OHD’ê ji bo Îmraliyê serî li Baroya Wanê da

74 parêzerên OHD'ê ji bo li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tê meşandin bikevin nava tevgerê serî li Baroya Wanê dan.

Navenda Nûçeyan-Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin 39 meh in agahî nayê wergirtin. Têkildarî tecrîda “mûtleq” a li Îmraliyê hezar û 300 parêzeran serî li Wezareta Dadê dabûn lê derbarê serlêdanê de hêj bersivek nehatiye dayîn. Li ser vê yekê 74 endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê serî li Baroya Wanê dan. 

Hevseroka Şaxa OHD’a Wanê Mehtap Işik a beriya serlêdanê axaftineke kurt kir, diyar kir ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin tu agahî nayên wergirtin û wiha got: “Ji bo ku em bi muwekîlê xwe birêz Ocalan re hevdîtinê bikin di meha çileyê de ji 35 baroyan hezar û 300 parêzeran serî li Wezareta Dadê dan. Tevî ku bi ser serlêdanê re 6 meh derbasbûne jî wezaretê hêj tu veger nekirine. Ji bo ku tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û em bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Baroya Wanê didin.” Işik, bal kişand ser çalakiya girtiyan a di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li girtîgehan didomînin û got: “Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû girtîgehan bû. Em nizanin li girtîgehan çi diqewime.”