yên ku li dijî komploya li ser Rêber Apo bi dirûşmeya “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” xwe feda kirine, ditewînin. Ev ruhê berxwedanê yê ku di têkoşîna me ya li dijî komplo û xiyanetê de pêşketiye, komploya nûjenkirî û pergala êşkence ya Îmraliyê jî ewê parçe bike. Bi vê bîr û baweriyê em dibêjin ku ewê berxwedaniya di xeta Bîrîtan de teqez me bibe serkeftinê. Soza me ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û di Kurdistanê de statû were qezenc kirin, ji bo ku jin di civakeke azad de jiyaneke azad bijîn ewê herdem di şopa Bêrîtan de têkoşîn, berxwedanî û serkeftin be."