NY’yê têkildarî xirabûna rewşa mirovî li Xeza û Şerîaya Rojava hişyarî da

Hejmara mirî û birîndarên şerê Îsraîlê li dijî Xeza gihîştiye 246 hezar û 546 kesan, wêraniyên berfireh û êşên mirovî yên giran didomin. Rayedarek NY’yê têkildarî xirabûna rewşa li Xeza û Şerîaya Rojava hişyarî da.

Navenda Nûçeyan – Zîvala Xezayê di nav wêraniyên berfireh û qedexeyên giran de ku rê li ber gihîştina alîkariyê ji gel re digirin, bi rewşek mirovî ya xerabtir re rûbirû ye. Hişyariyên navneteweyî li ser krîza berdewam û bandora wê li ser sivîlan her ku diçe zêdetir dibe.

Çavkaniyên tenduristiyê yên li Zîvala Xezayê duh, roja Duşemê 29’ê Hezîranê, ragihand ku hejmara kesên di şerê berdewam ê Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 73 hezar û 058 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 173 hezar û 488 kesan.

Ji 10’ê Cotmehê ve hejmara kuştiyan ji hezarî derbas kiriye

Ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA ku xwe spart çavkaniyên xwe û ragihand ku di çend saetên borî de bi dehan kuştî û birîndar anîne nexweşxaneyên Zîvala Xezayê. Ajansê destnîşan kir ku ji agirbesta 10’ê Cotmehê vir ve hejmara giştî ya miriyan ji 1000 derbas kiriye û 3380 birîndar û 786 cenaze hatine dîtin.

Çavkaniyên bijîşkî diyar kirin ku gelek kes di bin kavilan de û li kolanan asê mane û tîmên rizgarkirin û ambulansê nikarin bigihîjin wan.

Êşên mezin

Koordînatorê Niştecîh û Alîkariya Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo deverên Filistînî yên dagirkirî tekez kir ku pêwîst e bi rêya bicîhanîna bi temamî ya biryara 2803 ya Konseya Ewlekariyê, fikar, pêwîstiyên rewa û bêrîkirinên gelê Xezayê werin çareserkirin.

Rayedarek NY’ê , da zanîn ku rewşa li Şerîaya Rojava, tevî Rojhilatê Qudsê, berdewam xirabtir dibe û destnîşan kir ku êrîşên hewayî û operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li seranserê Xezayê didomin, kontrola bejahî ya Îsraîlê bi berdewamî berfireh dibe û hejmara deverên ku hewceyê operasyonên alîkariya mirovî yên bi koordîne ne zêde dibe.

Gel neçar dike ku di şert û mercên bêewle û tundiya zêde de bijîn

Rayedarê NY’yê destnîşan kir ku berfirehkirina wargehên sivîlan li deverên di bin kontrola Îsraîlê de qada jiyanê ya sivîlan hîn bêtir kêm kiriye û ev yek bûye sedema kombûna Filistîniyan li deverên her ku diçe biçûktir û wan neçar dike ku di şert û mercên bêewle û tundiya zêde de bijîn.

Rayedarê NY’yê, li Xeza kuştin û birîndarkirina sivîlan, di nav de jin û zarok, şermezar kir û bang li hemû aliyan kir ku alîkariya mirovî ya bilez, bê asteng û bi temamî bighînin.

Rayedarê NY’yê diyar kir ku berfirehbûna bilez a wargehên Îsraîlê li Şerîaya Rojava dagirkirina neqanûnî kûrtir dike û îhtîmala dewletek Filistînî ya serbixwe û bi erdnîgarî yekgirtî têk dibe. Her wiha fikarên xwe yên cidî li ser qeydkirina erdê li Herêma C anî ziman û hişyarî da ku ev tedbîr dê berfirehbûna wargehan hêsantir bike.

Wî her wiha destnîşan kir ku qedexeyên tevgerê, hilweşandina malan, zêdebûna tundiyê û operasyonên ewlehiyê yên dirêj, li Şerîaya Rojava ji sala 1967’an ve bûye sedema mezintirîn pêla koçberiya Filistîniyan.