Otobûsa tîma basketbolê ya jinan qeza kir

Dî encama qezaya otobûsa tîma basketbolê ya jinan a ‘Akademiya Seher’ a li Xuzîstana Îranê de, 18 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên hatine belavkirin, otobûsa ku lîstikvan û endamên kadroya teknîkî ya tîma basketbolê ya jinan a ‘Akademiya Seher’ tê de bû, qeza kir. Otobus, piştî lîstina maça li dijî tîma ‘Palayesh Naft Abadan’ a di çarçoveya Pêşbaziya Lîga Bilind a Jinan de vedigeriya. Otobusa tîma jinan tê de bû, di vegera ji Abadanê bo Tehranê de, li nêzî bajarê Şûşê qeza kir.

Saziya nûçeyan a ‘Mehr’ ji serpêşetiyê tîmê ragihand ku endamên tîmê di destpêkê de bilêtên trênê ji bo vegera li paytexta Îranê Tehranê birîbûn, lê ji ber herafitina çiyayî û pirsgirêkên li ser rê, geşta bi rêya rêhesinê hat betalkirin û di dawiyê de otobûsek ji bo veguhastina tîmê hat veqetandin. Li gorî daxuyaniyên wî, otobûsê li nêzî bajarê Şûşê saet di 12.30’yê şevê de di nav barana dijwar de qeza kir.

Rêvebirê navenda hawarhatinê û birêvebirina rûdanan li Zanîngeha Jundişapura Zanistên Bijîşkî ya li Ehwazê, ragihand ku hejmara birîndaran a di encama qezaya otobûsê ya li ser riya Ebdulxan ber bi Şûşê ve gihîştiye 18 kesî. Birîndar piştî wergirtina alîkariya yekem hatin veguhastin bo nexweşxaneyek li Şûşê û Ehwazê.

Serpêreştê tîmê da zanîn ku rewşa giştî ya lîstikvan û endamên kadroyê baş e, tevî ku hin ji wan birîndar bûne û hestiyên wan şikestine.

Her wiha Yekîtiya Basketbolê ya Îranê ragihand ku ew rewşa endamên tîmê dipirsin û wê agahiyên zêde li ser bûyerê û rewşa tenduristî ya birîndaran belav bikin. Heta dema belavkirina vê raporê, ti hûrguliyên fermî li ser sedema qezaya otobûsê an jî encamên lêkolînên teknîkî yên bûyerê nehatine ragihandin.