Operasyona Ewlehiya Domdar di roja 5'an de didome

Operasyona Ewlehiya Domdar a li Kampa Holê hatibû destpêkirin di roja 5’an de dewam dike.

Hesekê – Operasyona Ewlehiya Domdar a li ser Kampa Holê ku di 6’ê Mijdarê de ji aliyê QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hindûr ve hatibû destpêkirin didome.

Di lêgerîna di beşa Mûhacîratan de cenazeyê jinekê hat dîtin. Di roja çaramîn ji operasyonê di heman beşî de, 10 endamên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ku di demên berê de destê wan di amadekariyê êrîşan de hebû, hatin girtn.

Li gorî Odeya Operasyonê, hêzên operasyonê, lêgerîna di beşa Mûhacîratan de bi dawî kirin, di nav de cenazeyê jinekê ku tê payîn bi îşkenceya jinên El-Hisbê rû bi rû maye, hate dîtin. Ji bo naskirina nasnameya wê jinê dest bi lêkolîn û lêpirsîn hatiye kirin.

Herwiha du tûnelên, ku ji bo veşartina çekan û çeteyên Eşbal El-Xîlafa di wî beşê jinan de dihatin bikaranîn, hatin dîtin û bêbandor kirin, li kêleka wê jî alav û amûrên bi armanca leşkertiyê dihatin bikaranîn hatin desteserkirin.

Li kêleka lêgerînê, hêzan sicilên kesên di kampê de careke din nûkirin û girtin. Di vê çarçoveyê de lêkolîn û lêpirsîn bi 8 jinên DAIŞ’î ku di demên berê de destê wan di tirsandin û îşkencekirina jinên din de hebû, kirin.

Di vê navberê de jî hêzên operasyonê lêgerîn di fêza 3 a Îraqiyan de bi dawî kirin.

Di roja 5’an ji operasyonê, lêgerîn di fêza 1 a Îraqiyan de destpê kir û beşa Mûhacîratan jî bi dawî kir.