Om Fahad a Iraqî di êrişa bi çek de hat qetilkirin

Om Fahad a Iraqê, li Bexdayê di encama êrişek çekdarî de hat qetilkirin. Hat ragihandin ku der barê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.

Navenda Nûçeyan- Fenomena Medyaya dîjîtal ya Iraqî Om Fahad ku xwediyê sedhezaran şopîneran e, li Bexdayê bi êrişek çekdarî hat qetilkirin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku Om Fahad li ber deriyê mala xwe dema di nava wesayîdê de bûn ji aliyê kesek li ser motorê ve bi çekê hat qetilkirin. 

‘Lêpirsîn berdewam dike’

Der barê bûyera ku di 25’ê Nîsanê de rûdaye de, di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Karên Hundir hat dayîn de, wiha hat gotin: “Wezareta Karên Hundir, ji bo bûyera li peytext Bexdayê li herêma Zayouna jinek di medyaya dîjîtal de tê naskirin ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin were ronîkirin tîmeke operasyona taybet ava kirine.” Wezaretê der barê binçavkirina fail de nûçe belav kir, diyar kir ku lêpirsîn berdewam dike.

OM Fahad ji ber dîmenên ku diweşand 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.